Li Cîhanê Covît-19: Zêdeyî 95 hezarî kes bi vîrûsê mirin
Li seranserî cîhanê ji ber vîrûsa korona 95 hezar 785 kesan jiyana xwe ji dest dan û 1 milyon û 607 hezar û 595 kes jî bi vîrûsa korona ketine. Li Tirkiyeyê jî 908 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Pîra 107 salî Covît 19 têk bir
Pîra 107 salî ya ji Holandayê Cornelia Ras ku bi şewba vîrûsa corona (Covît-19) ket, vîrûs têk bir û tenduristiya wê baş bû.
ILO: Dibe ku korona bibe sedema windakirina karê 195 milyon kesan
Rêxistina Xebatê ya Navnetewî ragihand ku ji ber vîrûsa koronayê dibe ku 195 milyon kes karê xwe winda bikin.
Di çapemeniya Cîhanê de korona: Dema derzî bê dîtin dê rewş asayî bibe
Li Îtalyayê ku li dijî pandemiyê bi 400 milyar Euro pakêta herî mezin a aboriyê ya piştgiriyê aşkera kir, Wezîrê Tenduristiyê Pîerpaolo Sîlerî, da zanîn ku bi dîtina deziyê dê rewş asayî be. Vê daxuyaniya Pîerpaolo Sîlerî di çapameniya Cîhanê de deng veda.
Reşîd Ebdulkerîm El-Enesî: Bankayên cîhanê nikarin xwe li pêş vîrûsê ragirin
Şêwirmendê berpirsê Banka Navendî ya Yemenê yê berê û pisporê bankê Reşîd Ebdulkerîm El-Enesî, bal kişand ser bandora vîrûsê ya corona (Covît-19) û diyar kir ku bankayên navnetewî dê nikaribin demek dirêj xwe li ber encamên vîrûsa corona ragirin.
Parzemîna herî xizan a cîhanê Efrîqa û rojên vîrûsa corona
Li Parzemîna Efrîqayê ku di cîhanê de herî zêde pêdiviya wê bi ekîpmanê tibbî, zexîreyên bingehîn ên jiyanê û ava paqij heye, li dijî vîrûsa corona bê parastin e. Di cîhanê de parzemîna nifûsa wê herî ciwan û welatên herî xizan dîsa Efrîqa ye. Ji ber vê yekê ji her demê bêtir pêdiviya wê bi Piştevaniya Kurevî heye.
AKPM bang li Tirkiyê kir: Di guhertina înfazê de dawî li cudakariyê bînin
Raportorên AKPM’ê yên Tirkiyê xwest ku di guhertina înfazê de dawî li cudakariyê were û got: “Cudakarî wê girtiyan bi rîskê re rû bi rû bihêle. Ev duyem cezakirina girtiyan e.”
Li cîhanê 1 milyon û 16 hezar kes bi Covît-19 ketin û 53 hezar mirin
Li tevahiya welatên cîhanê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketin 1 milyon û 16 hezar derbas kir. Kesên bi şewbê mirin jî 53 hezar derbas kir.
Li cîhanê Covid-19: 47 Hezar û 250 mirov mirin, 185 hezar mirov sax bûn
Şewba vîrûsa corona (Covît-19) li tevahiya cîhanê wekî torekê belav bûye û talûke mezin dibe. Heta niha ji ber şewba Covît-19 li tevahiya cîhanê 47 Hezar û 250 mirovan jiyana xwe ji dest dan. 936 Hezar û 436 kes jî bi şewba vîrûseketin.
Di rojeva çapemeniya cîhanê de mijara koronayê
Hişyariya Serokwezîrê Îtalyayê ji bo welatên YE’ye, zextên li ser hikumeta Îngîlîstanê û karantinaya li Moskovayê mohra xwe li çapemeniya cîhanê dan. Tê gotin, ji ber ku wê 200 hezar kesên li DYA'yê ji ber vîrûsa koranayê bimirin rê li ber dirêjkirina sînordanînê vekir.
Rewşa vîrûsa koronayê ya li Cîhanê: Nêzî 3 milyar mirov neçarî mayîna li malên xwe bûn
Ji ber vîrûsa koronayê heta niha 27 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye û 458 hezar kes jî pê ketine. Ji ber rewşên awarte û qedeyên derketina derve yên di encama vîrûsê de nêzî 3 milyar mirov nêçarî mayîna li malên xwe bûne.
Yekitiya Alimên Misilman a Cîhanê bang li hikumetan kir: Girtiyan berdin
Yekitiya Alimên Misilman a Cîhanê, ji ber belavbûna vîrûsa korona (Kovîd-19) bang li hemû hikumetan kir ku girtiyan berdin.
Li Îranê hejmara miriyan derket 2 hezar û 234'an
Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê û Serokê Yekîneya Têkiliyên Gel û Ragihandinê Kîanûsh Jahanpûr, diyar kir ku li Îranê 29 hezar û 406 kes bi vîrûsê ketine û 2 hezar û 234 kes jî mirine.
Hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketine 50 hezar zêde bû
Li cîhanê her ku diçe vîrûsa koronayê bi lez û bez belav dibe. Di 24 saetên dawî de li cîhanê hejmara qûrbaniyên vîrûsê derket 21 hezar û 302’an. Hejmara yên bi vîrûsê ketine jî 50 hezar lê zêde bûn û ev hejmar derket 472 hezarî.
Li Yewnanîstanê qedexeya derketina derve hat ragihandin
Li Yewnanîstanê ji ber şewba vîrûsa koronayê ji sibê şûn ve qedexeya derketina derve hat ragihandin.