Îranê li baragehên DYA yên li Iraqê xist
Piştî DYA Fermandarê Hêzên Qudusê yê Muhafizên Şoreşa Îranê Kasim Suleyman kuşt, Îranê li baragehên DYA yên li Iraqê xist.
Di merasîma cenazeyê Silêmanî de îzdîham: 35 kes mirin
Hat zanîn ku di merasîna veşartina cenazeyê Qasim Silêmanî de ji ber qelebalixiyê 35 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes ji birîndar bûne.
NY: Dev ji şandina leşkerên bi pere ya Lîbyayê berdin
Nûnerê Taybet ê NY'yê Hasan Salame, têkildarî şandina leşkeran a Tirkiyeyê ya ji bo Lîbyayê, bang li kesên ku leşkerên bi pere dişînin welat kir û ev tişt got: "Destê xwe vekişînin".
Îranê fermandarên amerîkî û Pentagonê weke 'terorîst' îlan kir
Meclisa Îranê ku piştî kuştina Qasim Silêmanî li hev civiya, fermandarên amerîkî û Pentagonê weke 'terorîst' îlan kir.
Wezîrê Îranê bersiv da Trump: Terorîstê bi kincên bedil
Wezîrê Enformasyona Îranê Mûhammed Cevad Azerî Cahronî, Trûmp ê gotibû "Ger Îran êrîş bike, em ê bi lez û hişk li 52 hedefan bixin" şiband DAÎŞ, Hîtler û Cengîz Xan û got: "Terorîstê bi kincên bedil."
Li herêma betlanê wesayîtê li koma tûrîstan xist: 6 tûrîst mirin
Li herêma betlanê Sudtîrol a dikeve navbera Îtalya û Avûstûryayê de, wesayîtek li koma tûrîstan qulipî û di encama qezayê de 6 Almanan jiyana xwe ji dest dan.
Ji bo Suleymanî û Muhendîs li Bexdayê merasîma cenaze
Ji bo Fermandarê Hêza Qudusê ya girêdayî Mûhafîzên Şoreşa Îranê Kasim Suleymanî û Alîkarê Serokê Haşdî Şabî Ebû Mehdî El-Muhendîs ên di êrîşa hewayî ya duh a DYA’yê de jiyana xwe ji dest dan merasîma cenaze hat lidarxistin.
Wê DYA 3 hezar û 500 eskerî bişîne Rojhilata Navîn
Wê DYA, 3 hezar û 500 eskerî bişîne Rojhilata Navîn.
Sefîrê Îranê yê Enqereyê: Wê kêfa Trump û Pompeo dirêj dom neke
Sefîrê Îranê yê Enqereyê Muhammed Farazmand têkildarî kuştina Qasim Silêmanî got: “Trump û Pompeo zû kêfa xwe anîn. Lê wê ev kêfa wan dirêj dom neke.”
Trump: Îran di şerekî de qet bi ser neketiye
Serokê DYA’yê Trump piştî kuştina Qasim Silêmanî daxuyaniya duyem da û got: “Îran di şerekî de qet bi ser neketiye.”
Serokkomarê Iraqê Salih kuştina Silêmanî şermezar kir
Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih bi daxuyaniyekê kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis şermezar kir û got: "Rolek girîng a Silêmanî û Ebû Mehdî di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de hebû."
Îsmaîl Qaanî li şûna Qasim Silêmanî hat wezîfedar kir
Li şûna Fermandarê Hêza Qûdsê ya Îranê Qasim Silêmanî, Îsmaîl Qaanî hate wezîfedarkirin.
Rûsya, Sûriyê û Çîn têkildarî kuştina Silêmanî daxuyanî dan
Wezaretên derve yên Rûsya, Sûriyê û Çînê têkildarî kuştina Fermandarê Hêza Qudusê ya Supay Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî û Alîkarê Fermandarê Giştî yê Heşdî Şebî Ebû Mehdî El Muhendis daxuyanî dan û helwesta xwe eşkere kirin.
Ji Îranê peyamên tolhildana Suyleymanî
Serokê Olî yê îranê Ayetûllah Alî Hamaney, derbarê kuştina Fermandarê Hêza Qudsê Kasim Suleymanî de daxuyanî da û got: “Îran û welatên din ên azadîxwaz ên herêmê wê tola Suleymanî hildin.”
Kuştina Qasim Silêmanî dabeşiyê xist nav Kongreya Amerîkayê
Kuştina Fermandarê Hêza Qudusê ya Muhafizên Şoreşê ya Îranê Qasim Silêmanî ku ji aliyê Amerîkayê ve pêk hat dabeşiyê xist nav Amerîkayê. Senatorên Partiya Komarî destek dan êrişê û endamên Partiyên Demokrat jî hişyariya “dê li herêmê şer zêde bibe” dan. Cîgirê Serokê berê Joe Biden jî ji bo Trump got “fitîla dînamîtê avêt nav qutiya niftikê.”