Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê beraet bû
Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş doza ku jê dihat darizandin jê beraet bû.
TJA: Ev hilbijartin rewa nînin û dê têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin
TJA’yê têkildarî encama hilbijartinê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku hilbijartinên hatine kirin ne hilbijartinên rewa ne û wiha got: “Em ê têkoşîna xwe ya li dijî pergala yekzilamî ya tarî bidomînin û bi serkeftinê tacîdar bikin.”
Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
Hejmara nû ya Kovara Jinê bi manşeta “Bendêmayîna ber demborînê nakeve; kuştinên kiryarnediyar” derket.
Perîhan Koca: Mohra hilbijartinê di destê me de ye
Palamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê Perîhan Koca diyar kir ku dê di serdema nû de bi têkoşîna azadiya jinê û tecrûbeya wan di meclisê de cih bigirin û wiha got: “Banga min ji bo gel ew e ku biçin ser sindoqê. Mohra vê hilbijartina qederê di destê me de ye.”
Çalagan: Em ji bo rawestandina faşîzmê diçin ser sindoqan
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan diyar kir ku Tifaqa Cumhur tifaqa “dijminatiya jinan” e û got: “Ji bo em faşîzmê, polîtîkayên ewlehiyê, zimanê nefrete bisekinin, di 28’ê Gulanê de diçin ser sindoqan.”
Piştî 30 salan hate berdan, heman rojê cardin hate girtin: Moral û motîvasyon sûc e
Hêviyên rojên baş ên di nameyên Şadiye Manapê de wekî "xweşkirina motal û motîvasyona endamên rêxistinê" hate nirxandin û hat xwestin ku ceza lê bê birîn. Manap piştî 30 salan di 1'ê kanûna 2022'yan de hatibû berdan lê berî ku ji girtîgehê derkeve hatibû binçavkirin û cardin hatibû girtin.
Dayikên Aştiyê: Bes e êdî zilmê li xelkê Mexmûrê nekin
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê bertek nîşanî hewldana dorpêçirina Wargeha Penaberan a Mexmûrê dan û wiha gotin: “Ya ku li Mexmûrê tê kirin zilm e. Êdî bes e zilmê li xelkê wê nekin.”
Dilxwaza EŞÎK’ê Koçak: Parlamentoya herî neteweperest ava bû
Dilxwaza EŞÎK’ê Yelda Koçak bal kişand ser artîtmetîka meclisê û wiha got: “Parlamentoya herî rastgir û neteweperest hate avakirin. Ji bo ku ji vê rewşa tirsê ya AKP’ê afirandî bi dawî bibe, divê her kes biçe ser sindoqê.”
Dayika Aştiyê Alagaş jiyana xwe ji dest da
Dayikê Aştiyê Gulistan Alagaş ku weke “Dayika Gulê” tê naskirin, jiyana xwe ji dest da.
Akça: Jinên ku mifteya guhertinê ne divê biçin ser sindoqan
Parlamentera Partiya Çepên Kesk Ceylan Akça, destnîşan kir ku mifteya guhertinê di destê jinan de ye û wiha got: “Cih ji bêhêvîtî û bêmoraliyê re nîne, em li dijî rejîma Erdogan biçin ser sindoqan.”
Gora Jîna Emînî dîsa hate texrîbkirin
Gora Jîna Emînî ku ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin dîsa hate texrîbkirin.
Otlû: Em ê li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan gotinên xwe bibêjin
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Çîçek Otlû bal kişand ser profîla heyama nû ya Meclisê û got: “Wisa xuya dike ku wê polîtîkayên dijminatiya jinan zêde bibe. Lê em ê li Meclisê û kolanan gotinên xwe bibêjin."
‘Em ji bo jiyana xwe di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan’
Ji Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Îpek Tîrenç Ûlaş diyar kir ku tûra duyemîn a hilbijartinê hilbijartina “man û nemanê” ye û got: “Heke Erdogan bi ser bikeve wê welat ji bo jinan bibe dojeh. Ji bo em xwedî li jiyana xwe derkevin divê em biçin ser sindoqan.”
Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk: Werin em di 28’ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin
Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk derbarê tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de daxuyanî dan û gotin: “Em di 28’ê Gulanê de ji bo hilweşandina rejîma yek zilamî tên. Em ê bi ser bikevin."
Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê
Li Colemêrgê Cîgira Midura Mala Mamosteyan M.A. bi awayekî biguman li mala xwe mirî hate dîtin.