Filistînê ji bo Xezeyê bang li civaka navneteweyî kir
Wezareta Karên Derve ya Filistînê, piştî Îsraîlê ragihand ku li dijî Xezeyê dest bi operasyona bejahî kiriye, banga mudaxileya “awarte û lezgîn” li civaka navneteweyî kir.
Jinên Meksîkayî ji bo ‘mafê hêviyê’ çalakî li adr xistin
Li Meksîkayê 35 jinan ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re û balê bikişînin ser biryara “Mafê hêviyê” ya der heqê Abdullah Ocalan de, dest bi çalakiyeke ku dê 2 rojan bidome, kirin.
Ji Komîteya Wezîran re name: Di mijara ‘mafê hêviyê’ de peyama zelal bide
Rêxistinên civaka sivîl, ji Sefîra Almanyayê ya li Konseya Ewropayê Heike Thiele’yê re name şandin û jê xwestin ku Komîteya Wezîran di mijara aştî, demokrasî û mafê hêviyê de peyameke zelal bide.
Îsraîlê li dijî Xezeyê operasyona bejahî da destpêkirin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku bi armanca “dagirkirina” Şirîda Xezeyê operasyoneke berfireh a bejahî dane destpêkirin.
Komîteya Wezîran ji bo ‘mafê hêviyê’ dicive: Tê payin ku biryara navberê bê dayin
Roja ewil a civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê îro dest pê bike. Di civînê de dê were lêkolînkirin bê Tirkiyeyê di mijara “mafê hêviyê” de gav avêtiye yan na.
Çalakiya Belucan di meha 3’yan de didome
Çalakiya malbatên Beluc ku bi daxwaza berdana lîderên BYC’ê û aşkerakirina aqûbeta Belucên bi darê zorê hatine windakirin hatiye destpêkirin, di meha 3’yemîn de didome.
Rêxistina Efûyê: Divê Şerîfe Mihemedî demildest bê berdan
Şaxa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) ya li Awistiryayê çalakiyên Şerîfe Mihemediyê wekî çalakiyên aştiyane bi nav kir û xwest ku demildest bê berdan.
Parlamenterê îtalî: Divê Konseya Ewropayê mudaxilî doza Ocalan bibe
Li Îtalyayê Serokwekîlê Koma Parlamentoyê ya Tifaqa Kesk-Çep Marco Grimaldi daxuyaniyek da çapemeniyê û bang li Konseya Ewropayê kir ku mudaxilê doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe.
Profesor Eva Illouz: Ocalan ne şer, aştiyê hilbijart
Profesora Civaknasiyê Eva Illouz, di peyama xwe ya piştgiriyê ya ji bo Ocalan de got: "Ocalan, gaveke wêrek avêt: ne şer, aştiyê hilbijart. Hêvîdar im ku Ocalan li Rojhilata Navînê ji bo hin pêşengên din bibe îlham."
Sushîla Karkî bû serokwezîra jin a ewil a Nepalê
Li Nepalê piştî xwepêşandanên bi rojan, di dîroka welêt de tiştekî nebûyî pêk hat. Seroka berê ya Dadgeha Bilind Sushîla Karkî wekî serokwezîra demkî sond xwar û bû serokwezîra jin a ewil a Nepal
Li herêma Kamçatkayê bi pileya 7.4 erdhej
Li nîvgirava Kamçatkayê ya Rûsyayê bi pileya 7.4 erdhej çêbû.
Trump û Serokwezîrê Qeterê dê bicivin
Serokê DYA’yê Donald Trump û Serokwezîrê Qeterê Şeyh Muhammed bin Abdurrahman Âl-i Sani dê bi rojeva êrişa Îsraîlê ya li dijî Dohayê û Xezeyê li New Yorkê bicivin.
Li Pakistanê lehî rabûn: 2 milyon kes hatin tehliyekirin
Li eyaleta Pencapê ya Pakistanê ji ber lehiyan, ji meha Hezîranê heta niha 900 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 2 milyon kes jî hatine tehliyekirin.
Li Nepalê dê ji bo hikûmeta demkî muzakere bên kirin
Li Nepalê dê ji bo avakirina hikûmeta demkî muzakere bên destpêkirin.
Muzîkjenê navdar Wecker: Ji bo aştiyê şert e ku Abdullah Ocalan azad bibe
Muzîkjenê navdar ê Alman û aktîvîst Konstantin Wecker, dîmenek parve kir û xwest qedexeya li ser PKK’ê ya li Almanyayê were rakirin û got: “Ji bo aştiyê şert e ku Abdullah Ocalan azad bibe.”