'Qanûn li Antalyayê bi awayekî din e, li Şirnexê bi awayekî din e'
Parêzer Fadil Tay ku ji bo darên li Şirnexê tên birîn gilî kir û got: "Jiyana hemû candaran tê serobinokirin. Qanûna Daristanê li Antalyayê bi awayekî, li Şirnexê bi awayekî tê şixulandin."
Bişar Îçlî: Şirket-dewlet tovên xwecihî asîmîle dike
Bişar Îçlî yek ji damezrînerê gundê komun û ekolojîk diyar kir ku armanca wan sereke ew e ku tovên xwecihî biparêz in û rê li ber talankirin ango windakirina tovên xwe cihî ku jê re “asîmîlasyona tovan" tê gotin bigirin.
'Talankirina daran rawestînin'
Rêxistinên sivîl ên li Çewligê birîna daran a li Karacehenemê wek "talankirina daran" pênase kirin û xwestin demildest birîn were sekinandin.
'Destûr nedan civîna me, gef li me hat xwarin'
Serokê Komeleya Gundê Çolpenekê Acar Dag ku li dijî birîna darên li zozanên bajaroka Karavenkê ya navçeya Golanê çû herêmê, diyar kir ku leşkeran destûr nedaye civînan bikin û gef li wan xwarine.
Gundiyan walîtiyê derewand: Kesî bi me re hevdîtin nekiriye
Li Çewlikê, gundiyan daxuyaniya walîtiyê ya derbarê birîna darên li daristana Karacehennemê derewand û ragihandin ku tu kesî bi wan re hevdîtin nekirine.
Miduriyeta daristanan nikare mudaxaleyî birîna daran bike!
Miduriyeta Daristanan a Herêma Rihayê, bersiva welatiyên ku li Şirnexê ji bo rawestandina birîna darên nav erdên xwe yên tapokirî serî lê dabûn da û got ku ji ber ku herêma leşkerî ye ew nikarin mudaxileyî birîna daran bikin.
Vaye darên ku li Botanê tên birîn!
Li herêmên Besta, çiyayê Cudî, Gabar, Çelênimêja û Bizinan talankirina daran berdewam dike. Bi deh hezaran darên ku hatine birîn û li kamyonan hatine barkirin û li Çerxerêya Zanîngeha Şirnexê hatine sekinandin balê dikişîne ser xwe.
Li Pirsûsê 20 hezar donim erdê çandiniyê di bin avê de ma
Ji ber qenala avê ya ku di çarçoveya Projeya GAP’ê de anîn Pirsûsê, 20 hezar donim erdê çandiniyê di bin avê de ma. Nijtecihên herêmê, diyar kirin ku hatina avê ji feydeyê zêdetir, zirar daye wan û banga pêşîlêgirtina vê rewşê kirin.
Hevberdevkê EGEÇEP'ê: Deklerasyona HDP'ê ji bo têkoşîna ekolojiyê watedar e
Heberdevkê EGEÇEP'ê Huseyîn Çaglar sernavê "rêza ji bo xwezayê" ya di deklerasyona HDP'ê de nirxand û got: "Ez hem piştgiriyê li dekleresayonê dikim hem jî yeqîn dikim ku dê ji bo Tirkiyeyê bibe gaveke girîng."
Ava Gola Wanê kêm bû û qirêjî derket holê
Li hin cihên Gola Wanê av nêzî du kîlometroyan kêm bû. Piştî vekişîna avê qirêjiya di golê de jî derket ser rûyê erdê.
Li cihê ku neft lê hatibû dîtin, dar tên birîn
Talankirina daran herêma Besta û Çiyayê Çilnimêja didome vê carê jî li Çiyayê Bizina ku bi ser Çiyayê Gabarê ve ye jî hat destpêkirin. Tenê di heftiyekî de sed hezar dar hatin birîn û talankirina daran a li herêmê bênavber didome.
Ekolojîst Işikli: Ji bo xweza zû bê talankirin, raporên ÇED'ê nadin
Ekolojîst Vahap Işikli, destnîşan kir ku li Şirnexê bêyî raporên ÇED'ê 22 herêm radestî şîrketên madenan hatine kirin. Işikli, anî ziman ku ev haziriya ji bo talankirina xwezayê ye û bi vê re tê xwestin ku herêm ji mirovan bê xalîkirin.
'Ji bo jiyan û ekolojiyê bikeve tevgerê'
Rêxistina Partiya Çepgir a Kesk a Edenê, di serî komir xwest ku dema terikandina sotemeniya fosîlê bê aşkerakirin.
Li dijî talankirina daran biryara çalakiyê girtin
Komeleya Gundê Serînçayir, li dijî talankirina daran a li zozanên Canîbeg û Serînçayir ên bajaroka Koprulu ya navçeya Gole ya Erdexanê, biryara çalakiyê girt.