Xêzeromana Abdullah Ocalan vedibêje li Berlînê hate danasîn
Xêzeromana bi navê “Dê azadî bi ser keve” li Berlînê bi çalakiyekê hate nasandin. Nûnera Ewropayê ya Sinn Feinê Martina Anderson di bernameyê de axivî û wiha got: “Jiyana wî ji bo me çavkaniya hêviyê ye.”
Jiyana Abdullah Ocalan bû xêzeroman
Têkildarî jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xêzeroman hat amadekirin. Xêzeroman dê li gelek zimanan were weşandin û danasanîna wê bi boneya 75’emîn salvegera jidayikbûna Ocalan di 4’ê Nîsanê de li Berlînê bê kirin.
Kadîr Înanir ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin
Hunermend Kadîr Înanir li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin.
Manşeta Hilbijartinê ya Yenî Yaşamê: Serkeftina gel, têkçûna şer
Rojnemeya Yenî Yaşamê çapa taybet a hilbijartinê bi manşetên “Ji Qeyûmê veguhestî re şimaqa kurdistanî” û “Serkeftina gel, têkçûna şer” derxist.
Biryara qedexeyê ya ji bo konsera NÇM’ê hate betalkirin
Biryara qedexeyê ya ji bo konsera NÇM’ê ya sala 2021’ê ya Edeneyê hate betalkirin.
Roja Şanoyê ya Cîhanê: Lîstikvanên kurd li dijî qedexeyan têdikoşin
Lîstikvanê Şanoya Bajar a Amedê Omer Şahîn got ku ew Roja Şanoyê ya Cîhanê bi qedexeyan pêşwazî dikin û wiha got: “Ev qedexe, polîtîk in. Li dijî van qedexeyan jî berxwedaneke dîrokî tê raberkirin.”
1'emîn Pêşbirka Karîkatûran a Navneteweyî dê li Stenbolê bê lidarxistin
Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê bi sernavê “Ji bo mafên mirovan hêza mîzahê” li Stenbolê 1’emîn Pêşbirka Karîkatûran a Navneteweyî li dar bixe.
Çand MA bi stranên Newrozê vebû
Çand MA, bi tevlêbûna gelek welatiyan û stranên Newrozê hate vekirin.
Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok derket
Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok ê gelek pirtûkên weke helbest û roman nivîsandine ya bi navê “Mezopotamya” derket.
'Çand Ma' ya ji bo zarokên Sûrê sibê tê vekirin
Şaxa Ma Muzîk a li Sûrê ya bi navê Çand Ma sibê vedibe. Ji perwerdekaran Sarya Ertaşê diyar kir ku amadekarî bi dawî bûne û wiha got: "Werin em bi piştgiriya gelê xwe Çand MA'ya xwe bi awayekî xurt vekin."
Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
Ji Weşanxaneya Aramê pirtûkên “Hem Kurd Hem Mulkî Amir” a ji bîranînan û “Siwarê Çîrokên Zarokan” a ji nameyan pêk tên, derçûn.
DEM Partî dê helwesta xwe ya ‘Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî’ eşkere bike
DEM Partî dê di 12’ê adarê de têkildarî “Stratejî û Polîtîkaya Çand û Zimanê Kurdî” deklarasyona xwe eşkere bike.
Hejmara nû ya Kovara Jînê derket
Hejmara 54’an a Kovara Jînê bi manşeta “Jin dê bi hev re têbikoşin, bi hev re bi ser kevin” derket.
Strana ‘Jin, jiyan, azadî’ hat parvekirin
Strana “Jin, jiyan, azadî” ku hunermend Hediye Kalkan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê nivîsandiye û striyaye li ser platformên dijîtal hate parvekirin.
Du hunermendên rojhilatî wefat kirin
Ji pêşengên rêbaza hunerî ya Siyaçemaneyê hunermendê Hewremanî Cemîl Ehmedî Nosudî û bilûrvan Cemşîd Endelîbî wefat kirin.