Hejmara kesên di lehiya Libyayê de mirin bû 4 hezar û 333
Li gorî agahiyên hatine tomarkirin li Libyayê ji ber lehiyê hejmara qurbaniyan bû 4 hezar û 333 û 8 hezar û 500 kes jî winda ne.
Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
Hêzên rejîma Îranê di meha îlonê de, li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, herî kêm 463 kes binçav kirin.
Kesên Xelata Tibê ya Nobelê wergirtin diyar bûn
Katalin Kariko a macar û Drew Weissman ê amerîkayî ku pêşengtî ji bo vedîtina derziyên li dijî Covîd-19’ê kir Xelata Tibê ya Nobelê wergirtin.
Li Pakistanê di êrişê xwekuj de hejmara miriyan ji 50 kesî bihûrî
Di êrişa xwekujiyê ya li eyaleta Belûcistan a Pakistanê nêzî mizgeftekê pêk hat de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji 50’ê derbas kir.
Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê nêzî 3 hezaran bû
Hejmara kesên di erdheja Fasê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 2 hezar û 960 kesan.
Li Etîyopyayê hezar û 329 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan
Hate diyarkirin ku piştî NY’yê li Etîyopyayê alîkariya xurekê birî hezar û 329 kesan ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan.
Hejmara ermenên ji Qerebaxê koç dikin nêzî 30 hezarî bû
Hejmara ermenên piştî êrişa Azerbaycanê ji Qerebaxê derbasî Ermenistanê bûn nêzî 30 hezarî bû
Li eywaneke dawetê ya Mûsilê şewat: Zêdetirî 100 kesî mirin
Duh bi şev li qezaya Hemdaniye ya ser bi Musîlê ve li eywanek dawetê şewat derket. Tê gotin herî kêm 114 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Çînê di kana komirî de şewat derket: 16 kes mirin
Di kana komir a Shanjiaoshu a li başûrê rojavayê Çînê de şewat derket û herî kêm 16 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hate aşkerekirin ku li Tehranê 30 bombe hatine bêbandorkirin
Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê aşkere kir ku li paytextê wan 30 bombe hatine bêbandorkirin û 28 kesên girêdayî DAIŞ’ê hatine binçavkirin.
Projeya 'Balyozxaneya Cîhaneke Nû: Kurdistan' li Lozanê dest pê kir
Projeya "Balyozxaneya Cîhaneke Nû: Kurdistan" li Lozana Swîsreyê ku Kurdistan kir 4 parçe, dest bi bi rêzeçalakiyan kir.
Azerbaycanê li dijî Qerebaxê operasyona leşkerî da destpêkirin
Azerbaycanê ragihand ku li dijî Qerebaxê “operasyona leşkerî” daye destpêkirin.
Bi sedema ‘piştgirî dane terorê’ li Amerîkayê doz li Halkbank û Sarraf hate vekirin
Li Amerîkayê bi sedema “piştgirî dane terorê û bûne sedema mirin û birîndarbûna leşkerên amerîkî”, doza li Halkbank û karsazê îranî Riza Sarraf hate vekirin.
Li Brezîlyayê balafirek ket: 14 kes mirin
Li Brezîlyayê balafireke ku 12 turîst û 2 murettebat tê de bûn, ket. Di qezayê de tu rêwî xelas nebûn.
NY: Di lehiya li Dernayê de 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dan
OCHA’yê diyar kir ku di lehiyê ya tenê li bajarê Dernayê ya Lîbyayê de 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dane.