Rapora der barê talankirina xwezaya Botanê de
Tevgerên Ekolojîparêz rapora ku li ser birîna daran û şewata daristanên li herêmê amade kirin, belav kirin.
Mizgîndêra payizê Canemerg bişkivî
Li Zozana Feraşînê mizgîndêra demsala payizê, kulîlka Canemergê bişkivî.
Şewata li Çanakkaleyê hate kontrolkirin
Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli got ku şewata li Çanakkaleyê ku di roja 3’yemîn de didome hate kontrolkirin.
Şewata li Çanakkaleyê di roja 3’yan de didome: 11 gund hatin valakirin
Şewata li Çanakkaleyê di roja 3’yan de didome û heta niha hezar û 500 hektarên daristanê bûne xwelî. 11 gund hatine valakirin û 95 kes jî ji dûyê bibandor bûn.
Dorpêça li ser gundê Bilbêsê di roja 27’an de didome
Dorpêça leşkerî ya li ser gundê Bilbês ê Elkê di roja 27’an de berdewam dike.
Li Çanakkaleyê şewat: 9 gund hatin valakirin, 5 hezar hektar şewitî
Duh li Çanakkaleyê şewat derket û 23 saet in bênavber didome. Heta niha 9 gund hatine tehliyekirin û di nava 9 saetan de qadeke bi qasî 5 hezar hektaran şewitî.
Lêkolînên li herêmên şewatê: Kurdistan bêdaristan dimîne
Endamên Komeleya Ekolojiyê li herêmên Amedê yên şewat lê derketin lêkolîn kirin û ev hişyarî kirin: "Kurdistan bêdaristan dimîne. Divê tevdîr bên girtin."
Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
Şewata di 17’ê tebaxê de li Çiyayê Gabarê derketibû îro di saetên serê sibehê de vemirî.
Şewata li Hênê hat vemirandin
Li navçeya Hênê şewata ku duh derketibû îro berdestî sibehê hat vemirandin.
Ji AKP'ê xebera nebixêr: Dê li ser Çemê Dîcleyê bendaveke din jî bê çêkirin
Çêkirina bendava 10'emîn a li ser Çemê Dîcleyê ket meriyetê. Li gel çêkirina bendavê dê Iraq û Herêma Kurdistanê jî bi awayekî neyînî jê bandor bibin. Tê diyarkirin ku ev bendava ku dê bê çêkirin, dê bibe duyemîn santala herî mezin a HES'ê.
Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe
Hevserokên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê diyar kirin ku dewletê polîtîkayên xwe yên şerê taybet ku li dijî herêmê dimeşîne zivirandiye wêrankirina xwezayê û gotin: “Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe. Ew dengê ku li Akbelenê bilind dibe divê ku li Cudî jî bilind bibe.”
Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin
Komîteya Hawirdorê ya Îkîzkoyê, ji ber talana li Akbelenê giliyê rayedarên şîrketê, waliyê berê û Midûrê Giştî yê Daristanan kir.
Li qada daristanê ya Mêrdînê şewat derket
Li qada daristanê ya gundê Tîzyan ê Artukluyê şewat derket. Ji bo vemirandina şewatê mudaxile tê kirin lê şewat deqe bi deqe mezintir dibe.
Şewata îro li Licê di danê sibehê de hatibû vemirandin dîsa dest pê kir
Şewata li gundê gundê Bamitnî yê Liceyê dest pê kiribû îro di danê sibehê de hatibû vemirandin lê hat zanîn ku şewatê dîsa dest pê kiriye.