Li Amedê cînayeta kar
Personelê DEDAŞ’ê Veysel Elaltûnterîn ê dema xwendina saeta ceyranê ya di trafoyê de ceyranê ew girt, jiyana xwe ji dest da.
Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
Partiya Çepên Kesk di çarçovaya xebatên hilbijartinê de li Amedê serdana karkerên sîteya sanayîyê ya li navçeya Bajarê Nû kir. Karkeran wiha got: "Em çawa eyar didin wesayitan, em ê bi dengê xwe eyar bidin vê pergalê jî."
Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
ENAG’ê enflasyona salane weke ji sedî 105,5 û TUÎK’ê jî weke ji sedî 43,68 ragihand.
Kedkaran li Amedê bang kir: Ev pergal an dê biguhere yan dê biguhere
Kedkaran di pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya Amedê de ev peyam dan: “Ev pergal an dê biguhere yan dê biguhere.”
Kedkar li Qada Tandogan in: Em ê li dijî faşîzmê mil bidin milê hev
Kedkarên bi daxwaz û dirûşmeyên xwe herikîn Qada Tandogan a Enqereyê bi pankarta “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” banga têkoşîna hevpar kirin.
Li Mêrsîn û Edeneyê coşa 1’ê Gulanê
Li Edene û Mêrsînê jî kedkaran daxwazên xwe anîn ziman û peyama têkbirina îktidarê dan.
Li Qada Gundogdûyê 1’ê Gulanê: Tayîp wê biçe ev kar wê biqede
Li Qada Gundogdûyê ya Îzmîrê bi beşdariya hezaran kes 1’ê Gulanê hat pîrozkirin û dirûşma “Tayîp wê biçe ev kar wê biqede” hat berzkirin.
Li Dêrsimê pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Em ê bi hev re biguherînin
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di pîrozbahiya 1’ ê Gulanê ya Dêrsimê de ku bi hezaran kes tevlibûn axivî û wiha got: “Em ê dengekî xwe ji bo têkbirina rejîma faşîst bidin û dengekî ji bo rêveberiya kedkaran bidin. Em ê bi hev re biguherînin.”
Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê: Ked a me ye, siberoj a me ye
Hêzên ked û demokrasiyê mitînga 1’ê Gulanê li Stenbolê bi dirûşmeya “Ked a me ye, siberoj a me ye” bi coş li dar xistin.
Keskîn Bayindir: Em ê bi berxwedana karker û kedkaran vê îktidarê bişînin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin li Êlihê di mitînga 1’ê Gulanê de axivîn û gotin: “Kedkarên ku bi ruh û coşa 8’ê Adarê û Newrozê qadan tije kirin, wê di 14’ê Gulane de vê îktidarê bişînin.”
Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Em ê di 14’ê Gulanê de desthilata faşîst bişînin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a di mitînga 1’ê Gulanê ku bi hezaran kes tevlibûn de axivî, bi gotina “Hûn her roj bi hezaran kesan binçav bikin jî kurd wê dest ji têkoşîna xwe bernedin” anî ziman ku dê di 14’ê Gulanê de “tifaqa faşîst” winda bike.
DÎSK’ê çelenk danî li ber Bîrdariya Taksîmê
Endamên DÎSK’ê çelenk danî li ber Bîrdariya Komarê ya li Qada Taksîmê
Polîsan êrişî kesên dixwestin biçin Taksîmê kirin: 6 kes hatin binçavkirin
Platforma Yekitiya Têkoşînê û endamên Înşaet û Enerjî Senê tevî qedexeyê jî xwestin biçin Qada Taksîmê lê rastî êrişa polîsan hatin. Di êrişê de herî kêm 6 kes hatin binçavkirin.
Li Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê
Qada Taksîmê ji ber 1’ê Gulanê hate qedexekirin. Hemû kolanên ber bi qadê ve diçin û Cadeya Îstîklalê jî bi bariyerên hesin hatine girtin.