Avci: Divê ji bo zimanê lazî bi lez û bez bikevin tevgerê
Avci: Divê ji bo zimanê lazî bi lez û bez bikevin tevgerê

Di serdema perwerde û hîndekariya nû de hikumetê qet qala daxwazên zimanê zikmakî nekir. Adnan Avci yê liser zimanê lazî lêkolînan dike, diyar kir ku zimanê lazî bi tunebûnê re bi rû ye û xwest ji bo parastinê bikevin nav tevgerê.

'Dema ku dilê min biêşe kilamekê dinivîsim’
'Dema ku dilê min biêşe kilamekê dinivîsim’

Dengbêj Meryem Tuncer ku jiyana koçberî ya tije êş û azar bi kilaman tîne ziman. Tuncer ,anî ziman ku dema bûyerek êşbar, mirinek an jî bûyereke civakî çêbibe kilamekê dinivîse û wiha got: "Arşîva min di kûrahiya dile min de veşarî ye. Ez dengbêj nînim, ez derdbêj im.”

Şanoya Bajêr a Amedê bi berhemên Arîstofanes û Darîo Fo tên
Şanoya Bajêr a Amedê bi berhemên Arîstofanes û Darîo Fo tên

Şanoya Bajêr a Amedê di sezona nû de dê bi berhemên nivîskarê qerfî yê navdar Arîstofanes û nivîskarê lîstikan ê îtalî Darîo Fo, di 29'ê Îlonê de dest pê bike.

'A tê tunekirin çîroka te ye'
'A tê tunekirin çîroka te ye'

Derhênerê Belgefilma Dîroka Mirina Avê ya Heskîf û Geliyê Dîcle kirî mijar Alî Ergul, belgefilma xwe ya ku mîna “A tê tunekirin çîroka te ye" diyarî “Jinên ku Heskîfê bêpeyv bilêv dikin" kir.

`Diziya stranên kurdî xwe dispêre Plana Şerq Islahatê`
`Diziya stranên kurdî xwe dispêre Plana Şerq Islahatê`

Copy Paste ku daneyên der barê tirkîkirina muzîka kurdî de derdixîne holê, got ku di sala 1925`an de di çarçoveya Plana Şerq Islahatê de belgeyeke nepen hatiye amadekirin û bi vê belgeyê stranên kurdî hatine dizîn.

Muzîkjen Akbaş: Jiyan muzîkê bi teşe dike
Muzîkjen Akbaş: Jiyan muzîkê bi teşe dike

Muzîkjen Mehmet Akbaş, ku newaya muzîka kurd û newaya muzîka gerdûnê di nava hevde dirêse û berhemekî nû ava dike diyar kir ku ew ji koka xwe xwe xwedi dike û muzîkê pêş dixe. Akbaş, anî ziman ku muzîka kurd jî û muzîka gerdûnê jî bandorê wî dike û ya muzîkê bi teşe dike jiyana wê serdemê bi xwe ye.

Tiyatro Agon bi 3 lîstikên nû  dê perdê veke
Tiyatro Agon bi 3 lîstikên nû dê perdê veke

Tîyatro Agon ku ji şanogerên dildar pêk tê, dê perdê bi 3 lîstikên nû veke.

Hindik maye ku karê kolîneriyê jî biqede
Hindik maye ku karê kolîneriyê jî biqede

Birayên Turgay û Tuncay Dogan ku bi salan e li Tarsûsê bi kolîneriya (verojî) daran debara xwe dikin anîn ziman ku bi pêşketina teknolojiyê re kolînerî bi tunebûyînê re rû bi rû maye.

NÇM'ê dest bi xebatên demsala nû kir
NÇM'ê dest bi xebatên demsala nû kir

NÇM'ê kargeriyên xebata nû vekir û dest bi xebatên demsala nû kir. NÇM'ê piştî kargerî vekir dê di Cotmehê de 3'emîn Mihrîcana Çand û Hunera Kurd pêk bîne.

Wî dîroka mirovan parast, lê mirovan ew ne parast
Wî dîroka mirovan parast, lê mirovan ew ne parast

Bajarê dîrokî Xerabeyen Anî yê bi sedan salan li ser piyan ma, hêj heybetiya xwe diparêze. Bajarê ku dîrok û çanda gelan li ser pişta xwe parast, ji ber ku mirovan ew ne parast wêran û talan dibe.

Ji bo rojnameger-wênesaz Dogan pirtûk hat çapkirin
Ji bo rojnameger-wênesaz Dogan pirtûk hat çapkirin

Ji bo rojnameger-wênesaz Zehra Dogan a girtî, li Fransayê pirtûka “Zehra Dogan /Les Yeux Grandas Ouverts” hat çapkirin. Nivîskara pirtûkê Laurence Loutre Barbîer diyar kir ku hunermendeke ciwan a bi neheq ji azadiyê hat mehrûmkirin bû sedem ku têbikoşe.

< 179 180 181 182 183 Rupel 183 / 183