Rêwîtiya ber bi kêliya ku dê herka dîrokê biguherîne
Ji bo şahidiya kêliya veguherîna tevgerekê ku ji hêla gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn herka dîrokê guherandiye, em dikevin rê. Rêwîtiya me ya 12 saetan domiya, nîşanî me da ku ev torena em ê bişopînin ne dawiyek lê destpêkek e.
Ji Abdullah Ocalan pêşniyarên çareseriyê yên ji bo şerê Îsraîl-Îranê
Abdullah Ocalan diyar kir ku hesabên hegemonîk ên Îsraîl û Îranê rê li ber aloziyan vedike û destnîşan kir ku Rojhilata Navîn bi rêya Yekîtiya Neteweya Demokratîk dikare aştî û ewlekariyê pêk bîne.
Ji gotina 'Kurdistan mêtingeh e' ber bi damezirandina PKK'ê ve...
“Apoyî”yên ku bi tespîta “Kurdistan mêtingeh e” a Abdullah Ocalan bi rê ketin, di sala 1978’an de PKK’ê ava kirin. Avabûna PKK’ê bû destpêka serdemeke nû û rê li ber pêşerojeke zêdeyî nîv sedsalê xist.
Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
Pêvajoyên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêş ketin, ji ber neavêtina gavan ji aliyê desthilatan ve an jî ji ber armancên wan ên "tasfiyekirinê" hatin berhwakirin. Rojnameger Amed Dîcle got: "Eger înkar û îmha raweste, dê tundî û şer jî bi dawî dibe. Heta ku feraset neyê guhertin, çareserî nayê pêşxistin."
Heta li Sûriyeyê rewşa Kurdan zelal nebe îstiqrar ne pêkan e
Hêzên serdest ên ku Sûriyeyê teslîmî Colanî kirin û bi vê dixwazin herêmeke bêîstiqrar û di bin kontrola xwe de ava bikin, li Rojhilata Navînê tişta ku fêm kirin e ew e ku heya rewşa kurdan zelal nebe, pêkanîna îstiqrarekê ne pêkan e.
Gelê Newrozê
Newroza ku weke têkoşîna Kawayan a li dijî Dehakan tê dîtin, tevî ku ji aliyê gelên cuda ve weke 'saleke nû' tê dîtin jî, ji bo Kurdan azadî û rizgariyê sembolîze dike.
Agirê azadiyê ku ev 2637 sal in nayê vemirandin
Agirê Newrozê ku sembola azadî û berxwedana li dijî zilmê ye, wê îsal cara 2637'an bê vêxistin.
Li Şirnexê şerê taybet: Bersiva wezaretê ya ji bo parastina 'leşkeran' riziya!
Wezareta Karên Hundir a ku di sala 2023'an de bersiva pêşniyazpirsa ji bo "çeteya fihûşê" hatibû dayîn da, der barê lêpirsîna "çeteyên fihûşê" ya 11 salan hat meşandin de yek agahî jî cih neda. Parlamenter Newroz Uysalê got: "Ne pêkan e ku haya wezaret û dewletê ji fihûşê tune be."
Li Şirnexê şerê taybet: Polîtîkaya bêcezatiyê îstismarê zêde dike
Aktivîsta TJA'yê Bêrîvan Kutluyê bal kişand ser fihûışa ku li Şirnexê ji aliyê leşkeran ve hat kirin û got: "Kesên ku ji wan re tê gotin 'me diparêzin', bêexlaqiyê li civakê belav dikin." Suzan Karagolê jî got: "Polîtîkaya bêcezakirinê dibe sedema zêdekirina sûcên îstîsmarkirina zarokan, êrişa zayendî û taciza zayendî."
Leşkerên payebilind ên ji 'çeteya fihûşê' tên darizandin hê jî li ser kar in
Çawîşên pispor û efser ên di îdianameya "çeteya fihûşê" ya li Şirnexê de wekî bersûc cih digirin, hê jî li ser peywirê ne. Leşkerên gelek sûcên wekî "navbeynkariya fihûşê" û "bazirganiya mirovan" kirine, tevî îtîraf û qeydên tapeyan jî bi awayekî negirtî tên darinzadin.
Li Şirnexê şerê taybet: Destavêtin zarokan, daxilî nava fihûşê kirin
Di "çeteya fihûşê" ya li Şirnexê derket holê rola leşkeran hat tespîtkirin û di îdianameyê de îşaret bi destavêtina zarokan û ferzkirina fihûşê hat kirin.
Ji çeteya fihûşê dewlet derket: Çeteya ji 26 kesan
Ji nava çeteya ku zarok û welatiyên biyanî jî di nav de bi zorê fihûş bi jinan dan kirin dewlet derket. Têkiliya navbera çeteyê ya bi 3 pispor û efserekî balê dikişîne, balkêş e ku ji bo jinan bînin bajar fihûşê bidin kirin van leşkeran bi kar tînin.
Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
Li Herêma Federe ya Kurdistanê her kes li benda peyama Îmraliyê ye. Pirsa pêşmergeyeke berê ya “Gelo piştî 26 salan em ê Serok bibînin?” nîşaneya bandora peyameke bidîmen a Abdullah Ocalan e.
Erdemîrcî: Divê bi ruhê 26 sal berê li pêvajoyê xwedî derkevin
Di pêvajoya Komploya Navneteweyî de Fesîh Erdemîrcî girtîgehê de bû û bi giştî 30 salan di girtîgehê de ma û diyar kir ku ger heya Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad nebe tiştek pêş nakeve û çawa ku 26 sal berê her kes li pêvajoyê xwedî derket divê niha jî hemû kes bi heman ruhî li pêvajoyê xwedî derkevin.
Margaret Owen: Heya Ocalan azad nebe em ê nikaribin li ser aştiyê biaxivin
Parêzvana mafên mirovan Margaret Owen a ku beşdarî kampanyaya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bû got: "Heta ku Ocalan azad nebe, em nikarin li ser aştî û muzakereyan diyalogê ava bikin."
