Ji bo ‘Meşa Cûdî’ ketin rê
Ji bo ‘Meşa Cûdî’ ketin rê

Ji Stenbolê û Îzmîrê gelek kes ji bo tev li Meşa Cûdî ya bi dirûşmeya “Em li Dijî Hilweşîna Şer û Talana Xwezayê Dimeşin” ku sibê tê lidarxistin ketin rê.

Li herêma Besta dîmenên nû: Bi hezaran dar hatine birîn
Li herêma Besta dîmenên nû: Bi hezaran dar hatine birîn

Li herêma Rîsorê ya Bestayê di dîmenên hatine kişandin de tê dîtin ku bi hezaran dar hatine birîn.

Meşa ber bi Cûdî ve: Em ê qirkirina tê kirin raxin ber çavên raya giştî
Meşa ber bi Cûdî ve: Em ê qirkirina tê kirin raxin ber çavên raya giştî

Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Nacî Sonmez û Hevberdevka Yekitiya Ekolojiyê Halîme Şaman dan zanîn ku dê di 17’ê îlonê de ber bi Cûdî ve bimeşin û qirkirina daristanan raxin ber çavê tevahiya raya giştî.

Hevserokê KCD'ê Ozturk: Talan, şer û tecrîd girêdayî hev in
Hevserokê KCD'ê Ozturk: Talan, şer û tecrîd girêdayî hev in

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk diyar kir ku texrîbkirina xwezayê û şer yekser pêwendîdar in û got ku çavkaniya vê yekê jî tecrîda li Îmraliyê ye.

Dê ji Riha û Amedê ber bi Cûdî ve biherikin
Dê ji Riha û Amedê ber bi Cûdî ve biherikin

Siyasetmedarên li Riha û Amedê ji bo Meşa Cûdî ya 17’ê îlonê banga tev li bûnê kirin û wiha gotin: “Em dibêjin êdî bes e. Werin em bi hev re xwedî li xwezayê derkevin.”

Ekolojîst dê di 17'ê Îlonê de li Cûdî bin
Ekolojîst dê di 17'ê Îlonê de li Cûdî bin

Ekolojîstên ku dê beşdarî Meşa Cûdî bibin gotin: "Em pêşî li ber vê rantê û qirkirinê bigirin. Beşdarbûna her mirovekî/ê rizgarkirina darekê ye."

Platforma Ked û Demokrasiyê: Li dijî talana ekolojiyê em dengê xwe bilind bikin
Platforma Ked û Demokrasiyê: Li dijî talana ekolojiyê em dengê xwe bilind bikin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê destnîşan kir ku qirkirina ekolojiyê sûcê herî mezin e û bang li her kesî kir ku li dijî vê talanê dengê xwe bilind bikin.

'Meşa Cûdî dikare bibe gava hevpar a têkoşîna ekolojiyê’
'Meşa Cûdî dikare bibe gava hevpar a têkoşîna ekolojiyê’

Nûnerên partiyên siyasî û saziyan da zanîn ku meşa ber bi Çiyayê Cûdî ve xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Nûneran, diyar kir ku di çarçoveya konsepta şer a li dijî gelê kurd de herêm ji mirovan tê xalîkirin û li dijî vê jî hewcehî bi têkoşîneke hevpar heye.

Jinên HDP'î: Feraseta ku jinê û xwezayê qetil dike heman feraset e
Jinên HDP'î: Feraseta ku jinê û xwezayê qetil dike heman feraset e

Jinên HDP'î ku ji bo meşa ber bi Çiyayê Cûdî ve bang kirin diyar kirin ku nêzîkatiya feraseta baviksalariyê ya li hemberî jinê û xwezayê heman nêzîkatî ye û wiha gotin: "Berî her kesî divê jin pêşî li ber vê bigirin."

Ji jinên Behra Reş banga ji bo Meşa Cûdî
Ji jinên Behra Reş banga ji bo Meşa Cûdî

Jinên Behra Reş ên ku piştgiriyê didin Meşa Cûdî ku dê di 17’ê îlonê de li dijî talankirina xwezayê bê lidarxistin, îşaret bi têkoşîneke topyekûn kirin.

Bi hezaran kes dê li dijî talankirina xwezayê berê xwe bidin Cûdî
Bi hezaran kes dê li dijî talankirina xwezayê berê xwe bidin Cûdî

Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Abdullah Gungen ji bo Meşa Çiyayê Cûdî ku dê li dijî talankirina xwezayê bê kirin bang kir û wiha got: "Ji bo xwezaya me nebe çol, divê em li dijî vê talanê rabin."

Rêxistinên Hawirdorê: Talana li Wan û Colemêrgê taleneke tirsnak e
Rêxistinên Hawirdorê: Talana li Wan û Colemêrgê taleneke tirsnak e

Rêxistinên hawirdorê yên li Colemêrg û Wanê li cihê cih rûxandina ekolojiyê raçav kirin gotin ku talana hatiye kirin, talaneke pir tirsnak e.

Ji bo Meşa Cûdî bang: Werin em xwezaya xwe bi hev re biparêzin
Ji bo Meşa Cûdî bang: Werin em xwezaya xwe bi hev re biparêzin

Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Aliye Kizildamar ji bo Meşa Çiyayê Cûdî ku dê di 17’ê îlonê de bê kirin bang kir û wiha got: “Banga min li her kesî ew e ku piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Wer in em xwezaya xwe bi hev re biparêzin.”

Ji bo Meşa Cûdî ya li dijî qirqirina ekolojiyê bang kirin
Ji bo Meşa Cûdî ya li dijî qirqirina ekolojiyê bang kirin

Rêxistinên ekolojî û partiyên siyasî ji Êlihê bang li herkese kirin ku beşdarî meşa Çiyayê Cûdî ya li dijî qirkirin û talana ekolojîk were lidarxistin bibin.

Xelkê Şirnexê li dijî talana xwezayê banga tevlibûna Meşa Cûdî kir
Xelkê Şirnexê li dijî talana xwezayê banga tevlibûna Meşa Cûdî kir

Xelkê Şirnexê banga meşa dê di 17’ê îlonê de ji bo li dijî talankirina daran li Çiyayê Cûdî pêk were kirin û gotin: “Heke talankirina daristanên me wisa bidome, wê darek ku zarokên me li bin siya wê rûnên, nemîne.”

< 41 42 43 44 45 > Rupel 43 / 99