Dêra Ardzvaperê roj bi roj tune dibe
Dêra Ardzvaperê ya li gundê Dêra Jêr a Erdîşê ji ber xwedî derneketinê bi tunebûnê re rû bi rû maye.
Bernameya Mijdarê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
Bernameya meha Mijdarê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû. Wê di çarçoveya bernameyê de pêşangeha wêneyan bê vekirin û 2 lîstikên şanoyê bên lîstin.
Hevrêyên Korkmaz Tedîk li ser navê wî pirtûkxane vekirin
Li Meletiyê li ser navê Korkmaz Tedik ku di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da, pirtûkxaneyek hat vekirin.
Li Amedê gotûbêja ‘Nivîskar Seherê dixwînin’
Li Amedê nivîskarên kurd bi boneya pirtûka “Seher” a Demîrtaş bi sernavê “Nivîskar Seherê dixwînin” gotûbêj li dar xistin.
NÇM'ê bernameya Mihrîcana Çand û Hunere aşkere kir: Dê bibe bêhn
Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), bernameya 3'emîn Mihrîcana Çand û Hunera Kurd a Stenbolê bi dirûşmeya “Bi Hunera Azad Jiyana Nû" aşkere kir. Hunermendan gotin 'Ev dê bibe bêhnek" û hemû hunerhez dawetî bernameyê kirin.
Rojên Çand û Hunera Kurdî ya Stenbolê dest pê dikin
Li Stenbolê Rojên Çand û Hunera Kurdî ya 3'yemîn a Stenbolê dest pê dikin. Şanoger Rûgeş Kirici têkildarî bernameyê agahî dan û got ku ew li benda her kesî ne.
Hem mamoste, hem ozana gel û hem jî werzîşvan e
Yek ji aşiqa jin û hozana gel a Tirkiye Îlkin Manya (Sarıcakiz) e. Manya, ku pîşeya wê mamostetî ye, hem ozana gel û hem jî werjîşvan e. Manya, diyar kir ku ji ber ew stranên xwe ji bo aştî û rastiyan tînim ziman têm wêderkirin.
Suavî: Pira navbera huner û civakê xerakirine
Hunermend Suavî, diyar kir ku heke jiyana li Amedê veguhere jiyaneke asayî, ew tê wateya asayîbûna jiyana Tirkiyeyê û wiha got: “Êdî Sûra Tahîr tune ye. Raçîng û bêhna Amedê tê xerakirin.” Suavî, dest nîşan kir ku di navbera civak û hunerê de veqetîneke cidî heye û wiha got: “Pira di navberê de hatiye dînamîtkirin. Huner saziyeke ku îtiraz dike. Ne saziyeke ku destê xwe têxe destê serdestan û bigere.”
Li 52 pêravan 52 keviran kom dike û dineqişîne
Welatiyê bi navê Yaşa Şavaş li Palamutbukuyê dijî, kevirên li 52 pêravê cuda yên behrê kom dike û vediguherîne berhemên hunerî.
Heskîf 24 saetan bê navber tê rûxandin
Hewldana Jiyankirina Heskîfê û Heskîf Mattesê, aşkera kir ku rûxandina li herêmê bi şev û roj bê navber dewam dike û ev tişt hat gotin: "Di xebatên ku tên kirin de ne tabelayeke kar a barkirinê û ne jî der barê barkirinê de tiştek hatiye diyarkirin. Tu kes nizane bi awayekî şênber çi tê kirin."
Hevdîtina şanogerên herêmî bi encam bû
Li Mêrsînê komên şanoyê yên herêmî bi Şaredariya Yenîşehîrê li ser buhayê salonan li hev kirin. Buhayê salonan ji sedî 75 hat kêmkirin.
Hejmara nû ya Roperî derket
Kovara Roperî li girtîgeha Şakranê her 3 mehan carekê bi nivîs û keda jinên girtî derdikeve û bi hejmara nû derket. Di hejmara kovarê ya nû de berxwedana Kobanê hat hûnandin.
Fîlmê bo bîranîna dayika Taybet hêjayî xelatê hat dîtin
Fîlmê "7 roj û 7 şev" a ku ji bo bîranîna Dayika Taybet hat çêkirin, hêjayî xelatê hat dîtin. Dayika Taybet li Silopiyayê bi guleya polîsan hatibû kuştin û cenazeyê wê hefteyekê li naverastê mabû.
Navenda Hunerê ya Nota ya 8’emîn li Wanê vebû
Mamostayên muzîk û şanoyê ji bo hunerek alternatîf li bajêr pêş bixin, civiyan û Navenda Hunerê ya Nota ya 8’emîn vekirin.
Peter Lerch, xebatên wî yên Kurdolojiyê û metnên ewil ên zazakî
Di xebata bi navê “Metnên Verên yê Kirdkî” de ku di warê zaravayê kîrmanckî de metnên ewil ên tomarkirî di xwe de dihewîne gelek xeberoşk, destan, çîrokên der barê şer û pevçûnên di navbera mîr û eşîretên kurdan de qewimîne cih digirin. Ev keresteyên folklorîk di dema Herba Qirimê de ji kurdên dîlgirtî hatine guhdarkirin û tomarkirin.