Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisê peymanek îmze kirin
Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisê li ser xeta gaza xwezayî li hev kirin û peymanek îmze kirin.
Balyozxaneya DYA’yê ya Iraqê dorpêç kirin
Balyozxaneya DYA’yê ya li Bexdayê, ji aliyê bi sedan kes ve hat dorpêçkirin. Sefîr û xebatkarên balyozxanê ji avahiyê hatin derxistin.
Îtalya Tirkiye hişyar kir: Şandina eskeran a Lîbyayê ne çareserî ye
Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte, Serkkomarê Tirkiyeyê Erdogan têkildarî şandina eskeran a Lîbyayê hişyar kir û li dijî projeya Erdogan a Lîbyayê derket.
Li Somalî êrîşa bombeyî: 61 kes mirin
Li Paytextê Somalî Mogadîşûyê êrîşa bombeyî pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 61 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Kazakistanê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 14 kes mirin
Li Kazakistanê balafira rêwiyan ku 95 rêwî û 5 personel hebûn ket. Li gorî Reutersê di qezayê de herî kêm 14 kes mirin.
Mala Çavdêriyê: Li Idlibê 8 sivîl hatin kuştin
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, diyar kir ku balafirên şer ên Rûsya ku piştgiriyê didin operasyona Artêşa Sûriye ya li Idlibê, dibistanek ku penaber lê bi cih û war bûbûn bombe kir. Di bombebaranê de 5 jê zarok 8 sivîl hatin kuştin.
Artêşa Neteweyî ya Libya dest danî ser keştiya personelên tirk
Artêşa Neteweyî ya Libya li Libyayê dest danî ser keştiya personelên tirk
Rûsya û Çînê alîkariya ji bo Sûriyê ‘veto’ kir
Pêşnûmeya derbarê dirêjkirina alîkariya mirovî ya ji bo Sûriyê ya ji hêla welatên cîran ve, ku KENY'yê hate gotûbejkirin, Rûsya û Çînê qebûl nekir.
RSF: Di 2019’an de 49 rojnameger hatin kuştin
RSF eşkere kir ku di 2019’an de li tevahiya cîhanê 49 rojnameger ji ber sedemên pîşeyî hatine kuştin. Li gorî daneyan welatên herî zêde rojnamegeran digire Tirkiye û Çîn in.
Hişyariya pereyê reş li Tirkiyeyê hat kirin
Hêza Peywira Çalakiyên Malî (FATF) ku ji aliyê Welatên G-7'an ve bi armanca pêşêligirtina pereyê reş hatiye damezrandin, hişyariya ku 'kêmasiyên micid' ên Tirkiyeyê di vê mijarê de hene kir û daxuyandku dibe Tirkiyeyê bikeve 'lîsteya gewr'.
Rêxistineke erebî hişyariya peymaneke nû ya wekî Sykes-Picot da
Rêxistina Edil û Tenmiye ya Mafên Mirovan a Misrê, hişyariya peymaneke nû ya wekî Sykes-Picot da û diyar kir ku peyman bi piştgiriya Qeterê di navbera Tirkiye û Îranê de ji bo parçekirina dewletên erebî û dabeşkirina dewlemendiyên wan tê îmzekirin.
Li Sûdanê sendîkayên dema Omer El Beşîr hatin betalkirin
Li Sûdanê, otorîteya demkî ku piştî hilweşandina desthilatdariya Omer El Beşîr, ji bo birêvebirina welat hate wezîfedarkirin, aşkera kir ku sendîkayên di dema rejîma Beşîr de hatine avakirin, betal kirine.
Johnson piştî serkeftina xwe dema derketina ji YE`yê diyar kir
Partiya Muhafezekaran ku Serokwezîrê Îniglistanê Boris Johnson serokê wê ye, bi dengên herî bilind di parlamentoyê de bi ser ket û dema derketina Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê diyar kir.
Serokwezîrê Ermenistanê: Biryara Amerîka ya qirkirinê serkeftina heqîqet û edalet e
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, qebûlkirina Senatoya Amerîkayê ya Qirkirina Ermeniyan a 1915'an, weke "serkeftina heqîqet û edalet"pênase kir.
Esper: YPG ne 'rêxistina terorê' ye
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper, diyar kir ku di navbera wan û Tirkiyeyê de nêrînên cuda hene û ev tişt got: "Weke gelek endamên NATO'yê, em di baweriyê de ne ku YPG ne rêxistineke terorê ye."