Qada çopê Cizîrê jehrî dike!
Qada çopê Cizîrê jehrî dike!

Li Cizîrê dûxana ji cihê ku çop lê tên valakirin bilind dibe asîmanên navçeyê dinixumîne. Welatiyên ji ber bêhnê nikarin îdare bikin, dixwazin cihê çop lê tê valakirin bê guherandin.

Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin
Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bertek nîşanî faliyetên madenê yên di hundirê Parka Millî ya Munzurê de ku destûra wê hatiye dayîn, dan û gotin ew ê destûr nedin talana vê mîrasê.

Li Şêrewa 400 darên zeytûnan hatin birîn
Li Şêrewa 400 darên zeytûnan hatin birîn

Hêzên bi çek ên girêdayî Tirkiyeyê li gundê Kefer Nebû yên navçeya Şêrewa ya Efrînê 400 darên zeytûnan birîn.

Keftarê bixet ku nesla wî li ber tunebûnê ye li Rihayê hat dîtin
Keftarê bixet ku nesla wî li ber tunebûnê ye li Rihayê hat dîtin

Piştî salên dirêj keftarê bixet ku nesla wî li ber tunebûnê ye li herêma Zinarê Gewr a gundê Semkûlî yê Rihayê hat dîtin.

Li Bihuşta Çûkan dîsa şewat derket
Li Bihuşta Çûkan dîsa şewat derket

Li navçeya Geverê, herêma Nihêl a bi zil ku weke Bihuşta Çûkan tê zanîn dîsa şewat derket.

Îsal li Şirnexê 31 deverên bi daristan hatin şewitandin
Îsal li Şirnexê 31 deverên bi daristan hatin şewitandin

Li Şirnexê di 6 mehên dawî de li Cudî, Gabar û Bestayê 31 caran agir bi daristanan ket. Di van şewatan de bi hezaran dar şewitîn û çavkaniyên debarê yên gelê herêmê jî tune bûn.

Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk

Li gor rapora Platforma Mafê Hewaya Paqij, li Îdir, Mereş, Manîsa, Agirî û Duzceyê veguheriye pirgsirêkeke kronîk.

Ji ber tunebûna avê 4 hezar û 500 pez li zozanan tê sekinandin
Ji ber tunebûna avê 4 hezar û 500 pez li zozanan tê sekinandin

Gundê Hemka yê Elkê ku 2 sal in ava wan kêm bûye, îsal bi talankirina û wêrankirina xwezayê ya li herêmê re kaniyên heyî yên avê jî ziwa bûn. Gundiyên ku ji ber nebûna avê nikarin pezê xwe bînin malê gotin: "Hewa sar bû, lê em nikarin pezê xwe bînin. Pezê me perîşan bû. 4 hezar û 500 pez bê av e."

Gelê herêmê naxwaze li Dero Findikoyê pengav bê çêkirin
Gelê herêmê naxwaze li Dero Findikoyê pengav bê çêkirin

Şêniyên herêmê pengava ku tê xwestin li Dero Findikê ya Xozatê bê çêkirin wekî "qirkirina xwezayê" pênase kirin û gotin, dê nehêlin pengav bê çêkirin.

Projeya germavê 20 meh in neqediyaye
Projeya germavê 20 meh in neqediyaye

Li navçeya Elkê ev sal û nîvek e ji ber Şaredariya AKP'î projeya germavên Zumrutê ya şîfayê neqediyaye.

Ava bermayî ya Heskîfê 6 meh in diherike pengava bendavê
Ava bermayî ya Heskîfê 6 meh in diherike pengava bendavê

Ji ber nelihevkirina "maliyetê" ya di navbera DSÎ û Şaredariya Heskîfê de, nêzî 6 meh in ava bermayî ya Heskîfê diherike pengava bendavê.

KAYY-DER: Li Çewligê ekolojî tê qirkirin
KAYY-DER: Li Çewligê ekolojî tê qirkirin

Hevserokê KAYY-DER'ê Ahmet Tuzun, diyar kir ku li Çewligê "qirkirineke ekolojîk" rû dide û ji bo birîna daran jî got: "Ev yek perçeyek polîtîkaya ku herêm ji mirovan bê xalîkirine."

Ji ber kêmbûna avê li Çemê Dîcleyê masî dimirin
Ji ber kêmbûna avê li Çemê Dîcleyê masî dimirin

Ji ber hişkesaiyê û bendavên ku li serê hatine çêkirin ava Çemê Dîcleyê kêm bûye û masiyên têde dimirin.

Girtiya jin li nexweşxaneyê hat tacizkirin
Girtiya jin li nexweşxaneyê hat tacizkirin

Hevserokê ÎHD'a Şaxa Mêrsînê Hakki Demîr, anî ziman ku pêkanîna lêgerîna tazî ya li Girtîgeha Tarsûsê ya Tîpa T'yê sîrayetî nexweşxaneyan jî kiriye. Demîr, ragihand ku jineke girtî li odeya muayeneyê bi taciza eskerekî re rûbirû maye.

Fêkiyeke kêmpeyda û çavkaniya şîfayê: Henap
Fêkiyeke kêmpeyda û çavkaniya şîfayê: Henap

Fêkiya henapê ku li Semsûrê wekî "fêkiya Kurdistanê" jî tê binavkirin û fêkiyeke kêmpeyda ye, 700 sal in çavkaniya şîfayê ye ji bo mirovahiyê.

< 49 50 51 52 53 > Rupel 51 / 99