Texrîbata li ser xwezayê mezin dibe: Çareserî paradîgmaya ekolojîk e
Hevserokê ÇEV-DER’ê Alî Kalçik bal kişand ser texrîbata ekolojiyê ya li Kurdistanê û got ku çareseriya pêşîlêgirtina vê texrîbatê, xwedîderketina li paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Abdullah Ocaln e.
Çemê Êlihê ku depoya oksijenê ye di xeterê de ye
Çemê Êlihê ji bo erdnîgariya Êlihê wekî çavkaniya debar, av, oksîjen û çavkaniya nebatan e. Lê ji ber rayedarên dewletê tedbîran nagirin, di çem de kanên xîzê tên kolan û fabrîqetorên li pîşesaziyê hemû berhemên sanayê di nava çem de vala dikin. Qirêjkirina çem, siberoja çem dixe talûkeyê.
Têkoşîna ji bo 'bila ekoqirkirin wekî sûc bê hesibandin'
Endama Koma Xebatê ya Ekoqirkirinê ya Koalîsyona Edaleta Avhewayê Îlksen Dînçer Baş, diyar kir ku ji bo "Ekoqirikirinê" daxilî nava çaçroveya sûc bê kirin têdikoşin û got ku sûcên li dijî xwezayê bêceza tên hiştin.
Li Mereşê xwezaya gundê Çoçeliyê yê kurdên elewî tê talankirin
Gundê Çoçelî yê kurdên elewî yê bi ser navçeyê Bazarcix a Mereşê bi talankirina xwezayê vê rû bi rû hatiye hiştin. Şêniyên gund bertek nîşanî fabrîqaya çîmento û kana keviran ên li nezî gund hatine avakirin dan û xwestin ev febrîqa ji gundê wan bên rakirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Îrmez: Di nava 3 salan de ji sedî 8'î darên Botanê hatine birîn
Birîna daran ku di bin çavdêriya leşkeran de ji aliyê cerdevanan ve tê kirin, havîn û zivistanê didome. Endamê Komîsyona Hawirdorê ya DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez, diyar kir ku desthilatê li dijî xwezaya Kurdistanê şerekî polîtîk daye destpêkirin û got: “Tenê di 3 salan de ji sedî 8'î darên Botanê hatine birîn.”
Gundiyan RES protesto kirin: Dê bibe sedema ziyanên jêneveger
Têkildarî 10 RES’ên tê plankirin li Pilemûriyeyê bên çêkirin daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku heke ev proje pêk bê dê rê li ber ziyanên jêneveger veke.
Li qeraxa Gola Wanê çêkirina avahiyên qaçax serbest e!
Serokê ÎMO ya Wanê Mihaîl Atîk diyar kir ku qeraxa Gola Wanê bi kevir û betonê hatiye tijekirin û bal kişand ser wê yekê ku avahiyeke qaçax tê çêkirin. Atîk, got ku dê gilî bikin.
Dadgehê projeya HES’ê ya Geliyê Zîlanê da sekinandin
1’emîn Dadgeha Cezayên Îdareyê ya Wanê, biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” ya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya têkildarî Regulator û Projeya HES’ê ya li Geliyê Zîlanê betal kir.
Ji Komeleya Ekolojiyê ya Amedê ‘Bazara Pevguhertinê’
Komeleya Ekolojiyê ya Amedê li dijî çanda mezaxtinê ya pergalê, 5’emîn Bazara Pevguhertinê li dar xist. Di bazarê de dîmenên rengîn derketin holê.
Komeleya Ekolojiyê dê ‘Bazara Pêvguhertinê’ li dar bixe
Komeleya Ekolojiyê dê sibê bi dirûşmeya “Bi qasî ku em xerc dikin, têne xerckirin, em bi parvekirinê zêde bikin” 5’emîn Bazara Pevguhertinê li dar bixe.
Me dîmenên qirkirina xwezaya li Akbelenê girtin: Qada sîtê tê qirkirin
Me dîmenên Daristana Akbelenê girtin ku bê li vir qada sîtê û darên zeytûnan çawa bi makîneyên kar hatine qirkirin.
Perava Gola Wanê ji avahiyên qaçax xalî nabe
Ji ber avahiyên fermî û wîlayên li derdora Gola Wanê tên çêkirin, xwegihandina golê pir zehmet bûye. Hat diyarkirin ku tebê li navçeya Tûşbayê 552 avahiyên li dijî îmarê hatine avakirin.
Dê ‘nûmeqanûna Qirkirina Ekolojiyê' pêşkeşî Meclisê bê kirin
ÇEV-DER’a Wanê daxuyand ku ji bo qirkirina ekolojiyê sûc were hesibandin dê “Pêşnûmeqanûna Qirkirina Ekolojiyê” ya bi îmzeyên komele û kesên ekolojîst pêşkeşî Meclisê bikin.
Wezaretê ji bo birîna daran a li Zozanên Şênê parastina ‘rehabîlîtasyonê’ kir
Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yûmakli ku bersiva pêşniyazpirsa têkildarî birîna daran a li Zozanên Şênê yên di navbera Amed û Mûşê de dimînin da, îdia kir ku bi armanca “rehabîlîtasyonê” dar tên birîn.
Xwezaya Nûrheqê diqede!
Navçeya li quntarê Çiyayê Nûrheqê, di nava HES û kanên madene de asê maye. Serokê Komeleya Çand û Parastina Jiyana Xwezayî ya Nûrheq û gundên wê Zeynel Gul, qala texrîbata ekolojîk ya li navçeyê kir û bal kişand ser xetereya koçê.