Li Mersînê mîhrîcana ‘ji bo wekheviyê reqsê bike’
Komeleya Jinan a Gunebakan ji bo hişmendiya zayenda civakî her sal mîhrîcana ‘ji bo wekheviyê reqsê bike’ pêk tîn eû îsal jî bi coşek mezin destpêkir. Di mîhrîcanê de hat diyar kirin ku bila beden û zîhn fêrî gotin û dîmena wekheviyê bidin.
Şanoger Keskîn: Dîaspora pireke di navbera şanoya kurdî û cîhanê de ye
Şanoger Ferhat Keskîn ku di gotûbêja “Şanoya Kurdî ya li Dîasporayê” axivî, diyar kir ku baweriya wî bi şanoya kurdî ya li dîasporayê nayê û got ku dîaspora di navbera şanoya kurdî û cîhanê de pirek e.
Şagirtên Dibistana Egîdê Cimo li benda alîkariyê ne
Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo ji bo şagortên xwe kampanyaya enstrumanan da destpêkirin. Ji mamosteyên dibistanê Mizgîn Dûrûk diyar kir ku wan ji bo ku şagirtên ku dixwazin xwe di qada muzîk û hunera kurdî de pêş ve bibin vê kampanyayê daye destpêkirin û banga hestyariyê kir.
Şanogerên kurd: Şanoya kurdî li dijî êrişan mezintir bû
Şanoger Ozcan Ateş û Perwîz Ehmedî yê rojhilatî diyar kirin ku her çiqas êrîş li şano û şanogerên kurdan kirin jî, şanoya kurdî mezintir bû û wiha gotin: “Dê ji niha û pê ve jî şanogerên kurd têkoşîna xwe bidomînin û bi rêya mîhrîcanan pirsgirêkên xwe çareser bikin.”
Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
Di roja 9’emîn ya Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstikên “Bernarda” û “Înfaz” hatin nîşandan.
Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
Di roja 7’emîn ya Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstikên bi navê “Ceyran”, “Strîp-Tease” û “Kalabalik Dûasi” hat nîşandan.
Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
Şanogerê kurd Ghotbedîn Sadeghî ku di gotûbeja di çarçoveya mîhrîcana şanoyê de axivî, diyar kir ku ji ber Kurdistan her tim di bin êrîşan de bû, xwestin bi rêya govendên rîtuel û ayînî mîtolojiyê zindî bigirin û wiha got: “Zindîgirtina mîtolojiyê dibe sedema hevgirtin, xwişk û biratî û ewlehiyê.”
Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
Di roja 6’emîn ya Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstikên “Çînûr” û “Zîd û Han” hatin pêşandan.
Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
Di roja 5’emîn ya Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstikên “Odîp” û “Qral û Travîs” derketin pêşberî şanohezan.
Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
Şanoger Rûgeş Kirici di gotûbêja di çarçoveya 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de pêk hat de, diyar kir ku bi mezinbûna tekoşîna kurdan, şanoya kurdî jî xurt bûye.
Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
Ji mêvanên Mihrîcana Şanoya Amedê Sureyya Karacabey bal kişand ser têkoşîna hunermendan a li dijî qedexeyan û got: “Ez ji wê rikê pir bawer im. Ew rik dikare desthilatê bîne xwarê.”
Li Amedê mihrîcan didome
Listîka bi navên “Odip” û “Kabîl ka Habîl” ên di 9’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê de hatine lîstin rastî eleqeyekî mezin hatin.
Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
Hejmara 60’emîn a Kovara Jînê bi manşeta “Şer, mêtingerî û mafên zarokan ên tune tên hesibandin” derket.
Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Omer Şahîn anî ziman ku wan bi xebatên xwe qedexeyên li ser şanoya kurdî bêwate kirine û got ku şano qada berxwedanê ye.
Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
Di Fûara Pirtûkan a Îzmîrê de polîsan bi hinceta “qedexe û talûke ne” dest danîn ser pirtûkên “Kurdistan 1915-1920”, "Cangoriyê Kurdistanê Hîlmî Yildirim ê Mûşî” û “Hikûmeta Kurdistanê”.