Koma MA’yê amediyan bi dengê stranên Şêxo û Tîgran dilgeş kirin
Koma MA’yê amediyan bi dengê stranên Şêxo û Tîgran dilgeş kirin

Şahiyên Koşûyolu ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin di roja duyemîn de bi konsera Koma MA Muzîkê dewam kir. Komê dengê stranên hunermend Mihemed Şêxo û Aram Tîgran li Amedê belav kirin.

Hunermendek ku bi stranên xwe bûye remza hunerê: Hozan Serhat
Hunermendek ku bi stranên xwe bûye remza hunerê: Hozan Serhat

Bi ser koça dawî ya hunermend Hozan Serhat ê di bîra gelê kurd cih girtiye 20 sal derbas bû. Hozan Serhat bi gotinên “Çavkaniyek me ya xurt heye” li dijî tunekirina çanda kurd bi stran û awazên xwe têdikoşe.

Rojên Şanoya Gerok a Zarokan dest pê kir
Rojên Şanoya Gerok a Zarokan dest pê kir

Rojên Şanoya Gerok a Zarokan ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin bi eleqeyek mezin dest pê kir.

Çalakiyên Koşûyolû dest pê kir: Piştî 4 salan dengê stranên kurdî bilind bû
Çalakiyên Koşûyolû dest pê kir: Piştî 4 salan dengê stranên kurdî bilind bû

“Çalakiyên Koşûyolû” ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin bi konsera hunermend Hîvron û Mîkaîl Aslan dest pê kir. Ji OHAL'ê û şûnde piştî 4 salan yekem car li Parka Koşûyolû ya Amedê dengê stranên kurdî bilind bû.

Rojên Fîlmên Jinan ên Gerok bi dawî bû
Rojên Fîlmên Jinan ên Gerok bi dawî bû

Rojên Fîlmên Jinan ên Gerok piştî pêşandanên heftiyekê yên li Amed û navçeyên wê bi dawî bû.

Cezayê Zûhal Olcay erê kirin
Cezayê Zûhal Olcay erê kirin

Dadgeha Bilind cezayê girtîgehê yê ji bo hunermend Zûhal Olcay hatibû dayîn, erê kir.

Di girtîgehê de ji bo zarokan pirtûka ‘Damlayan Masallar’ derxistin
Di girtîgehê de ji bo zarokan pirtûka ‘Damlayan Masallar’ derxistin

Gazel Bûlût a di girtîgehê de û ji zaroka xwe dûre, ji bo hemû zarokên dayikên wan di girtîgehê dene edîtoryatî kir û pirtûka “Damlayan Masallar” nivîsand. Pirtûka “Damlayan Masallar” di refên pirtûkxaneyan de cih girt.

Avahiyên ermeniyan ên li Çewligê yeko yeko hildiweşin
Avahiyên ermeniyan ên li Çewligê yeko yeko hildiweşin

Li Çewligê, avahiyên ji serdema ermenanan mane yeko yeko xira dibin. Li herêmê deverên wekî îbadetxaneyên dihatin bikaranîn piranî hilweşiayne û ên mayî jî wekî axur tên bikaranîn.

Belgefîlma ‘Efsaneya Yaşar Kemal’ li Amedê hat pêşandan
Belgefîlma ‘Efsaneya Yaşar Kemal’ li Amedê hat pêşandan

Belgefîlma “Efsaneya Yaşar Kemal” a ku jiyana nivîskarê navdar Yaşar Kemal vedibêje li Amedê hat pêşandan.

Muzîkjen Berazî: Me xwest destanên liberxwedanê mayînde bikin
Muzîkjen Berazî: Me xwest destanên liberxwedanê mayînde bikin

Muzîkjen Mehmûd Berazî bi terzê xwe muzîka berxwedana kurdan estetîze dike û bi vê yekê jî xwe dispêre folklora kurdî. Tîhna xwe û civakê bi afirîneriya muzîkek xweşik dişkêne. Berazî ji bo karê xwe wiha got: "Vejîna ku vê şoreşê di rihê mirovan û xakê de ava kir, dibe ku muzîk û huner bibe ziman û wergera wê. Me xwest destanên liberxwedanê yên li Rojava mayînde bikin."

Li Êlihê dê şevên sînemaya servekirî bên lidarxistin
Li Êlihê dê şevên sînemaya servekirî bên lidarxistin

Şaredariya Êlihê, dê di navbera 16 û 22'yê Tîrmehê de, şevên sînemaya servekerî li dar bixe.

Li gel mudaxeleya polîsan jî Cejna Evvel Temmuz pîroz kirin
Li gel mudaxeleya polîsan jî Cejna Evvel Temmuz pîroz kirin

Pîrozbahiya Cejna Evvel Temmuz a li Samandagê tê pîrozkirin di roja duyemîn de jî bi mudaxeleya polîsan dewam kir. Girseyê xwest daxuyanî bide lê polîsan mudaxele kir û 8 kes binçav kirin. Pişt re 8 kes hatin berdan.

Li dijî rûxandina Heskîfê lîstikeke nivîsand
Li dijî rûxandina Heskîfê lîstikeke nivîsand

Mehmet Ûçar ku der barê Heskîfê de lîstikeke şanoyê nivîsand, got: "Heskîf, mîrateya hevpar a dîroka mirovahiyê ye. A tê tunekirin bîra me, mîrateya me û dîroka me ye."

Bi resmên xêz dike hesreta ji bo welat ditebitîne
Bi resmên xêz dike hesreta ji bo welat ditebitîne

Malaz Hamşo yê ji Îdlibê koçî Dîlokê kir, bi resmên xêz dike hesreta xwe ya ji bo welat ditebitîne.

Hejmara 9’emîn a Kovara Dilopê derket
Hejmara 9’emîn a Kovara Dilopê derket

Hejmara 9’emîn a Kovara Dilopê bi dosyeya “Di wêjeya zarokan a kurdî de hêçandin û derfet” derket.

< 141 142 143 144 145 > Rupel 143 / 183