Li Antalyayê şewata daristanan didome
Şewata daristanan a li Manavgatê dest pê kir û belavî navçeyên Gundogmuş, Îbradi, Alanya û Aksekî bû, 10 rojin dewam dike.
Çemê Bazamîr jî ziwa bû
Çemê Bazamîr ê ku ji Çiyayê Cudî diherike Çemê Dîcle, pişt re ber bi Ava Mezin ve diçe îsal ji ber hişkesaliyê ziwa bû.
Gundê ku kana keviran lê tê şixulandin: Em di dojehê de dijîn
Mûstafa Canci, anî ziman ku kana keviran ku 20 sal in li gundê Şivon ê Bazarcixê dixebite, çandinî û sewalvanî nehiştiye û got: "20 sal in em di vê dojehê de ne."
Çoçellî bi xetereyeke ekolojîk re rû bi rû ye
Gundê Çoçellî yê elewiyan, bi rûxandineke ekolojîk a nû re rû bi rû ye. Done Çoçellî ku bertek nîşanî santrala enerjiyê ya biyokutleyê da û got: "Çar hawirdorê me bi têlan hatiye dorpêçkirin. Çima bi taybetî ev der tê bijartin?"
Li Dortyolê jÎ şewata daristanê derket
Li navçeya Dortyolê ya Hatayê jî şewata daristanê derket.
Şewatên li Xozat û Pîranê vemirîn
Şewatên daristanan ên li navçeyên Xozat û Pîranê derketin vemirîn. Di şewatan de bi sedan dar şewitîn.
'Li deverên tên şewitandin otêl û qereqol bilind dibin'
Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Vahap Işikli, anî ziman ku şewata daristanan ji ber pirsgirêka pergalî rû didin û got: "Daristan li rojavayê ji bo rantê, li herêmê jî ji bo ewlehiyê dişewitin. Li rojavayê otêl bilind dibin, li herêmê qereqol bilind dibin."
Li Egeyê şewatên daristanan belav dibin: Hejmara miriyan derket 9’an
Di şewatên daristanan ên hefteyeke li Mûglayê belav dibin û didomin de kesekê jiyana xwe ji dest da.
Li Antakya û Samandagiyê agir bi daristanan ket
Li Antakya û Samandagiyyê agir bi daristanan ket.
Ji ber şewatan li 4 bajaran bi dehan gund hatin valakirin
Li Edene, Mêrsîn, Osmaniye û Antalyayê sê roj in şewat didome. Bi hezaran hektar qada daristan şewitî û bû xwelî. Li van hêrmên şewatê bi dehan gund hatin valakirin.
Li Bestayê cerdevan darên sedsale dibirin
Li herêma Bestayê bi destê cerdevanan darên sedsale tên birîn.
Ji Serokê CHP'a Rîzeyê: Divê em bobelatan ji qederê derbixin
Serokê CHP'a Rîzeyê Saltûk Denîz, diyar kir ku di dema desthilata AKP'ê de Herêma Behra Reş bi projeyan hatiye texrîpkirin û ev tişt got: "Rebazên şaş ên hin kesan nabin qedera mirovên li herêmê dijîn. Divê em van bobelatên ku her sal pêk tên ji qederê derbixin."
Wextekî xwezayê ku heya 2023'yan bisekine nemaye
Ekolojîst Koray Turkay, anî ziman ku îqtidar xwezayê wekî "meta" dihesibîne û bang kir: "Em bên cem hev da siberojê jîngehek bimîne."
Li Mêrsînê di 13 salan de 650 hezar dekar qadên çandiniyê tune bûne
Parlamenterê HDP’ê Ridvan Tûran da zanîn ku di 13 sal3en dawî de 650 hezar dekar qadên çandiniyê tune bune û wisa bidome wê 60 salên din şûn ve qada çandiniyê nemîne.