Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
Serokê Odeya Çandinê yê Hezexê Ahmet Yagan diyar kir ku li Kurdistanê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donim erdê dexl û danê hişk bûye û divê dewlet zirara cotkaran tanzîm bike.
Têketina herêmên dar lê tên birîn hate qedexekirin
Çiyayên Gabar û Cûdî jî di nav de li Şirnexê têketina 13 herêmên ku dar lê tên birîn, hate qedexekirin.
Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
Welatiyên li dijî projeya GES’ê ya li gundê Zeytûna yê navçeya Rişmîlê li ber xwe didin, diyar kirin ku tê xwestin çêregehên wan ji dest wan bên girtin û gotin: “Em naxwazin ji warê xwe bar bikin.” Şaredarê ku projeyê diparêze jî îdiaya “tenê 4-5 kes bertekê nîşan didin” kir.
Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
Welatiyên li dijî projeya GES’ê ya li gundê Zeytunayê derketin, li pêşiya kemçeyan çalakiya rûniştinê li dar xistin û kemçe dan sekinandin.
Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
Welatiyan bertek nîşanî projeya santrala rojê ya ku tê plankirin li gundê Cixsê yê Pasûrê bê çêkirin dan û diyar kirin ku ev proje dê debara wan têk bibe û ew ê li dijî vê li ber xwe bidin.
Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
Welatiyên beşdarî civîna ÇED’ê ya li gundê Xeceri yê Dêrsimê bûn, gotin ku ew projeya GES’ê naxwazin.
Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
Li gundê Çemkayê yê Colemêrgê welatiyên gund li dijî xebatên lêgerîna madenan çalakî dan destpêkirin û dan zanîn ku ew ê destûr nedin xwezaya wan were talankirin.
Li Pasûrê protestoya GES’ê
Şêniyên gundê Cixse yê Pasûrê li dijî projeya GES’ê çalakî li dar xistin û proje protest kirin.
Welatiyên li dijî îstîmlaqkirinê derketin hatin binçavkirin
Welatiyên li Samandagê hewl dan makîneyên kar ên dixwestin têkevin zeytûngeh û baxçeyên narînciyeyan ku di bin navê “îstîmlaqkirina lezgîn” de hatine desteserkirin, hatin binçavkirin.
Rêxistinên ekolojiyê: Weke gava ewil divê dewlet destê xwe ji xwezaya me vekêşe
Ekolojîstên li dijî qirkirina ekolojiyê têdikoşin û piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan kampanya dane destpêkirin, wiha gotin: “Yek ji gava ewil a ku divê dewlet biavêje ew e ku destê xwe ser xwezaya me vekêşe.”
Li Bestayê di bin kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan dar tên birîn
Demekî dirêje li herêma Bestayê ya Şirnexê bi destê cerdevanan dar tên birîn. Bi hatine biharê re birîna daran a li herêmê dîsa dest pê kir.
Çîçeka nadîde ya biharê: Guldexwîn
Guldexwînên li deverên bilind ên li rex Gola Wanê û Girava Ahtamaryê vebûn, bi xwşikiya xwe welatiyan mest dikin.
Li Şirnexê li dijî talankirina xwezayê dar hatin çandin
Rêxistinên Ekolojiyê li Herêma Bestayê li dijî talana xwezayê di çarçoveya kampanyaya “Tu jî darek biçîne, jiyanê şîn bike” dar çandin.
Li dijî biryara 'ÇED ne hewce ye' ya ji bo Hesandînê doza betalkirinê
Baroya Amedê û OHD bi daxwaza betalkirina biryara "ÇED ne lazim e" ji bo lêgerîn û xebatên madenê yên li herêma Hesandîn a Pasûrê serî li dozgeriyê dan.
Dixwazin kana madenê mezintir bikin
Hat hînbûn ku kana madenê ya li taxa Dûrsûnbeyê hatiye xebitandin tê hedefkirin ku 22 caran bê mezinkirin.