Li Hatayê bîranîn: Em ê di 1’ê Gulanê û 14 Gulanê de ji wan hesab bipirsin
Li Hatayê bîranîn: Em ê di 1’ê Gulanê û 14 Gulanê de ji wan hesab bipirsin

Hevseroka KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl li Hatayê beşdarî bîranîna qurbaniyên erdhejê bû û diyar kir k udi 1’ê Gulanê de li qadan di 14’ê Gulanê de jî di sindoqan de dê hesab ji îktidarê bipirsin.

Li Edeneyê ji bo mitînga 1’e Gulanê banga tevlibûnê
Li Edeneyê ji bo mitînga 1’e Gulanê banga tevlibûnê

Hevseroka HDP’a Edeneyê Helîn Kaya bang li her kesî kir ku di 1’ê Gulanê de bi kortêja Partiya Çepên Kesk herikîn qada pîrozbahiyê û wiha got: “Em careke din 1’ê Gulanê li qadan biqîrin. Em li vir in, dê bi hev re biguherînin.”

Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan
Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan

Nûnerên sendîka û partiyên siyasî ji bo mitînga 1’ê Gulanê ya li Antalyayê bang kirin û wiha gotin: “Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin û di 14’ê Gulanê de jî ji polîtîkayên zilmê yên îktîdarê re bibêjin na.”

'1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya 14'ê Gulanê'
'1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya 14'ê Gulanê'

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Bûrsayê Azra Gullupinarê diyar kir ku dê li dijî xizanî, talan, kedxwarî, zilma KHK'an, tecrîd û şer li qadên 1'ê Gulanê bin û wiha got: "1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya hilbijartinên 14'ê Gulanê."

Hêzên demokrasiyê yên Mêrsînê dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
Hêzên demokrasiyê yên Mêrsînê dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin

Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê Mahmût Sumbul got ku ji ber hilbijartinê, girîngiya 1’ê Gulana îsal hêj zêdetir bûye û da zanîn ku dê tevî hêzên aştîxwaz û demokrasîhez li qadan bin.

Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin
Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin

Li Wanê 1’ê Gulanê wê li Parka Mûsa Anter were pîrozkirin. Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen’a Wanê Mûrat Atabay, bi daxwaza jiyaneke azad herkes vexwend qadên 1’ê Gulanê. Li Amedê jî Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî 1’ê Gulanê serdana partiyên siyasî kir.

Kesên di 1’ê Gulana 1977’an de li Taksîmê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn
Kesên di 1’ê Gulana 1977’an de li Taksîmê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn

Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû ku li ser navê kesên 34 welatiyên li Hevraza Kazanci hatin qetilkirin bi bîr anîn axivî, diyar kir ku dê pergala bêhiqûq û qedexeker biguherînin û hemû karker û kedkar vexwendin qadên 1’ê Gulanê.

Karkerên ku di şert û mercên giran de 1'ê Gulanê pêşwazî dikin dixwazin desthilat biguhere
Karkerên ku di şert û mercên giran de 1'ê Gulanê pêşwazî dikin dixwazin desthilat biguhere

Karkerên ku îsal 1'ê Gulanê di atmosfera hilbijartinê de pêşwazî dikin, gotin: "Em ê wekî ku haya me jê tune be, bixebitin. Em ber bi hilbijartinê ve diçin, divê êdî ev desthilat biguhere."

Ji bo 1’ê Gulanê banga tevlibûnê
Ji bo 1’ê Gulanê banga tevlibûnê

Rêxistinên girseyî yên demokratîk ku xwe amade dikin di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, bernameyên xwe yên 1’ê Gulanê aşkerekirin û banga tevlibûnê li gel kirin.

'Herî zêde di heyama AKP’ê de karker bi zextan re rûbirû man’
'Herî zêde di heyama AKP’ê de karker bi zextan re rûbirû man’

Serokê Giştî yê Nakliyat-Îşê Alî Riza Kuçukosmanoglû diyar kir ku herî zêde di heyama AKP’ê de sendîka bi zextan re rûbirû man û mafê greve hat qedexekirin û got: “Hêviya me ew e ku di 14’ê Gulanê de dawî li vê îktidara zilmkar were.”

Mexdûrê mulakatê: ‘Birincfiroşê xwedî bi dîploma’
Mexdûrê mulakatê: ‘Birincfiroşê xwedî bi dîploma’

Mexdûrê “mulakatê” Fûat Ozdemîr wek bertek li ser ereboka xwe “Birincfiroşê xwedî bi dîploma” nivîsandiye û diyar kir ku li gel wî zanîngehê bi rêjeyek baş qedandiye jî nayê tayînkirin û bi firotina goştê ser birincê debara xwe dike.

Li Şirnexê ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî hat dayîn
Li Şirnexê ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî hat dayîn

Li Şirnexê starta mitînga 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran hat dayîn.

Egîtîm Sen: Em ê dengê xwe ji bo perwerdeya azad û bi zimanê dayikê bidin
Egîtîm Sen: Em ê dengê xwe ji bo perwerdeya azad û bi zimanê dayikê bidin

Egîtîm Senê belgeya helwestê ya hilbijartinên 14’ê Gulanê eşkere kir û wiha got: “Weke kedkarên perwerde û zanistê, em ê dengê xwe ji bo perwerdeyeke wekhev, azad, bêpere û bi zimanê dayikê bidin.”

Ji bo 1’ê Gulanê bang: Em ê guherînê li qadan bidin destpêkirin
Ji bo 1’ê Gulanê bang: Em ê guherînê li qadan bidin destpêkirin

Nûnerên rêxistinên pîşeyî yên kedê ji bo mitînga 1’ê Gulanê ku dê li Qada Maltepeyê bê lidarxistin bang kirin û wiha gotin: “Em ê guherînê li qadên 1’ê Gulanê bidin destpêkirin.”

Hingivê wan ji ber enflasyona zêde di dest wan de ma
Hingivê wan ji ber enflasyona zêde di dest wan de ma

Li Sêrtê homgivfiroş ku ji ber eflasyona zêde nikarin hingivê xwe bifiroşin, gotin ku ger wisa bidome dê dest ji hingivfiroşiyê berdin.

< 58 59 60 61 62 > Rupel 60 / 245