Platforma Hevselê: Tev li xebata raporê bibin
Platforma Parastina Hevselê, ji pêkhatiyên xwe yên ku ji bo pêşkêşî heyeta UNESCO'yê bikin, di Nîsanê de li Sûrê lêkolîn bikin û raporê amade bikin xwest ku tev li xebatên raporê bibin.
Ji bo rê li pêş bermahiyên diherikin Mûnzûrê bigirin xebat didomin
Xebata ku Hevparên Meclîsa Bila Mûnzûr Azad biherike, ji bo rê li pêş bermahiyên kanalîzasyona li Pulûrê diherike Çemê Mûnzûrê, bi encam bû. Meclisê diyar kir ku xebatên wan encam girtin û tesîsa ku plan dikin dê derxin îhaleyê.
Îtiraza ji bo 'Îstimlaqkirina lezgîn'
Berdevka EGEÇEP'ê Alîme Yalçin Mîtap, ji bo 511 parsel erdên ku hatine îstîmlaqkirin got, ev yek asta rant û bêhiqûqîtiyê nîşan dide. Parêzer Arîf Alî Cangi jî bang li xwediyên erdan kir ku ji bo betalkirina biryarê dozê vebikin.
JES ên li Aydinê tenduristiya mirovan dixin talûkeyê
Berdevkê Komeleya Xweza û Derdorê ya Germencikê (GERÇED) Metin Aydin, diyar kir ku JES ên li Aydinê tên avakirin hewayê qirêj dikin û tenduristiya mirovan dixin talûkeyê.
Zanayan ji bo projeya Kana Kromê ya Tercanê rapora betalkrinê dan
Li Navçeya Tercanê ya Erzînganê dixwazin Projeya Kana Kromê têxin meriyetê. Kesên zana diyar kirin ku ev proje dê li ser tenduristiya mirovan û derdorê bandorek xerab pêş bixe û ji bo proje betal bibe rapor amade kirin.
‘Heskîfa me ya xweşik talan kirin’
Ava Bendava Ilisûyê roj bi roj dîroka Heskîfê di bin xwe de dihêle. Şêniyên Heskîfê li dijî binavkirina Heskîfê bi hêrs in. Aybaz Tunç ê esnaf got: “Heskîfa me ya xweşik edem kirin. Xwelî li serê we be. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye.”
Ustun: Wê qenal rêyên koçberiyê û celebên wan tune bike
Prof Dr. Beyza Ustun, destnîşan kir ku Projeya Qenal Stenbolê projeyeke "kujer" e û got: "Li herêmê tu rêyên sereke ên koçberiyê hene. Di rêyên koçberiyê yên çûn û hatinê de koçber hemû li wê herêmê qonax vedigirin, gava tên westiyayîne û wê ev hemû tune bibin".
Toker: Îqtidar ji bo temenê xwe dirêj bike di Qenal Stenbolê de israr dike
Rojnamevan-nivîskar Çîgdem Toker, bal kişand ser zirarên Projeya Qenal Stenbolê û got, îqtidar ji bo temenê xwe dirêj bike hev qasî israr dike.
HDP wê tevlî Komxebata Kanal Stenbolê bibe
HDP, wê li ser banga Serokê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû beşdarî Komxebata Kanal Stanbolê bibe.
Ava Bendava Ilisûyê gihîşt Heskîfê: Dîroka 12 hezar salî di bin avê de dimîne
Tevî hemû hewldan û dijderketina rêxistinên civakî yên sivîl jî hikumetê di ya xwe de israr kir û Bendava Ilisû çêkir. Ava Bendava Ilisûyê gihîşt Heskîfê û bajarê qedîm û dîrokî di bin avê de dimîne.
Ekolojîs: An Qanal an jî Stenbol
Aktivîstên ekolojiyê, ji bo polîtîkaya ekolojiyê ya îktîdara AKP'ê gotin "feraseta rûxandinê" û destnîşan kirin ku têkoşînên li hemberî vê ferasetê hemû rewa ne. Aktivîstan, ji bo Projeya Qenal Stenbolê gotin divê tercîhek bê kirin: "An qenal an jî Stenbol."
Neçîrvan derketin seyda Pezkoviyên Dersimê: Pezkoviyek kuştin
Li Navçeya Plumoriyayê ya Dersînê neçîrvan derketin seyda pezkoviyan. Neçîrvanan li Pilumoriyê pezkoviyek kuştin.
Ava Bendava Ilisûyê gihîşt ber Heskîfê
Ava Bendava Ilisûyê ya ku dê bajarê dîrokî Heskîfê daqûrtîne ma 3 kîlometre ku nêzî navenda Heskîfê bibe.
Sempozmuya Enerjiyê didome: Bendava Ilisû girêdayî polîtîkayên ewlekariyê ye
Di Sempozyuma Enerjiyê de Berdevkê Hewldana Jiyandina Heskifê Agît Ozdemîr, bal kişand ser bendavên ewlehiyê û wiha got: “Bendava Ilısû ne tenê girêdayî polîtîkayên enerjiyê ye, di heman demê de girêdayî polîtîkayên ewlehiyê ye."
Çemê Nîzîpê ji ber bermayiyên fabrîkayan bûye çemê jehrê
Bi bermayiyên Pîşesaziya Organîzeyî ya Nîzîbê, Çemê Nîzîbê tê qirêjkirin. Wexteke mirovan karibû tê de avjenî bike û pê erdên xwe av bide, lê belê niha li 22 taxên li peravên çem nexweşîna pençeşêrê pir zêde bûye û êdî kes nikare pê baxçe û erdên xwe av bidin.