Li Îkîzdereyê herî diherike
Li Îkîzdereyê, xebatên çêkirina kana keviran dewam dike. Di robarên Îkîzdereyê de, herî diherike.
Jinên Îkîzdereyî: Em bi erdê re kaş kirin
Jinên nexwazin kana keviran li geliyê navçeya wan Îkîzdereyê bê çêkirin û di saetên serê sibê de hatibûn binçavkirin, da zanîn ku ew bi erdê re kaş kirine.
Her demsal hilberînên organîk
Fîlîz Îbre ya li navçeya Qûlpê çandiniya fêkî û sebzeyan dike pêdiviya mitbexa xwe pê dabîn dike û hem jî debara xwe pê dike.
‘Bila beriya dar werin birîn, doz bi dawî bibe’
Parêzer Yakûp Şekîp Okûmûşoglû yê ku li doza li dijî kana keviran a li navçeya Îkîzdereyê dinêre got doza wan didome û ew dixwazin beriya dar werin birîn doz bi dawî bibe.
Li dijî kana keviran kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
Îkîzdereyî yên bi rojan e li dijî kana keviran a tê xwestin were avakirin, nobeta xwe didomînin, ji bo proje bê betalkirin kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.
‘Em daristan û axa xwe ji dewletê diparêzin’
Şêniyên herêma Geliyê Îşkencedere ya girêdayî navçeya Îkîzdereyê diyar kirin ku bi çêkirina kana keviran re wê ava gundê wan tune bibe û gotin: “Em daristana xwe ji dewletê diparêzin.”
Guldexwîn bişkivîn
Guldexwînên sor û zer ên li bajarên herêmê di biharê de şîn û geş dibin, bedewî û xweşikiyek bêhempa pêşkêşî ziyaretvanên xwe dikin.
Kalçik: Qeraxê Gola Wanê tê dagirkirin û talankirin
Serokê ÇEVDER’ê Alî Kalçik diyar kir ku Gola Wanê ku ji esmanî ve bi hişmet xuya dike lê li qeraxê wê bi saziyên dewletê û vîlayên havînê hatiye dagirkirin.
Li Cizîrê avêtiyên kanalîzasyonê diherikin Çemê Dîcleyê
Li taxa Cûdî ya Cizîrê kanalîzasyonên 100 malan tune ye û avêtiyên kanalîzasyonê diherikin Çemê Dîcleyê. Ligel ku welatiyan serî li qeyûm dan jî, xebat nehat dest pê kirin. Ji bo çêkirina kanalîzasyonê welatiyan dest bi kompanyeya îmzeyê kirin.
Kanên keviran gefê li jiyana mirovan dixwin
Endezyarê Hawirdorê Cîhan Ersoy, destnîşan kir ku beriya çêkirina kanên keviran tu xebateke zanistî nayê kirin û kanên nêzî jîngehan tên çêkirin, dibin sedema nexweşînên cidî.
Li Geverê avêtiyên petrolên li qerexê rûbar vala kirin
Li navçeya Geverê avêtiyên petrole li qerexê rûbar vala kirin. Ev li navçeyê bû sedema bertekan.
Li dijî birîna daran a li Licê banga dengderxistinê kirin
Ekolojîstên li dijî qetilkirina xwezayê ya li Licê derketin, xwestin ku tevahiya Tirkiyeyê bi hev re li dijî qetilkirina xwezayê derkeve û ev tişt gotin: “Bersivandina Pirsgirêka Kurd a bi polîtîkayên şer hem dibe sedema qetilkirina demokrasiyê hem jî dibe qetilkirina daristanan.”
Ax Damar bi rengê biharê xemilî
Girava Ax Damar a li Gola Wanê, bi hatina biharê re bi rengê gul û kulîlkên biharê xemilî.
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Talankirina xwezayê ya li Licê rawestînin
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bertek nîşanî birîna daran a dema operasyona eskerî ya çoltara Licê hatibû destpêkirin da û banga rawestandina birîna daran kir.
HDP'ê birîna darên li Licê bir rojeva Meclîsê
Parlementera HDP’ê Dersim Dag, bertekên gundiyên Licê yên li dijî birîna darên wan bir rojeve Meclîsê.