Jinên Koçer amadekariya çûna zozanan dikin
Jinên Koçer amadekariya çûna zozanan dikin

Bi hatina demsala biharê û germbûna hewayê re rêwîtiya koçeran a ber bi zozanan ve jî dest pê kir. Koçerên şirnexî ku ev meheke amadekariyên çûna zozanan dikin, diyar kirin ku ew dixwazin çanda wan her bijî.

9 meh derbas bûn hê jî îdianameya kujerê 3 zarok û dayika wan nehatiye amadekirin
9 meh derbas bûn hê jî îdianameya kujerê 3 zarok û dayika wan nehatiye amadekirin

Îdîanameya Hasan Karaaslan ê ku hevjîna xwe Leyla Karaaslan û 3 keçên xwe qetil kir, hê jî nehatiye amadekirin û parezerê malbatê jî tune ye. Malbata Leyla Karaaslan diyar kir ku çendî rapora kujer a şîzofreniyê tune ye jî, li Stenbolê tê tedawîkirin.

Li Egeyê li dijî jinan 504 binpêkirin hatin kirin
Li Egeyê li dijî jinan 504 binpêkirin hatin kirin

ÎHD’ê bi rapora xwe eşkere kir ku di sala 2022’yan de li Herêma Egeyê li dijî jinan 504 binpêkirin hatine kirin.

Li Stenbolê jinek û lawê xwe hatin qetilkirin
Li Stenbolê jinek û lawê xwe hatin qetilkirin

Li navçeya Esenlerê kesê bi navê Înan Taşçi hevjîn xwe Gulay Taşçi û lawê xwe Efe Taşçi qetil kir.

Di Partiya Çepên Kesk de 31 parlamenterên jin hatin bijartin
Di Partiya Çepên Kesk de 31 parlamenterên jin hatin bijartin

Li gorî encamên ne fermî yên YSK’ê, di nav Partiya Çepên Kesk de 31 parlamenterên jin hatin bijartin.

Li 31 bajaran namzetên jin nehatin hilbijartin
Li 31 bajaran namzetên jin nehatin hilbijartin

Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê, li 31 bajaran namzetên jin nehatin hilbijartin û 2 bajaran jî cara ewil namzetên jin şandin meclisê.

Jinên ku tundî li wan hatiye kirin çawa deng dan?
Jinên ku tundî li wan hatiye kirin çawa deng dan?

Jinên ku tundî li wan hatin kirin û biryara dûrxistinê dan wergirtin, bi agahiyên navnîşana girtî dengên xwe dan.

Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir
Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir

Dadgehê cezayê muebeda giran li Hasîp Akbûlût birî ku di sala 2019'an de li Bismilê Muteber Akbûlûtê qetil kiribû. Lê belê dadgehê bi hinceta "halê baş" cezayê kêm kir, veguherand cezayê muebedê.

Jinên mûşî: Em bi dirûşmeya jin jiyan azadî xwedî li sindoqan derkevin
Jinên mûşî: Em bi dirûşmeya jin jiyan azadî xwedî li sindoqan derkevin

Jinên mûşî ku diyar kirin wê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” biçin ser sindoqan, bang kirin ku dengê herkes dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û wiha bang kir: “Em xwedî li vîna xwe û sindoqên xwe derkevin.”

Dayikên têkoşer: Îktidar kengê biçe, wê çaxê roja me ye
Dayikên têkoşer: Îktidar kengê biçe, wê çaxê roja me ye

Dayikan diyar kir ku Roja Dayikan dikeve roja hilbijartinê û gotin: “Em ê di 14’ê Gulanê de serkeftina xwe û çûna vê îktidarê pîroz bikin. Wê hê ev roj bibe roja me.”

14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e

Dayikên Aşitiyê yên Silopiyayê diyar kirin ku ew heta vî emrê xwe di bin zilm û zordestiyê de jiyane û wiha gotin: “Ji me dayikan re diyariya herî mezin hilweşandina kela zilmê ye û çûyina vê desthilatê ye.”

Mexdûrên erdhejê: Dengê me ji Partiya Çepên Kesk re ye
Mexdûrên erdhejê: Dengê me ji Partiya Çepên Kesk re ye

Jinên mexdûrên erdhejê kirinên desthilatê yên piştî erdhejê bi bîr xistin û bang kirin ku her kes dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. Mexdûrên erdhejê gotin: "Em mirin, bila Tayyîp biçe."

Li ber zextan serî rakir û niha jî namzet e
Li ber zextan serî rakir û niha jî namzet e

Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Semsûrê Meryem Cerîtlî ku li dijî zextên civakî her tim serî hildaye got: "Taybetî ji bo dengên jinên kêdkar bibim Meclisê ez bûm namzet"

Jinên Posxovê: Divê ev pergal biguhere
Jinên Posxovê: Divê ev pergal biguhere

Jinên li gundên navçeya Posxov a Erdexanê anîn ziman ku divê êdî desthilata AKP'ê biçe û ji bo guherînê jî îşaret bi Partiya Çepên Kesk kirin.

Jin doza guherînê dikin: Hêvî Partiya Çepên Kesk e
Jin doza guherînê dikin: Hêvî Partiya Çepên Kesk e

Jinên dersimî diyar kirin ku desthilata AKP-MHP'ê jinan bi xizaniyê re rû bi rû hiştiye û gotin: "Em bawer dikin ku dê Partiya Çepên Kesk biguherîne. Hêviya me Partiya Çepên Kesk e."

< 128 129 130 131 132 > Rupel 130 / 395