Li Helebê dîsa gefa DAIŞ'ê!
Li Helebê dîsa gefa DAIŞ'ê!

Dorpêçkirina taxên Kurdan li Helebê, komkujiyên Elewiyan li deverên peravê û ji nû ve derketina DAIŞ'ê wekî beşek ji lêgerîna Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyeke ku bi her awayî di xizmeta wê de be tên nirxandin.

Fuat Kav: Muzakere jî parçeyek ji têkoşînê ye
Fuat Kav: Muzakere jî parçeyek ji têkoşînê ye

Nivîskar Fuat Kav diyar jir ku ji ber îdeolojiya PKK’ê û guhertinên ku afirandiye, divê ew wek partiyeke klasîk neyê dîtin û destnîşan kir ku îro muzakereyên bi Abdullah Ocalan tên kirin gaveke girîng e û got: “Muzakere jî beşek ji têkoşînê ye.”

Abdullah Ocalan: PKK’ê hebûna Kurdan îspat kir, niha dema azadkirinê ye
Abdullah Ocalan: PKK’ê hebûna Kurdan îspat kir, niha dema azadkirinê ye

Abdullah Ocalan diyar kir ku PKK şînbûna tovên hêviyê yên veşartî ye ku di sînga gelê bi tunekirinê re rû bi rû maye de ye û got: “PKK tevgerek e ji bo aşkerakirina rastiya Kurdistanê û têkneçûna hebûna wê. Gava piştî wê bidestxistina azadiyê ye.”

Hebûna wê nîvesir, bandora wê temenek
Hebûna wê nîvesir, bandora wê temenek

PKK ku wekî "Apoyiyan" di sala 1973'yan de derket ser dika dîrokê û îsal xwe fesix kir, bi têkoşîna nîvesrî gelê Kurd ê hebûna wî tune dihat hesibandin, kir aktorekî sereke yê siyasî.

Tirkiye planên xwe yên li Sûriyeyê kûr û berfireh dike
Tirkiye planên xwe yên li Sûriyeyê kûr û berfireh dike

MÎT ku valahiya desthilatdariyê ya li qada Sûriyeyê wekî fersend dibîne, ji taxa Kurdan a Şamê Riknedînê heta peravên Lazqiyeyê planeke berfireh a "dagirkeriya nerm" xistiye meriyetê. Di demeke wiha de ku bi feraseta "Ixwanî Muslimîn" tevna civakî tê guhertin, li aliyê din di nava rejîma HTŞ/Colanî de rizîbûn û torên qaçaxçîtiya çekan kûrtir dibin.

Du çîrokên serkeftinê
Du çîrokên serkeftinê

D.E., ya ku xwe ji tiryakkêşiyê xilas kiriye, got: “Ji nêrînên mirovan direviyam. Ez jiyana xwe ji nû ve ava dikim. Ez dizanim ku her sibeh şansek min a nû heye. Paqijmayîn zehmet e, lê mimkun e.”

Pergala tunekirinê ya li ser esasê pergala şaristaniya dewletî: Kujerê Qastîk
Pergala tunekirinê ya li ser esasê pergala şaristaniya dewletî: Kujerê Qastîk

Ji Jineolojiyê Eylem Aktiyê diyar kir ku pergala "kujerê qastîk", bi avakirina yekdestiyê sîstematîkkirina pergaleke êrişkar a li dijî nirxên dayiktiya civakî ye û got: "Lê belê şaristaniya desthilata qastîk hatiye asta dawî. Ev serdem, serdema şoreşa jinê ye."

Yek jê 7, yê din 9 salan bi kar anî: Mîna pandemiyeke bêdeng...
Yek jê 7, yê din 9 salan bi kar anî: Mîna pandemiyeke bêdeng...

M.R. ku bi fikra "ji carekê tiştek dernayê" dest bi bikaranîna tiryakê kir û piştî heft salan dev jê berda, got: "Ningê min bûbû teker, min hewl dida tamîr bikim. Mîna pandemiyeke bêdeng bû." B.K. jî ku neh salan bikar anî, got: "Zarokê min ez nas nedikirim. Ji ber ku min wext ji bo wî venediqetand."

Li ber deriyê her dibistanê ne: Hedefa 'sereke' zarokên keç û jin in
Li ber deriyê her dibistanê ne: Hedefa 'sereke' zarokên keç û jin in

Jin û keçên ku tiryakê bi kar tînin, ji ber "demxekirinê" bêtir bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Pispora Xizmeta Civakî Berfîn Ayyildizê diyar kir ku herî zêde zarokên keç maddeyên bixetere bi kar tînin û got: "Jin li şûna ku biçin navendên dermankirinê, divê navendên dermankirinê werin cem jinan."

Koordînatora xebatên qadê: Planên stratejik pêwîst in
Koordînatora xebatên qadê: Planên stratejik pêwîst in

Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Genç ku li ser tiryakkêşiyê li qadê lêkolîn kiriye, diyar kir ku li şûna gotin û kirinên populîst, pêwîstî bi planên stratejîk heye. Yuksel Gençê got: "Bandorên tiryakkêşiyê yên civakî, siyasî, çandî û herêmî hene. Divê em çareseriyê li vê derê bigerin."

Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?
Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?

Rojnameger Halît Ermîş têkildarî hilbijartinên Iraqê nivîsand û got Iraq dîsa li ber qonaxeke biryardanê ye û got: “Ev pêvajo ne tenê bi hevsengiyên li Bexdayê, di heman demê de bi helwesta Tehran, Washington û Enqereyê ve girêdayî ye. Hilbijartin qediya, lê têkoşîna esasî niha destpê dike.”

Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye
Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye

Kesên ku li ser tiryakkêşiyê dixebitin, li hember etîketkirina bajaran, teşhîrkirina şexs/malbatan an jî nîşandana tiryakê wekî tiştekî ku tenê xasê hinek kesan e, nerazî ne. Dêrûnnas Murat Burtakuçîn got: "Pirsgirêkên civakî têkoşîna civakî hewce dikin. Divê em bi wan re têkiliyê deynin."

Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike
Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike

Tirkiye ku divê di çarçoveya mitabaqeta 10’ê Adarê de ji Sûriyeyê vekişe, li Laziqiyê demografyaya herêmê diguherîne û li ser xeta Heleb-Hema-Dêrazorê jî hewl dide baregehên leşkerî yên nû ava bike.

Hilbijartinên Iraqê: Baweriya ji partiyan kêm e, rîska pevçûnan heye
Hilbijartinên Iraqê: Baweriya ji partiyan kêm e, rîska pevçûnan heye

Welatiyên Iraqê dê tevî fikarên xwe yên têkildarî ewlehiyê, şefafî û baweriyê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Di navbera partiyên Kurd de tifaqek nîne û ev jî destê wan zeîf dike. Li hêla din tê gotin ku îxtîmal heye hêzên navneteweyî û herêmî şerekî nû bidin destpêkirin.

Dogan Erbaş: Entegrasyon formula çareseriyê ye, dê dewletê jî biguherîne
Dogan Erbaş: Entegrasyon formula çareseriyê ye, dê dewletê jî biguherîne

Dogan Erbaş diyar kir ku Abdullah Ocalan bi rêya entegrasyona demokratîk armanc dike ku "Kurd daxilî nava hiqûqê bike" û got: "Ev gava ku ji hêla birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin dê dewletê jî neçar bike ku biguhere."

< 1 2 3 4 5 > Rupel 2 / 21