Li Iraqê 3 kesên din ji ber vîrûsê mirin
Wezareta Tenduristiya Iraqê ragihand ku 3 welatî ji ber vîrûsa coronayê mirine û 19 kesên din jî li Iraq û Herêma Kurdistanê bi vîrûsa koronayê ketine.
Li Îtalyayê rapora vîrûsa coronayê: Yên herî zêde dimirin temenê wan di navbera 60-79 salî de ye
Ji ber vîrûsa koronayê herî zêde mirin li Îtalyayê pêk tê. Derbarê mirinên li Îtalya de raporek balkêş hat amadekirin. Ji ber vîrûsê 3 hezar û 200 kes mirin e û 2 hezar û 443 kesên mirine jî temenê wan di navbera 60 û 79 saliyan de ne. Hat gotin yên temenê wan di bin 30 salîbûnê de ye kes ne miriye.
Di çapemeniya cîhanê de îro: Trump dixwaze aboriya şer çalak bike
Vîrûsa corona (Covît 19) her ku diçe li cîhanê belav dibe û hêjmara miriyan zêde dibe. Medya DYA û Ewropa, tedbîrên aborî yên li van welatan têne girtin derxist pêş. Medya cîhanê di weşanên xwe de anî ziman ku Banka Navendî ya Ewropa mudaxaleya 750 milyar dolar a ku hukmê xwe li piyasê nekiriye û Trump dixwaze, bi Zagona Hilberîna Parastinê dixwaze “aboriya şer çalak bike.
Li Îran û Îspanyayê hejmara miriyên vîrusê zêde bûn
Li Îran û Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane zêde bûn. Li Îranê hejmar ji hezarî derbas bû.
Li Îranê 988 kes ji ber vîrûsê mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê têkildarî kesên ji ber vîrûsê mirin daneyên dawî parve kirin. Li gorî daneyên dawî yên wezaretê li Îranê heta niha 988 kes ji ber vîrûsê mirin û 16 hezar û 169 kes jî bi vîrûsê ketin.
Rûsya û Tirkiyeyê li ser dewriyeyêyn hevpar li hev kirin
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, ragihand ku di encama hevdîtinên wan ên li Enqereyê de dê di 15'ê adarê de dewriyeyên hevpar bên kirin.
Li dijî baregeha DYA’yê êrişa moşekan pêk hat
Li Iraqê li dijî Baregeha Leşkerî ya Tacî ya ku leşkerên DYA û Hêzên Koalîsyonê bikar dianîn êrişa moşekan pêk hat.
Di pitika nû welidî de vîrûsa korona hat tespîtkirin
Piştî Wûhanê, li Îngîlterê jî, di pitika nû welidî de vîrûsa korona hat tespîtkirin.
Di lêpirsîna parêzeran de îfadeyên 12 girtiyan hatin girtin
Hat diyar kirin ku di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Rihayê de, îfadeyên 12 girtiyên li girtîgehên cuda hatin girtin.
Babacan ji bo partiyek nû ava bike serî li Wezaretê da
Wezîrê Aboriyê yê AKP'ê yê berê Alî Babacan û ekiba xwe ji bo partiyek nû ava bikin, serî li Wezareta Karên Hundir da û belgeyên partiyê teslîmî wezaretê kir.
Li Îtalyayê ji ber vîrusa koronayê dibistan hatin girtin.
Li Îtalyayê, ji ber vîrusa koronayê hemû dibistan û zanîngeh ji bo demekê hatin girtin.
WHO: Ji Vîrûsa Corona 3 hezar û 110 kes mirin
Sekreterê Giştî yê WHO'yê Tedros Adhanom, diyar kir ku li tevahiya cîhanê ji ber Vîrûsa Corona 3 hezar û 110 kesan jiyana xwe ji dest dane û li 48 welatan belav bûye.
Hêzên rejîma Sûriyeyê ketin Seraqîpê
SANA'yê ragihand ku hêzên rejîma Sûriyeyê ketine navçeya Seraqîpê ku rêyên M4-M5 lê digihîjin hev.
Serokwezîrê Yewnanistanê: Em ê penaberan vegerînin
Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mîçotakîs, diyar kir ku penaberên piştî vekirina derîyê Tirkiyeyê bi rêyên "qaçax" derbasî welatê wî bûne dê paşde vegerîne.
Pûtîn: Em xwe ji bo şer amade nakin
Serokê Dewleta Rûsya Vladîmîr Pûtîn da zanîn ku ew xwe ji bo şer amade nakin.