Ji HDP’ê ‘Hevdîtinên Ekolojiyê’: Bila li şûna betonê dar şîn bibin
Ji HDP’ê ‘Hevdîtinên Ekolojiyê’: Bila li şûna betonê dar şîn bibin

HDP'ê di roja sêyemîn a “Hevdîtinên Ekolojiyê” de, li navçeya Mezîtlî bi gel re li hev civiyan. Parlementerê HDP’ê Ridvan Tûran, diyar kir ku armanca wan ewe ku çandinî û xwezayê biparêzin û wiha got: “Em dixwazin ku li ser vê axê li şûna betonê darên porteqal û lîmonan şîn bibin.”

Li Gola Wanê qedexeya nêçîra masiyan dest pê kir
Li Gola Wanê qedexeya nêçîra masiyan dest pê kir

Bi armanca nifşê masiyên Wanê yên di cîhanê de tenê li Gola Wanê dijîn bên parastin nêçîra masiyan heta 15'ê tîrmehê hat qedexekirin.

Gola Wanê ku li fezayê bû yekemîn, derdora wê ji çopan xalî nabe
Gola Wanê ku li fezayê bû yekemîn, derdora wê ji çopan xalî nabe

Gola Wanê ku bi wêneyê xwe yê ji fezayê hatibûn girtin di "Tûrnûvaya Cîhanê" ya NASA'yê de bûbû yekemîn, bi destê şaredariyan tê qirêjkirin. Şaredarî moloz, bermayiyên cihokan û malan bera nav golê didin û golê qirêjî dikin.

‘Em ê li dijî kanên keviran heta dawiyê li ber xwe bidin’
‘Em ê li dijî kanên keviran heta dawiyê li ber xwe bidin’

Parlementerê HDP’ê Ridvan Tûran ê bi gelê gundê Însû yê li dijî kanên keviran li ber xwe didin hat gel hev û diyar kir ku wê li dijî kaneyên keviran bi gel re heta dawiyê li ber xwe bidin.

Xweşikiya Geliyê Horê mirovan heyirî dihêle
Xweşikiya Geliyê Horê mirovan heyirî dihêle

Geliyê Horê yê û Gundê Cêleka yên navçeya Basayê bi xweza, bi xêr û ber û xweşikahiya xwe mirovan li xwe heyirî dihêle.

Mexdûrên 'veguherandina bajêr': An koçberî an deyndarî
Mexdûrên 'veguherandina bajêr': An koçberî an deyndarî

Li Rişmilê, dê di bin navê "veguherinadina bajêr" de malên hin welatiyan bên xerakirin. Welatiyan diyar kir ku koçberî û deyndarî li wan tê ferzkirin û bang li rayedaran kirin: "Em ji cihê xwe razî ne, bila têkelî me nebin."

Ozguneş ê HDP’î: Bendav wê bibin sedema karesatek mezin
Ozguneş ê HDP’î: Bendav wê bibin sedema karesatek mezin

Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş, bal kişand ser derzên li Bendava Înceler a gundê Ziravkê ya Qilabanê ketin û ev hişyarî kir: “Ev derz wê rê li ber karesatek mezin veke. Divê li bendavê lêkolîn bê kirin û derbarê berpirsiyaran de lêpirsîn bê destpêkirin.”

Berfînan kulîlk vekir
Berfînan kulîlk vekir

Li Geverê berfînên mizgîna biharê kulîlk vekirin. Bi vekirina kulîlkên berfînan re li peşa çiyayê Cîlo dîmenên gelek xweş derketin holê.

‘Ji bo qezenca çend kesan, wê zirar bigihê jiyana gelek kesan'
‘Ji bo qezenca çend kesan, wê zirar bigihê jiyana gelek kesan'

Şêniyên gundê Însûyê yê Mêrsînê naxwazin li gundê wan kana keviran bê çêkirin û gotin: "Kanên keviran, ji bo qezenca çend kesan, gefê li jiyana gelek kesan dixwin."

Dewletê av berda, li Deşta Pirsûsê erd nema!
Dewletê av berda, li Deşta Pirsûsê erd nema!

Projeya Avdaniyê ya Pompajê ya Deşta Pirsûsê bêyî ku bê temamkirin hatibû destpêkirin. Ji ber vê erdên Pirsûsê bûne vilcoq û mane. Cotkarên ku berê ji ber ziwabûnê bi gilî û gazinc bûn, niha jî ji ber vê projeyê mizgefteke ku lê nimêj bikin û devereke ku miriyên xwe lê veşêrin bi dest wan nakeve.

Biharê bejna xwe nîşanî Dîcleyê da
Biharê bejna xwe nîşanî Dîcleyê da

Bi hatina biharê re kulîlkên li derdora Çemê Dîcleyê bişkîvîn û rengên van kulîlkan Dîcleyê û Hewselê dixemilîne.

Li dijî kanên mermeran bang kirin
Li dijî kanên mermeran bang kirin

Berdevkê Platforma Parastina Kartal Dagê Zeynel Aydin, li dijî kana mermeran ên li Tîreyê bang kir û anî ziman ku dê serî li rêyên hiqûqî bidin.

Kanên keviran gefê li şêniyên Ornekkoyê dixwin
Kanên keviran gefê li şêniyên Ornekkoyê dixwin

Şêniyên Taxa Ornekkoy a Meletiyê ku çandinia organîk û sewalvaniyê dikin, ji kanên keviran nerazî ne. Şêniyên gund, anîn ziman ku bi kanên keviran qadên wan ên jiyanê tên dagirkirin.

Mûnzûr qirêjî dibe
Mûnzûr qirêjî dibe

Nûnerê Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê Ozkan Arslan, diyar kir ku ava cihokan a diherike Mûnzûrê û çopên li derdorê kom bûne zirareke mezin didin xwezayê û got: "Di nêz de wê bi navê Dersimê tiştek nemîne."

Geliyê Hêtma, cihê dîmenên bêhempa ye
Geliyê Hêtma, cihê dîmenên bêhempa ye

Li Geliyê Hêtma ku rengên biharê hemû xwe lê digirin, gava şînahiya Çemê Dîcleyê û keskayiya xwezayiyê lê dibin yek, dibe cihê dîmenên bêhempa.

< 60 61 62 63 64 > Rupel 62 / 99