Çar welatên din ragihandin ku dewleta Filistînê nas dikin
Welatên Monako, Belçîka, Luksemburg û Maltayê di konferansa ji hêla Fransa û Erebistana Siûdî ve li New Yorkê hat lidarxistin de ragihandin ku ew bi awayekî fermî dewleta Filistînê nas dikin.
Hunermendê Arjantînî Racca ji bo Ocalan bang kir
Hunermend-nivîskarê Arjantînî Federico Racca ku yek ji wan kesên kampanyaya ‘Cihek ji bo Ocalan’ re dimeşîne ye, got: “Mezinbûna çalakiyê me gelek keyfxweş dike. Ez bang li her kesî dikim ku vîdeoyekê bikişînin û kursiya li rex wan bila ji bo Abdullah Ocalan be.”
NY bi rojeva Filistînê dicive
Civîna destpêkê ya serdema 80’emîn a Lijneya Giştî ya NY’ê li New Yorkê bi rojeva Filistînê dicive.
Li Girtîgeha Qerçekê mirineke biguman
Komeleya Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku 10’ê Îlonê girtiya bi navê Cemîle Ezîzî li Girtîgeha Qerçekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest daye.
KCDK-E: Nabe ku ‘Mafê hêviyê’ were taloqkirin
KCDK-E’yê têkildarî “Mafê hêviyê” daxuyanî da û diyar kir ku nabe ev maf were taloqkirin û xwest prosedura binpêkirinê were destpêkirin.
Rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî Sumeye Reşîdî giran dibe
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî ya Kurd û aktîvîsta Kampanyaya Milyonek Îmze Sumeye Reşîdî giran bûye û rakirine nexweşxaneyê.
Fîlozofê Awûsturyayî Pfaller piştgirî da Ocalan
Profesor Robert Pfaller, diyar kir ku ew piştgiriyê dide banga Abdullah Ocalan û got: “Hêvîdarim ku hemû aktoren siyasî yên li Tirkiyeyê fêm bikin ku ev firsendeke d3ırokî ye.”
DYA’yê cara 6’an pêşnûmaya agirbestê ya ji bo Xezeyê veto kir
DYA’yê cara 6’emîn pêşnûmaya bi daxwaza agirbesta lezgîn û mayinde û berdana dîlgirtiyan a ji bo Xezeyê, li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) red kir.
Bi sedhezaran kes li Fransayê daketin qadan
Li Fransayê bi sedhezaran kes li dijî polîtîkayên hikûmetê yên têkildarî budçe, teqawidî, heqdest, kar û edaleta bacê daketin qadan.
Ji Komîteya Wezîran biryara navberê: Dem da Tirkiyeyê, bal kişand ser komîsyonê
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, biryara xwe ya navberê ya têkildarî “Mafê hêviyê” ya Abdullah Ocalan aşkera kir. Komîteyê bang li Tirkiyeyê kir ku tavilê gavan biavêje û diyar kir ku komîsyona li Meclisê hatiye avakirin dikare ji bo gavên pêwîst bê bikaranîn.
Hikûmeta demkî ya Nepalê şîna neteweyî ragihand
Hikûmeta demkî ya Nepalê ji bo 73 kesên di çalakiyên li dijî hikûmetê de jiyana xwe ji dest dane, şîna neteweyî ragihand.
Rejîma Îranê di 3 salan de 2 hezar û 910 kes darve kir
Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmûd Emîrî Muqedem da zanîn ku di nava 3 salan de li Îran û rojhilatê Kurdistanê 2 hezar û 910 kes hatine darvekirin.
Rêxistinên mafên mirovan ji bo Zeyneb Celaliyan bang kirin
Aktîvîst û rêxistinên mafên mrovan têkildarî rewşa tenduristiyê ya Zeynep Celaliyan hişyarî dan û xwestin mafê tedawiyê bêyî şert û merc bê cîbicîkirin.
Profesorê Îranî Dabashi: Banga Ocalanê zana dê li ser herêmê bandoreke mayinde bike
Profeseroê Îranî Hamid Dabashî, piştgirî da banga Abdullah Ocalan û got: “Banga Ocalan ê zana dê li ser pêşeroja herêmê bandoreke dirêj û mayinde bike.”
Prof. Kariane Westrheim: Divê konsey têkildarî 'mafê hêviyê' Tirkiyeyê têxe nava tevgerê
Seroka EUYCC'yê Karaine Westrheimê diyar kir ku helwesta Konseya Ewropayê ya der barê "mafê hêviyê" de qels e û got ku divê komîte zimanekî xurt pêş bixe ku Tirkiye tevbigere.