Li Hesandinê jiyan di xetereyê de ye
Li Hesandinê jiyan di xetereyê de ye

Welatiyên li dijî talankirina xwezayê ya li herêma Hesandinê ya navçeya Pasûrê li ber xwe didin gotin, "Eger ev der winda bibe, Pasûr wê tine bibe."

Xelk naxwaze li mêrgên Amedê GES bên çêkirin
Xelk naxwaze li mêrgên Amedê GES bên çêkirin

Welatiyên Sûrê bertek nîşanî projeya GES’ê dan ku tê xwestin li gundê Arzoxliyê bikeve meriyetê û xwestin ev projeya dê bibe sedema koçberiyê, tavilê were betalkirin.

Zozanên Hesendînê îcar jî ji bo baregeha leşkerî tê talankirin
Zozanên Hesendînê îcar jî ji bo baregeha leşkerî tê talankirin

Herêma Hesendînê ku bi têkoşîna xwe ya li dijî madenê di rojevê de ye, îcar jî ji bo baregeha leşkerî tê talankirin. Welatiyên çûn herêmê, xwestin xebatên hatine destpêkirin bên sekinandin.

Jinan li Amedê şitil danîn
Jinan li Amedê şitil danîn

Jinên li navçeya Peyasê hatin gel hev, şitil danîn.

Qirêjiya li Gola Wanê zêde dibe, populasyona candaran tune dibe
Qirêjiya li Gola Wanê zêde dibe, populasyona candaran tune dibe

Hevberdevkê Wan Eko-Derê Erdogan Eduk bal kişand ser wê yekê ku ava Gola Wanê kêm bûye û qirêjî zêde bûye û got ku ji ber vekişîna avê populasyona zindî jî zirar dibîne.

Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî
Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî

Tevî ku îsal barîn kêm jî bûn, bi hatina biharê re Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî.

Norçîn bi rengên biharê xemilî
Norçîn bi rengên biharê xemilî

Gundê Norçînê yê navçeya Hewagê ku li rex Çemê Firatê ye, bi germbûna hewayî re bi rengên kesk, zer û şîn xemilî.

Li quntarên Çiyayê Cîloyê dîmenên mizgîniya biharê
Li quntarên Çiyayê Cîloyê dîmenên mizgîniya biharê

Bi mizgîndarên biharê berfînên bişkivîn re, li quntarên Çiyayê Cîloyê dîmenên balkêş derketin holê.

Li Deşta Mûşê şahiya berfînan
Li Deşta Mûşê şahiya berfînan

Bi helîna berfê re li Deşta Mûşê Berfînan kulîlk vekirin.

Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr

Komeleya Ekolojiyê û Baroya Amedê çûn serdana gundiyên li dijî çêkirina kana xîzî ya li Xana Axparê li ber xwe didin û piştevanî dan.

Di Çemê Dîcleyê de mirina bi komî ya masiyan
Di Çemê Dîcleyê de mirina bi komî ya masiyan

Li navçeya Bismilê di Çemê Dîcleyê de gelek masî bi komî mirin. Mirina bi komî ya masiyan rê li ber fikaran vekir.

Li dijî projeya çêkirina bendavê dê pêvjaoya hiqûqî bê destpêkirin
Li dijî projeya çêkirina bendavê dê pêvjaoya hiqûqî bê destpêkirin

Parêzer Dîlan Elçî da zanîn ku bi çêkirina bendava tê xwstin li ser Rûbarê Nerdûşê yê li Cizîrê re dê gundên weke “qada parastinê” hatine ragihandin di bin avê de bimînin û got: “Em ê li dijî vê projeyê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.”

Li Eko Jinê wê hemû biryar bi hev re bên dayîn
Li Eko Jinê wê hemû biryar bi hev re bên dayîn

Rêvebera Jinan a GABB'ê Necla Gursoy diyar kir ku wê li Qada Jiyanê ya Jinên Ekolojîk a Eko Jîn xebateke kolektîf bê meşandin.

Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir

Germavên Hestayê yên dîrokî yên li navçeya Basayê ji hêla Îdareya Taybet a Şirnexê ve li şaredariyên AKP û BBP’ê hatin kirêkirin û li rantê hatin vekirin.

Li Şirnexê talan jî û rant jî aîdî serokê AKP'î ne: Di 2 salan de 933 milyon TL
Li Şirnexê talan jî û rant jî aîdî serokê AKP'î ne: Di 2 salan de 933 milyon TL

Serokê AKP'ê yê Şirnexê Îbrahîm Halîl Erkan bi şîrketa ku di sala 2020'an de damezrandibû, di du salan de bi HES û bendavên ku xwezaya bajêr texrîb dikin 933 milyon TL . Şîrketa Erkan a ku bi HES û bendavan xwezaya bajêr xera kir, di nava 2 salan de bi 933 milyon TL'yan îhale girtine.

< 17 18 19 20 21 > Rupel 19 / 99