Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Ji bo tehliyekirina sivîla agirbesta demkî
Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de di roja 12'an de berdewam dike. Bi daxwaza Fransayê li 4 bajaran ji bo tehliyekirina sivîlan biryara agirbestê hat dayîn. Ji ber şer bihayê petrolê derket 139 dolaran û aboriya welat serobino kir.
Şerê Ûkrayna û Rusyayê: Zelenskî daxwaza balefirên şer kir
Li gorî çapemeniya Amerîkayê, Amerîka hewl dide ku balefirên şer ên di destê welatên rojhilatê Ewropayê de ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine çêkirin ji Ûkraynayê re bên şandin.
Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Peşaver ê Pakistanê teqînek pêk hat û herî kêm 30 kes di teqînê de jiyana xwe ji dest dan.
Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
Rûsya û Ûkraynayê duh bi şev hevdîtina duyemîn a muzakereyê kirin. Aliyan di hevdîtinê de li ser dewamkirina muzakereyan li hev kir. Hat ragihandin ku şewata li Santrala Nukleer a Zaporizhzhya heta serê sibê dom kir û pişt re hat vemirandin.
Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şande wê hevdîtina duyemîn bikin
Şerê ku Rûsyayê li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin, hefteyek li pey xwe hişt. Tê payîn ku di navbera aliyan de hevdîtina duyemîn were kirin. Artêşa Rûsyayê ji hewayê ve leşker danî bajarê Harkovê.
Dadgeha Federal a Iraqê: PDK nikare namzetekê din nîşan bide
Dadgeha Federal a Iraqê, ji bo serlêdanên namzetiya serokomariya Iraqê biryara xwe da. Dadgehê got: “Nabe ku kesek cara duyemîn bibe namzet.” Bi vê biryarê re rê li ber PDK’ê hate girtin ku namzetê xwe diyar bike.
NY: Li Ûkraynayê 13 jê zarok 536 kes jiyana xwe ji dest dan
Berdevka Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê NY'yê Liz Throssel, derbarê şerê û Rûsya û Ûkraynayê de axivî û diyar kir ku di şer 13 jê zarok 536 kes jiyana xwe ji dest dane.
Şerê Rûsya û Ûkraynayê di roja 6'an de didome: Nîv mîlyon mirov welatê xwe terk kirin
Şerê Rûsya û Ûkraynayê di roja 6'an der berdewam dike. Hat diyarkirin ku hevdîtinên duh li Belarûsê di navbera aliyan de dest pê kiribûn jî didomin. NY'yê ragihand ku heta niha 500 hezar welatiyên Ûkraynayê welatê xwe terk kirine û derbasî welatên rojavayî bûne.
Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 3’yemîn de ye: Li Kîevê pevçûn dijwar bûn
Şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê daye destpêkirin di roja sêyemîn de berdewam dike. Di şerê ku dewletên Rojava tenê bi cezakirinê sînor man de arteşa Rûsyayê kete Kîevê û şer û pevçûn lê dijwar bûye
Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 2’yemîn de ye: Putin dixwaze muzakereyan bike
Şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê daye destpêkirin di roja duyemîn de berdewam dike. Televîzyona dewletê ya Çînê CCTV ragihand ku Putin gotiye, "Rûsya dixwaze bi Ukraynayê re muzekereyên di asta bilind de bike."
Biden, mueyideyên derbarê Rûsyayê de eşkere kirin
Serokê DYA'yê Joe Biden ku mueyideyên derbarê Rûsyayê de ragihandin, got: "Em heyînên Rûsyayê yên hêjayî trîlyonek dolar radiwestînin."
Li Ûkraynayê 2 hezar xwendekar asê man
Bi destpêkirina operasyona leşkerî ya Rûsyayê re li Ûkraynayê 2 hezar xwendekarên ji Tirkiyeyê asê man. Xwendekar, li benda tehliyekirinê ne.
Lucescu: Hêvî dikim mirovên mezîn ên bêmêjî şer rawestînin
Dîrektorê Teknîkî yê Dînamo Kîevê Mircea Lucescu, derbarê êrişa Rûsyayê ku li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin ev tişt got: "Hêvî dikim mirovên mezîn ên bêmêjî şer rawestînin."
Zelenskiy: Em ê xwe biparêzin
Serokê Dewletê yê Ukraynayê Zelenskiy derbarê operasyona leşkerî ya ku Rûsyayê li dijî herêma Donbassê daye destpêkirin de got: “Heke êriş li ser jiyana me, azadiya me û zarokên me pêk were, em ê xwe biparêzin.”
Bîden: Wê Amerîka û hevkarên xwe bersiv bidin Rûsyayê
Serokê Amerîkayê Bîden, bertek nîşanî operasyona ku Rûsyayê li dijî Donbassê da destpêkirin da û ev tişt got: "Wê tenê Rûsyayê ji mirin û hilweşandina ku vê êrişê bi xwe re bîne berpirsyar be. Wê dinya ji Rûsyayê hesab bipirse."