Mîhrîcana ŞanoWanê bi dawî bû
Mîhrîcana ŞanoWanê bi dawî bû. Şanoger bi kevala ku wêneyê Jîna Mahsa Amîniyê li ser hatin ser dikê.
Li Mîhrîcana ŞanoWanê lîstika 'Dek û Dolabên Scapen'ê
Di roja 7'an a Mîhrîcana ŞanoWanê de lîstika "Dek û Dolabên Scapen"ê hat lîstin.
Di 29 salên etariyê de 6 pirtûkên bi kurdî nivîsand
Çetîn Lodî ku li Êlihê 29 sal in etariyê dike, çîrokên ku li kolanan di bihîstin berhev kir û ji van çîrokan 2 pirtûkên din ên bi kurdî nivîsandin.
Li Silopiyayê Şeva Dengbêjan hat lidarxistin
Şaredariya Silopiyayê Şeva Dengbêjan li dar xist. Dengbêjan diyar kir ku çanda kurdî bi saya dengbêjiyê heta roja me hatiye û divê gel xwedî li dengbêjiyê û dengbêjan derkeve.
Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan ê li sînagoga li navçeya Çermûgê ku bi hilweşînê re rû bi rû maye lêkolîn kirin, ji bo rizgarkirina sînagogê bang li Wezîrê Çandê kir.
Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
Konsera hunermend Mem Ararat a Mêrsînê ji aliyê walîtiyê ve hate betalkirin.
‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
Kadîr Çat ê ji ber di konsera xwe ya li Aydinê de strana “Kemal Pîr” got hatibû binçavkirin wiha got: “Ji serî heta binî zextek heye lê bisernakevin. Divê hunermendên kurd û muxalîf li dijî vê zilmê bibin yek.”
Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWan’ê di roja çaremîn de bi lîstika "Tu ne gara yî" berdewam kir. Ji bo lîstikê eleqeyeke mezin hebû.
Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
Hunermend Ayfer Duzdaş wê di 1’ê cotmehê de li Navenda Çanda Cemîl Candaş a Şîşliyê konserekê bide.
'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
Pênc berhemên Berhevkar Rêdî Seîd ku ji 212 çîrok, xebroşk, destan û serpêhatiyan pêk tê bi navê "Werzeba" weke set ji hêla Weşanên Wardozê ve hatin çap kirin.
Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
Hunermend Rûken Yilmaz li dika servekirî ya Zarok Ma'yê konserek li dar xist.
Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome
Di roja duduyan a Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê de lîstika "Serbaz" hat lîstin.
Anter: Yên vê pirtûkê dixwînin dê gelek aliyên Apê Mûsa yên nayên zanîn hîn bibin
Keça Mûsa Anter, Rahşan Anter tev li çalakiya îmzeyê ya pirtûka “Reşê-Ji Çavê Keça Wî Mûsa Anter” bû û wiha got: “Kesên ji Apê Mûsa hez dikin dê di vê pirtûkê de gelek aliyên Apê Mûsa yên nayên zanîn hîn bibin.”
Akkaya bertek nîşanî qedexeya konserê da: Ez ê gotina stranan bidomînim
Hunermend Îlkay Akkaya, bertek nîşanî qedexekirina konsera xwe ya Rihayê da û wiha got: “Heta ku ez sax bim ez ê gotina stranan bidomînim.”
ŞanoWanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê diyarî Jîna Amîniyê kir
ŞanoWanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê di şexsê Jîna Mehsa Amîniyê de ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, diyarî hemû jinên berxwedêr ên Rojhilatê kir.