Li Gola Kratera Nemrûdê şewat derket
Li Gola Kratera Nemrûdê şewat derket

Li derûdora Gola Kratera Nemrûdê şewat derket û bi mudaxileya geştiyaran û tîmên agirkujiyê hat kontrolkirin.

Walîtî bi hinceta ‘çûnehatin tuneye’ mudaxeleyî şewatê nake
Walîtî bi hinceta ‘çûnehatin tuneye’ mudaxeleyî şewatê nake

Li navçeya Xozatê, şewata 10 rojin dewam dike û destûr nayê dayîn kes mudaxile bike, her ku diçe belav dibe. Walîtiyê jî, bi hinceta “çûnehatin tuneye” mudaxileyî şewatê nake.

'Polîtîkaya bêmirovbûnê bi talankirina xwezayê tê domandin'
'Polîtîkaya bêmirovbûnê bi talankirina xwezayê tê domandin'

Li Tirkiyeyê yek ji bajarên hewaya herî qirêj jî Mereş e. Sedema vê jî santralên termîkê yên bi komirê dixebitin. Şêniyên bajêr, diyar dikin polîtîkaya "bêmirovbûnê" ku bi komkujiya Mereşê dest pê kiriye, niha bi talankirina xwezayê tê domandin.

Şûraya Dewletê betal kir, lê AKP'iyan plana îmarê guherand ji bo projeya HES'ê
Şûraya Dewletê betal kir, lê AKP'iyan plana îmarê guherand ji bo projeya HES'ê

Piştî Şûraya Dewletê projeya HES'ê ya tê xwestin li ser Çemê Zoravayê bê çêkirin betal kir, Meclîsa Giştî ya Bajêr vê carê plana îmarê guherand û careke din rê li ber talankirina xwezayê vekir.

‘Em li ser Çemê Zorava HES’ê naxwazin’
‘Em li ser Çemê Zorava HES’ê naxwazin’

Parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş, bertek nîşanî biryara darazê ya ji bo çêkirina HES'ê ya li ser Çemê Zorava hatiye dayîn da û xwest hemû projeyên HES'ê bên bidawîkirin.

‘Desthilat nikare welat birêve bibe'
‘Desthilat nikare welat birêve bibe'

Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê têkildarî lehî û êrişên nijadperest daxuyanî da û wiha got: “Ev desthilat hatiye asteke ku êdî nikare welat bi rê ve bibe.”

Li dijî krîza avhewayê banga ji bo têkoşînê: Talûke ketiye nav malê
Li dijî krîza avhewayê banga ji bo têkoşînê: Talûke ketiye nav malê

Seroka MERÇED'ê Sabahat Aslan, li dijî krîza avhewayê bal kişand ser têkoşînê û got: "Talûke êdî ne li ber derî ye, ketiye nava malê."

Keleş: Divê têkoşîna ji bo demokrasiyê û ekolojiyê bibe yek
Keleş: Divê têkoşîna ji bo demokrasiyê û ekolojiyê bibe yek

Serokê Giştî yê TARIM-ORKAM SEN'ê Ahmet Keleş, anî ziman ku agirên bi daristanan dikevin ji ber polîtîkaya şer, îmar û xwezayê ya îqtidarê ne û destnîşan kir ku divê têkoşîna ji bo ekolojî û demokrasiyê bi hev re bê dayîn.

'Em ê ji bo her darekê heya dawiyê li ber xwe bidin'
'Em ê ji bo her darekê heya dawiyê li ber xwe bidin'

Gel li dijî kana madenan a tê xwestin li Daristanên Akbelenê bê çêkirin têdikoşe. Jinên parêzvanên jiyanê ku piştgiriya gel dikin gotin: "Em ê ji bo her darekê heya dawiyê li ber xwe bidin."

Lehiyên radibin ji ber mudaxileya mirovan a li xwezayê ye
Lehiyên radibin ji ber mudaxileya mirovan a li xwezayê ye

Rêvebirê ORÇEV'ê Coşkûn Ozbûcak, anî ziman ku lehî û hêlanên vê dawiyê li Behra Reş çêbûn, encama mudaxileya mirovan a li xwezayê ye.

DEDEF: Mûnzûr tê qirêjkirin, divê tevdîr bên girtin
DEDEF: Mûnzûr tê qirêjkirin, divê tevdîr bên girtin

Serokê DEDEF'ê Alî Haydar Ben, anî ziman ku ji ber ku pergala binerdê tune ye bermayiyên kargehên li Geliyê Mûnzûrê dikevin Çemê Mûnzûrê û xwest rayedar rojek berî rojekê tevdîran bigirin.

Li Besta û Heftanîn koka daran anîn
Li Besta û Heftanîn koka daran anîn

Li bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilebanê, bi sedan cerdevanan, li herêma Besta û Heftanînê daran birîn.

Santralên li Mereşê hê jî bêfîltre ne!
Santralên li Mereşê hê jî bêfîltre ne!

Santrala Termîkê ya A ya Afşîn-Elbîstan bê fîltre û Santrala Termîkê ya B jî bi fîltreyeke ne têkûz dişixule. Ji Platforma Parastina Jiyan û Xwezayê ya Afşîn elbîstanê Îbrahîm Yalçin, destnîşan kir ku xweza tê qetilkirin.

ÇEVDER: Beriya ku felaketên mezintir pêk bên divê bergirî bên girtin
ÇEVDER: Beriya ku felaketên mezintir pêk bên divê bergirî bên girtin

Di rapora xwe ya derbarê pirsgirêkên hawirdorê yên li bajar de ÇEVDER'ê bal kişand ser bobelata lehiyê ya di rojên dawîn de pêk hat û da zanîn ku ji bo bobelatên hêj mezintir pêk neyên divê bergirî bên girtin.

Li Milasê şewat hat vemirandin
Li Milasê şewat hat vemirandin

Hat ragihandin ku li Mîlasê şewata daristanan hatiye vemirandin û xebatên cemidandinê dest pê kiriye

< 53 54 55 56 57 > Rupel 55 / 99