Dengbêjan li Parka Koşuyolu şev geş kirin
Dengbêjan li Parka Koşuyolu şev geş kirin

Dengbêj, şevê din li Parka Koşuyolu beşdarî bernameya "Şahiyên Hewa Vekirî" ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya "Jiyan ya me ye, gotin ya me ye" bûn û şev geş kirin.

Helbestvanê Kurd Bêkes 6 sal berê çû lê navê wî ma
Helbestvanê Kurd Bêkes 6 sal berê çû lê navê wî ma

Helbestvanê navdar ê kurd e Şêrko Bêkes ku di 73 saliya xwe de koç kir, 6 salin bi berhem û navdariya xwe dijî.

60 sal in hostetiya kûzan dike
60 sal in hostetiya kûzan dike

Li Dersimê hosteyê tekane û yê ewil ku kûzan çêdike tevî ku temenê wî li pêş ketiye jî dev ji hunera xwe bernade. Bozkurt da zanîn ku bêyî rûyê wî nebe herî sebra wî nayê.

Ji Weşanxaneya Lîsê 5 pirtûkên nû
Ji Weşanxaneya Lîsê 5 pirtûkên nû

Weşanxaneya Lîsê, dîwana helbestan a ewil a Cegerxwîn ku heta niha qet nehatibû çapkirin jî di nav de 5 pirtûkên nû çap kirin. Ji van pirtûkan yek jê jî Dîrok û Şaristaniya Ûrartûyan a Îhsan Colemêrgî ye.

Çîroka cih nedîtinê: Cî Nema
Çîroka cih nedîtinê: Cî Nema

Kurte fîlma binavê “Cî Nema” ya çîroka zarokekê biçûk Rodî ku ji Cizîrê diçe Stenbolê û li wir jî cih nabîne, di demek nêz de derkeve pêşberî huner hezan. Derhênerê fîlmê Cabbar Alp, got: “Ez hêvî dikim ku dengê min xwest bidim bihîstin, bê bihîsitin.”

Bendava Ilısu wê bajarê Tel-Fafanê di bin avê de bihêle
Bendava Ilısu wê bajarê Tel-Fafanê di bin avê de bihêle

Piştî Bendava Ilisû avê kom bike, wê hem bajarê dîrokî û çandî Heskif di bin avê de bimîne û hem jî wê bajarê kendavê Tel-Fafan yê ji serdema Sîm de maye di bin avê de bimîne.

Pirtûka nû ya Mehmet Bayrak derket
Pirtûka nû ya Mehmet Bayrak derket

Dîrokzan-nivîskar Mehmet Bayrak di pirtûka xwe ya bi navê "Kurtlerin ve Kurdistan'in Gorsel Tarihi" de, bi hêlekê bi vegotineke dîtbariyî dîroka kurdan vedibêje, li hêla din jî dîroka kurdan a ji hêla dewletê ve hatiye berpêşkirin jî mehkûm dike.

Şahiyên li Bajaroka Perî dest pê kir
Şahiyên li Bajaroka Perî dest pê kir

Di çarçoveya Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê de şahiyên li Bajaroka Perî ya dê 2 roj dewam bike jî hat destpêkirin.

Beşdarên Mihrîcana Dersîmê qedexe şermezar kirin
Beşdarên Mihrîcana Dersîmê qedexe şermezar kirin

Beşdarên Mihricana Xweza û Çanda Mûnzûrê ya Dersîmê bertek nîşanî biryarên waliyan ên qedexekirina bernameyên çandî dan. Serokê DEDEF'ê Ali Haydar Ben, diyar kir ku kes nikare li ser navê civakê biryarê bidine û west şert û mercên demokratîk bên avakirin.

Dersimî: Ev festîval nabe bersiva tiştê em dijîn
Dersimî: Ev festîval nabe bersiva tiştê em dijîn

Dersimiyan ji ber du sal Festîvala Mûnzûrê hat qedexekirin û ji bo dîsa neyê qedexekirin naveroka wê lawaz hat hiştin bertekên xwe anîn ziman û gotin: “Ev festîval nabe bersiva tiştê em dijîn.”

Hunermendên ku konsera wan hat betalkirin: Kurdî tehamul nakin
Hunermendên ku konsera wan hat betalkirin: Kurdî tehamul nakin

Piştî konsera Mem Ararat hat betalkirin, niha jî konsera hunermend Azad Bedran û Zinar Sozdar a li Nisêbînê betal kirin. Hunermendan bertek nişanî betalkirina konserê da û diyar kirin ku konserê wan li cihên din nehatine betmalkirin, lê li Nisêbinê betal dikin. Hunermendan anîn ziman ku ev bêtehamuliya li hemberî Kurdî ye.

Bi kargeriya rîşalê hunerê hildiberînin
Bi kargeriya rîşalê hunerê hildiberînin

Ferhat Demîr ê li taxa Xaçortê kargeriya rîşalê vekir bi 6 jinên ciwan re dixebitînin û kelûpelên xemlê çêdikin. Jinên ciwan hem hunerê fêr dibin hem jî ji kelûpelên xemlê kara aborî dikin. Xebatkarên kargehê dibêjin ku ew ji karê xwe kêfxweş in.

Festîvala Çand û Xwezayê ya Dersimê dest pê kir
Festîvala Çand û Xwezayê ya Dersimê dest pê kir

Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê bi ziyareta Gola Çeto û niyazan dest pê kir. Pîrê elewî Zeynel Kete vê bangê kir: “Gavek berê gavekê destê xwe ji ser pîroziyên me rakin.”

Li kuçe û kolanên Amedê cardin çalakiyên çandî
Li kuçe û kolanên Amedê cardin çalakiyên çandî

Piştî şaredarî ji qeyûman hatin stendin, çalakiyên çand û hunerî yên hatiûn qedexekirin careke din dest pê kirin. Jin û ciwanên ku tev li çalakiyên çand û hunerî yên Parka Koşûyolûyê bûn, ji ber vê yekê kêfxweş in.

Mihrîcana Dersimê dest pê dike
Mihrîcana Dersimê dest pê dike

Amadekariya Mihrîcana Xweza û Çanda Mûnzûrê ya Dersimê bi dawî bû. Mihrîcan sibê dest pê dike. Endamê Komîteya Amadekar a Mihricanê diyar kir ku wê mihrîcanê diyarî Nupelda û Ayaz ên li Pilûrê di teqînê de jiyana xwe ji dest dan bikin.

< 140 141 142 143 144 > Rupel 142 / 183