Li Dersimê kampanyaya 'bila ocaxa keviran bê girtin'
Yek ji birêvebirên kampanyaya îmzeyê ya ji bo girtina ocaxa keviran a li Parka Orenonu ya Dersimê Denîz Bîlgîn, xwest kes nebe şirîkê rûxandina xwezayê û got: "Şerm e, gune ye, zilm e, cinayet e."
Bendava Ilisûyê bihuşta herêmê veguherand dojehê
Bendava Ilisûyê ya li ser Çemê Dîcleyê hat çêkirin kujeriya xwe didomîne. Bendav dibe sedema lawir bimirin û hin ji wan jî bi zorê canê xwe rizgar dikin. Şêniyên gundan diyar kirin ku av ji meşa kûsiyan zêdetir bilind dibe.
Li Westanê dema guldexwînan e
Li gundê Zevê yê navçeya Westana Wanê guldexwîn şîn bûn û dîmenek xweşik bi xwe re anîne.
Holdînga Cengîz karkeran mexdûr dike û li herêmê talanê pêk tîne
Holdînga Cengîz 118 karkeran ji kar derxist. Holgîng li gel mexdûrkirina karkeran li herêmê talan xwezayê pêk tîne.
'Bila her kes li cihê ku lê ye hilberînê bike'
Ekolojîst Sergen Sûcû, anî ziman ku bi pandemiya corona vîrûsê re bajar di nav xwe de îzole bûne û got, ji dêvla ku bajarî biçin gundan û wan deran talan bikin, bila cihê lê ne veguherînin qada hilberînê.
HDK’ê banga piştevanî û rêxistinbûnê kir
Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê, diyar kir ku şewba vîrûsa korona ku hemû cîhan kiriye bin bandora xwe, encama kapîtalîzma 200 salane û got: “Polîtîkayên neolîberal ên desthilatdariyê ne xizmeta gel, xizmeta berjewendiyên şîrketan dike. Em li dijî vê banga piştevanî û rêxistînbûnê dikin.”
Prof. Dr. Ustun: Şewba coronayê ji bo mirovahiyê hişyariyek e
Endama Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun, anî ziman ku Covîd-19 ji ber kapîtalîzm çêbûye û ev yek ji bo mirovan hemûyan hişyariyek e. Ustun, got: "Ji bo mirov karibin bijîn pergalên kapîtalîst divê bên sekinandin."
Çareserî ne qezenc e, parvekirin e
Hevberdevkê MÛÇEP'ê Guney Şîrîn, anî ziman ku vîrûsa coronayê ji ber mudaxilekirina mirovan a li xwezayê derketiye holê û got: "An em ê cîhaneke ku parvekirinê esas digire ava bikin an jî em ê tim û tim bi vîrûsên bi vî rengî re bitêkoşin."
‘Ev şewb hişyariya xwezayê ya ji bo însanan e’
Endezyarê Hawîrdorê Cîhan Ersoy hişyar kir ku şewba koronayê sînyala dawî ya ji bo mirovan e û divê însan dev ji sotemeniya fosil berdin û derbasî pergalên alternatîf bibin.
Dest bi kesixandina spîndaran kirin
Waniyan, piştî zivistaneke sar û dûndirêj, bi germnbûna dinyayê re dest bi kesixandina spîndarên xwe kirin.
Ozdag: Heya qezenca zêde neyê dezgînkirin wê dermanê Covîd-19'yê neyê dîtin
Endamê Yekîtiya Ekolojiyê Mehmet Ozdag, anî ziman ku tiştên wekî corona vîrûsê ku gefê li jiyana xwezayî, li derdorê û tenduristiya mirovan dixwin hemû ji ber hêrsa ji bo qezenca zêde ya kapîtalîzmê ne û got, heya ev yek neyê dezgînkirin wê dermanê Covîd-19'yê neyê dîtin.
Bertek nîşanî biryara çêkirina fabrîkeya plastîkan dan
Li ser biryarnameya Serokkomariyê wê li taxa Karadûvar a Mêrsînê fabrîkeya plastîk were avakirin. SerokA MERÇED’ê Sebahat Aslan bertek nîşanî biryarê da û got: “Vîrusê ji xwe re veguherandin fersendê û biryar dane.”
Ekolojist Aksu: Pêwiste li dijî şewbê Rojava mînak bigirin
Emdamê Meclîsa Ekolojiyê yê HDK'ê Cemîl Aksû, diyar kir ku ji ber vîrûsa corona (Covît-19) bêtir mirov dikeve nava lêgerîn û lêpirsînê û wiha got: "Ji bo çareseriyek mayinde pêdivî bi pergalek ekolojîk û jiyanek nû heye. Divê ji bo çareseriyê Pergala li Rojava wekî mînak bê girtin.
Ji çopê mirov nikare nêzî Gola Wanê bibe
Li perav û qiraxên Gola Wanê ji ber çopa kom bûye, mirov nikare nêzî ava golê bibe. Ji bo paqijkirina delav û peravên avê tu sazî û şaredarî nakevin nava hewldanê. Li aliyê din bêdengiya li dijî vê qirêjiyê jî balê dikişîne ser xwe.
AKP, ji bo Qenal Stenbolê li pêyî 'keysperestiyê' ye
Îqtidara AKP'ê di vê pêvajoya vîrosa coronayê de çêkirina Qenal Stenbolê daye ber îhaleyê. Endama Koordînasyona Ya Qenal Ya Stenbol Ayşe Yikici, vê yekê wekî "keysperestiyê" nirxand û got, ev projeya ku dê bibe sedema komkujiyeke xwezayî, di pêvajoyeke ku jiyana mirovan di xetereyê de ye tê çêkirin.