Lucescu: Hêvî dikim mirovên mezîn ên bêmêjî şer rawestînin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Dîrektorê Teknîkî yê Dînamo Kîevê Mircea Lucescu, derbarê êrişa Rûsyayê ku li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin ev tişt got: "Hêvî dikim mirovên mezîn ên bêmêjî şer rawestînin."
 
Dîrektorê Teknîkî yê Dînamo Kîevê Mircea Lucescu, derbarê êrişa Rûsyayê ku li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin axivî û ev tişt got: "Li Ûkraynayê heta 30 rojan hemû xebatên werzîşê hatine rawestandin. Ez ê ji Kîevê nerevim, ne tirsonek im. Hêvî dikim mirovên mezîn ên bêmêjî şer rawestînin."
 
Lucescu, li Ûkrayna dîrektoriya teknîkî ya tîma Dînamo Kîevê dike.