Sendîkayên navneteweyî ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
Sendîkayên li çar aliyên cîhanê dixebitin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang kirin.
Li Fasê hejmara qurbaniyan derket 2 hezar û 946 kesî
Hejmara qurbaniyên erdheja li Fasê derket 2 hezar û 946 kesan.
Li Lîbyayê bîlanço giran dibe: Hejmara qurbaniyan derket 5 hezar û 300 kesî
Hejmara miriyên ji ber lêhiya li Lîbyayê rabûye derket 5 hezar û 300 kesî û hat destnîşankirin ku herî kêm 10 hezar kes jî winda ne.
Erdogan û Biden bi rojeva F-16’an hevdîtin kirin
Erdogan piştî Lûtkeya G20’ê daxuyanî da. Erdogan got ku têkildarî F-16’an bi Biden re hevdîtin kiriye û wiha got. “Tiştekî rast nîne mijara F-16’an girêdayî mijara Swêdê dikin.”
Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê derket 2 hezar û 12 kesan
Hejmara kesên di erdheja Fasê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 2 hezar û 12 kesan.
Rojnamevana girtî Maroofian: Di bin çavan de êrişa zayendî li min hate kirin
Rojnamevan Nazila Maroofian a li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, di peyama xwe ya bi rêya parêzerê xwe bi rê kirî de diyar kir ku di dema binçavkirinê de êrişa zayendî lê hatiye kirin.
Di salekê de du caran êriş birin ser heman gorê: Bêdengî rê li ber zilmê vedike
Di salekê de gora Revşan Aşkara ya HPG'î du caran hat xerakirin. Diya wê Kûdret Aşkara bertek nîşanî vê da û got ku bêdengiya kurdan rê li ber zilmên nû vedike.
Stranbêj Yarrahî sewqî Girtîgeha Evînê hate kirin
Stranbêj Mehdî Yarrahî ku girêdana dersokê ya bi darê zorê protesto kiribû şandin Girtîgeha Evînê.
Bîlançoya li Kerkûkê giran dibe: 4 ciwanên kurd hatin kuştin û qedexe hate rakirin
Bîlançoya li bajarê Kerkûkê her ku diçe giran dibe. Di êrişa hêzên hikûmeta Iraqê de 4 ciwanên kurd hatin qetilkirin, 15 kes birîndar bûn û îro qedexe hate rakirin.
Rejîma Îranê Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê girt
Rejîma Îranê bi îdiaya “zimanê kurdî teşwîq dike û dide nasîn” lîsansa Enstîtûya Zanistê ya Roznewbar Kurdistanê ya li Rojhilat bi zimanê kurdî perwerdeyê dide betal kir.
Di meha tebaxê de li Îranê 74 kes hatin bidarvekirin
Li gorî rapora tebaxê ya Hengawê; di nava mehekê de li Îranê 74 kes hatin bidarvekirin û 264 kes jî hatin girtin.
Li Îranê aktîvîstên hatin girtin bi tacîzê re rû bi rû man e
Hat zanîn ku aktîvîstên mafên jinan ên li eyaleta Gilan a Îranê hatin girtin, di dema binavkirinê de bi tacîza fizîkî û lêdanê re rûbirû man e.
Hunermendê ku ferzkirina dersokê protesto kirî hate girtin
Hunermend Mehdî Yarrahî ku ferzkirina girêdana dersokê ya li Îranê protesto kiribû hate girtin.
Hunermendê li dijî ferzkirina girêdana dersokê derketî hate binçavkirin
Hunermend Mehdî Yarrahî bi stran û klîbên xwe bertek nîşanî ferzkirina girêdana dersokê ya li Îranê da û bi îdiaya “li dijî exlaq û kevneşopiyên civaka îslamî derketiye” hate binçavkirin.
Dadgeha Îranê cezayê hepsê û qamçiyan li 5 welatiyên kurd birî
Li Îranê 5 welatiyên kurd ên bi hinceta tev li çalakiyên "Jin jiyan azadî" ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin, bûne cezayê hepsê û qamçiyan li wan hatin birîn.