Ji ber masîpankên tev li golê hatin kirin masiyên deqsor neman
Ji ber masîpankên tev li golê hatin kirin masiyên deqsor neman

Masiyên deqsor ên li Gola Masiyan, neman. Ji ber ku qeymeqamê wê wê demê, masîpank xistin golê, di golê de masiyên deqsor neman. Karsaz Mehmet Bîrlîk, diyar kir ku gundiyan debara xwe bi masiyên deqsor dikirin, lê belê piştî masiyên deqsor qediyan êdî gundî koç dikin.

Çar aliyên Dersimê dişewitin
Çar aliyên Dersimê dişewitin

Şewatên 3 mehin li Dersimê didomin, ji şevê din ve belavî çar aliyên bajêr dibe.

Şewata li Newalaroj berdewam dike
Şewata li Newalaroj berdewam dike

Li herêma Newalaroj a Dersimê, şewata ji ber bombebaranê rû dayî berdewam dike û destûr nayê dayîn komên dildar biçin herêmê û mûdaxileyê şewatê bikin.

Li herêmê rewşa dawî ya daristanan!
Li herêmê rewşa dawî ya daristanan!

Li herêmê şopên şewatên ji ber operasyonên leşkerî ên li qadên daristanî çêbûn, her çend di ser re sal derbas bûbin hîn jî dixuyên.

‘Destê xwe nedin daristanan’
‘Destê xwe nedin daristanan’

Parastina Daristanên Bakur piştevaniyê da çalakvan û parazvanên Daristana Hambachê ya Elmanya û bang li şîrketên emperyalîst û dewletan kir ku desten xwe nedin daristanan.

Makîneyên DSÎ’yê carek din ketin Baxçeyên Hevselê
Makîneyên DSÎ’yê carek din ketin Baxçeyên Hevselê

DSÎ li ser nerazîbûna rêxistinên civakî yên sivîl xebata pakkirina li ser Geliyê Dîcleyê ku li Baxçeyên Hevselê ye rawestandibû. DSÎ carek din ji nû ve dest bi xebata pakkirinê kir.

Ekolojîst Borûcû: Şewitandina daristanan dewama polîtîkayên şer e
Ekolojîst Borûcû: Şewitandina daristanan dewama polîtîkayên şer e

Ekolojîst Serap Borûcû, diyar kir ku şewitandina daristanên li bajarên kurdan, berdewamiya polîtîkaya şerê dewletê ye û got: "Çareserî bi avakirina civakeke demokratîk pêkan e."

Welatiyan destûra ÇED'ê dan betalkirin
Welatiyan destûra ÇED'ê dan betalkirin

Welatiyên Rihayê destûra ku ÇED'ê dabû Limak Çimento dan betalkirin. ÇED'ê ji bo Kana Marnê destûr dabû ku Limak hilberine.

Şêniyên Kizilcakoyê li dijî JES'ê nobetê digirin
Şêniyên Kizilcakoyê li dijî JES'ê nobetê digirin

Welatiyên Gundê Kizilcakoy ê Navçeya Efelerê ya Aydinê li dijî avakirina JES'ê nobetê digirin. Endama AYÇEP'ê Gonul Hastaoglu ku piştgiriyê dide welatiyan diyar kir ku ava ji Sondajê derdixin dişînin qanalê avdaniyê û tev li Çemê Menderesê dibe. Welatî Emîne Karaz jî anî ziman ku Rayedarên Enqereyê soza 145 JES'an daye fîrmayên JES'ê û fîrma hêza xwe ji Enqereyê distînin.

HES'a tê çêkirin Çemê Kolikê ziwa dike
HES'a tê çêkirin Çemê Kolikê ziwa dike

Projeya HES'ê ya Karakûşê ya li Semsûrê tê çêkirin, Çemê Kolikê ziwa dike. Welatiyan, bilêv kir ku ew erdên xwe bi ava vî çemî av didin û dema ew derdên xwe dibêjin, bi şideta dewletê re rû bi rû dimînin.

Pira Cendereyê dikin qurbana HES'ê
Pira Cendereyê dikin qurbana HES'ê

Dînamîtên ji bo porjeya HES'ê ya Karakûşê ku li ser Çemê Kolikê tê çêkirin tên teqandin, zirarê dide Pira Cendere ya dîrokî û gorên bîrdariyî yên Karakûşê.

Gerok Ozhanê li Çiyayê Ramanê asê ma: Ji bo mirovahiyê windahiyek mezin e
Gerok Ozhanê li Çiyayê Ramanê asê ma: Ji bo mirovahiyê windahiyek mezin e

Gerok Arîf Ozhanê ku bi duçerxeyê 600 kîlometre rê çû û li Çiyayê Ramanê asê ma, ji bo Heskîfa ku dê di bin avê de bimîne got: "Ji bo mirovahiyê windahiyeke gelekî mezin e."

Şewata daristana Çiyayê Roj didome
Şewata daristana Çiyayê Roj didome

Şewata li daristanên Geliyê Roj hefteyek e didome. Şewata li herêma Mazgirtê jî piştî mudaxaleya welatiyan hat defandin.

‘Li herêma şewatê yekîneyên veşartî hene’
‘Li herêma şewatê yekîneyên veşartî hene’

Eskereên Qereqola Gokçek destûr nedan koma dildaran biçin şewata li Newala Roj bivemirînin. Eskeren ji dildaran re got: “Li herêmê yekîneyên me veşartî hene. Em bixwazin jî em nikarin ewlehiya canê we bigirin.”

Daristana Geliyê Rojê 3 rojin dişewite
Daristana Geliyê Rojê 3 rojin dişewite

Daristana Geliyê Rojê ku piştî operasyona leşkerî dest pê kir 3 rojin berdewam dike. Rayedarên leşkerî û dewletê destûr nadin welatî mudaxaleyî şewata daristanê bikin.

< 85 86 87 88 89 > Rupel 87 / 99