Petrola herikî li peravê Foça û Aliaga belav bû
Petrola ku herikî li peravên Foça û Alîaga belav bû û hem derdor qirêj kir û hem jî zerar da gelek zindiyên avê.
Li Bedlîsê şewat
Li çoltera herêma Buzlupinar a Bedlîsê şewat derket û her ku diçe şewat berfireh dibe.
‘Çekirina cemxaneyê dê Munzurê tune bike’
Meclîsa Bila Munzur Azad Biherike bertek nîşanî cemxaneya dê li Munzur Gozelerê bê çêkirin da û got: “Cemxane wê hem avê qirêj bike û hem jî wê Munzur Gozelerî winda bike.”
Şewata daristanên li Dersimê gelo ji bo madenê ye?
Ekolojîst Yûsûf Gursûcû, diyar kir ku şewata li daristanên Dersimê tenê ne ji ber operasyonên leşkerî ye, dibe ku ji bo qada madenê ya li navçeya Îlîç a Erzinganê bê firehkirin û qadên nû jî hatibin şewitandin.
Li kêleka rêya Cizîr û Hezexê bi hektaran qad şewitî
Di encama şewata li kêleka rêya Cizîr û Hezexê derket de bi hektaran qad şewitî.
Wekîlên HDP’ê: Dixwazin li Dersimê jiyan û xwezayê tune bikin
Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Murat Çepnî diyar kir ku ew li Dersimê bi rastiya Tirkiyeyê re rû bi rû ne û got: “Raste rast êrîşek li ser qada jiyanê û çavkaniyên jiyanê ya Dersimiyan e.”
‘Şewitandina daristanan ji dema Îtihat û Terakkî ve didome’
Ekolojîst Guner Yanliç bal kişand ser şewatên daristanan û bi bîr xist ku ji dema Îtihat û Terakkî vir ve bi armanca koçberkirinê her dem li herêmê daristan hatine şewitandin. Yanliç got desthilatdariya navendî ya îro jî bi heman ferasetê agir bi daristanan dixe û di van 40 salên dawî de her sal daristanan dişewitînin.
'Li Dersimê şidet li xwezayê tê kirin!'
Dildarê Xwezayê Haydar Çetînkaya, şewata li Dersimê nirxand û bilêv kir ku qadeke hezar û 500 hektar şewitiye û bûye xwelî. Wênegirê Xwezaya Dersimê Îsmaîl Ateş jî wêneyên şewata daristanan kişand û got ew ê ragihîne raya cîhanê.
Dildarên xwezayê: Qîrîna civîkan ji guhê me dernakeve
Dildarê xwezayê Serdar Dûman ku ji bo tefandina şewata li Dersimê her roj diçe herêma dişewite, bilêv kir ku qadeke bi hezaran hektarî bûye xwelî û got: "Qîrîna çivîkên ku dişewitin ji kerika guhê me dernakeve."
Yekîtiya Ekolojî: Li welatê ku her der bûbe agir cejn nabe
Yekîtiya Ekolojî, diyar kir ku sedema herî mezin a şewata daristanê ewlehî û operasyonên eskerî ne. Yekîtiyê da zanîn ku li welatê ku her der dişewite cejn nayê pîroz kirin.
DEDEF: Yên bêdeng dimînin yên dixwazin li Dersîmê bendavê ava bikin in
Sekreterê Giştî yê DEDEF'ê Hasan Şen, helwesta Greenpeace û gelek rêxistinên derdor û ekolojiyê rexne kirin û diyar kirin ku kesên li dijî şewata daristan û çiyayên Dersîmê bêdeng dimînin, ew hêzên ku dixwazin li Dersîmê bendav bên avakirin in.
Ekolojîstên Dersimî: Cihwarên me yên pîroz dişewitînin
Ekolojîstan bertek nîşanî şewatandina daristanên li Dersimê dan û gotin, cihwarên pîroz tên şewitandin.
Endamên Platforma Derdorê li dijî qedexeya Walî li zozanan hatin cem hev
Endamên Komeleya Artvîna Kesk û Platforma Derdorê ku li dijî xebatên madeniyê têdikoşiyan, li dijî helwesta Walîtiyê ya konser qedexe kir, li Zozanê Kafkasorê pîknîk pêk anîn û hatin cem hev.
‘Dersim kezeb û siberoja me ye’
Dildarên ji bo şewata li Dersimê bivemirînin çûn herêma qedexe û got: “Dersim siberoja me ye. Em ê bi hemû hêza xwe şewatê vemirînin.”
Şewata li navçeya Dara Yêne rû da belav bû
Şewa duh li qada “Herêma Ewlekariya Taybet” a çoltera navçeya Dara Yêne hat îlan kirin, rû da, ji ber bayê belav dibe.