Fîlmê ‘Nezouh’ ku çîroka kesekî penabertiyê red dike vedibêje xelat wergirt
Fîlmê bi navê “Nezouh” ku çîroka kesekê penabertiyê red dike vedibêje, di Mîhrîcana Fîlman a Venedîk 2022’yan de Xelatên Armani Beauty Audience wergirt.
Ji pêşdibistanê heta zanîngehê daxwaza perwerdehiya bi kurdî
Malbatan ji ber ku zarokên wan nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibînin bertek nîşandan û xwestin û ji pêşdibistanê heta zanîngehê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.
Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
Li Mêrsînê bi dirûşmeya “pişaftina li ser zimanê kurdî rawestînin” çalakiyek hate lidarxistin û perwerdehiya bi zimanê kurdî dan zarokan.
Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
Koma Şonaya Mencel ku li Wanê xebatên xwe bi rê ve dibe ji bo ku şanohezên xwe yên Wanî baştir temsîl bike, navê xwe kir ŞanoWan.
KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
KASED, salvegera yekemîn a damezrandina xwe dê sibê bi amadekirina konserekê pîroz bike.
Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika "Dek û Dolabên Scapen"ê derket pêşberî temaşevanên xwe.
Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
Bernameya meha îlonê ya Wêjegeh Amedê diyar bû. Nivîskar Dilawer Zeraq dê qala ‘Rengê Hebûnê’ bike û Rojnamevan Hatîce Kamer jî behsa pirtûka xwe ya li ser Apê Mûsa bike.
Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma
Serlêdanên ji bo 29’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad dest pê kirin. Serlêdan dê di 10'ê îlonê de bi dawî bibin.
Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha îlonê aşkere kir.
Konsera Îlkay Akkaya hat qedexekirin
Konsera Îlkay Akkaya a ku Şaredariya Ceyhanê li dar dixist, ji aliyê qeymeqamtiyê ve hate qedexekirin.
Beşa ewil a klîbên ‘Konserên Tamarayê’ hat weşandin, dê xebat bidome
Beşa ewil a klîbên “Konserên Tamarayê” ku Aryen Kom a li Wanê xebatên çand û hunerê dike çêkirî, li ser medyaya dîjîtal hate weşandin. Hate diyarkirin ku wê xebatên klîban bidomin.
Banga ji bo şeva hevgirtina çapemeniya azad: Rojnamevan ne bêxwedî ne
NÇM, dê di 28'ê tebaxê de li Şîşliyê ji bo rojnamevanên girtî dê şeva hevgirtinê li dar bixe. Hunermendan ji bo beşdariyê bang kir: "Em dixwazin nîşan bidin ku rojnamevan ne bêxwedî ne."
Li Mêrsînê qedexeya konserê hate şermezarkirin
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Hakki Demîr ê qedexekirina konsera 1’ê Îlonê şermezar kir, bi lêv kir ku ji bo biryar paş ve were kişandin wê têkoşîna hiqûqî bidin.
Aryen Komê ji bo şeva piştevaniyê banga piştgiriyê kir
NÇM ji bo piştevaniya bi çapemeniya azad re konserekê li dar dixe. Hunermendên Aryem Komê ku dê di konserê de derkevin ser dikê, banga piştgiriyê li her kesê kirin û gotin: “Em ê bibin hêz û em ê pev re li ber xwe bidin.”
Ji bo şeva piştgiriya bi çapemeniya azad re bang kirin: Piştevanî şert e
NÇM ji bo piştevaniya bi 16 rojnamevanên kurd ên hatin girtin re konserekê li dar dixe. Hempîşeyên rojnamevanan ku banga tev li bûna konserê kirin, ji bo parastina mafê agahdarkirin û wergirtinê û parastina azadiya çapemeniyê bal kişandin ser girîngiya piştevaniyê.