Wêneyê talana li Cûdî nîşan da: Hûn dijminê ekolojiyê ne
Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç li Desteya Giştî ya Meclisê wêneyê talan darên li Çiyayê Cûdî nîşan da û got: “AKP dijminê ekolojiyê ye.”
Gursucu bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da: Dema mijar bû Kurdistan her kes bêdeng e
Ekolojîst Gursucu diyar kir çekên kîmyewî li gel jiyana mirovan her wiha jiyana xwezayê jî tune dike û wiha got: “Dema mijara behsê xeberê bû Kurdistan, hemû kes xwe bêdeng dike. Ev pêvajo durûtiyê ranagire. Divê her kes bê şert ji şer re bibêje na.”
Geliyên Gabarê zivistanê pêşwazî kirin!
Darên li geliyên kûr ên Çiyayê Gabarê, bi rengên xwe yên payizî zivistan pêşwazî kirin.
‘Li Zanîngeha Dîcleyê di asta qirkirinê de sûc tên kirin’
Endamê Komeleya Ekolojiyê Zekî Kanay diyar kir ku erdê Zanîngeha Dîcleyê bi qurbanî rantê tê kirin û wiha got: “Sûcên di asta qirkirinê de tên kirin. Divê ev yek bê cezakirin.”
Aksu yê ekolojîst: Şer, erdnîgariya Kurdistanê jehrî dike
Endamê Kolektîfa Ekolojiyê yê Polenê Cemîl Aksu diyar kir ku êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê û Rojava erdnîgarî tê jehrîkirin û wiha got: “Divê li dijî hêzên emperyal ên dixwazin herêmê bikin mêtingeha xwe û derebegên herêmî têkoşîna demokrasiyê bê dayîn.”
Hewsel bi rengên payîzê xemilî
Baxçeyên Hewselê yên Amedê ku 8 hezar sal in çandinî lê tê kirin, bi rengên payîzê xemilî.
Li gundê suryanan talankirina daran didome
Talankirina daran a li gundê Hesana yê li qontarê çiyayê Cûdî didome.
'Şer ekolojiyê talan dike’
Rêxistinên ekolojiye li dijî êrişên ser Rojava daxuyanî dan û gotin: “Şer herî zêde talankirina ekolojîk pêk tîne.”
Payîzê Dêrsim bi rengên sor û zer xemiland
Xwezaya Dêrsimê bi hatina demsala payîzê rengên xwe veguherand sor û zer.
Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
Şûraya Dewletê cara duyemîn ji bo rapora ÇED’ê ya ji bo Santrala Hîdroelektrîkê ku tê xwestin li ser Çemê Zorava bê çêkirin, biryara betalkirinê da.
Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê ku gelek partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk di nav de ne hate avakirin.
Berê xwe bidin çiyayan hûn ê xweşikbûna payîzê bibînin
Çiya û newalên gundê Eskar ê girêdayî navçeya Pasûrê, bi hemû rengên xwe xweşikbûna biharê pêşkeş dike.
Li Kurdistanê ji bendavan ber bi kîmyasalê ve: Talana ekolojîk didome
Di salên 1960'î de rûxandina ekolojîk a ku bi bendavan li Kurdistanê dest pê kir îro bi madeyên bikaranîna kîmyewî dewam dike. Ekolojîst Huseyîn Çaglar got çekên kîmyewî bi awayekî xwezayî hemû zindiyan li cihê lê tê bikaranîn tune dike.
Birîna daran a li Xozatê 5 meh in bênavber didome
Daristanên ku par li gundên Şamoşî û Zogar ên girêdayî navçeya Xozata Dêrsimê bi hinceta “operasyonên leşkerî” hatin şewitandin, bi hinceta “çandina jinûve” 5 meh in bênavber tên birîn.
TMMOB a Amedê: Ev bajar bêxwedî nîne
Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB a Amedê bertek nîşanî projeya ku dê 10 hektarên daristana Zanîngeha Dîcleyê tune bike da û got: “Ev bajar bêxwedî nîne.”