Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin

Asim Sûltanoglû ku ji ber tecawiza li Weqfa Ensarê derheqê wî de lêpirsîn hatibû vekirin, weke Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Rihayê hatibû tayînkirin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê bertek nîşan da, xwest tayîna wî were betalkirin û tacegula reş danîn pêşiya avahiya midûriyetê.

Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

Karkerê di teqîna sîloya TMO’yê ya li Derînceyê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.

DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar

Midûrê Giştî yê DEPSAŞ’ê Mûrat Karaguzel destnîşan kir ku Amed jî di nav de hejmara aboneyên avê yên 6 bajaran gihiştiye 2,2 milyonan û qerên wan gihiştiye 16 milyaran. Karaguzel anî ziman ku dê ceyrana kesên deynên xwe nedin bên birîn û abonetiya wan were betalkirin.

Ji damezirînerên KESK’ê Erol hate bibîranîn
Ji damezirînerên KESK’ê Erol hate bibîranîn

Ji damezirînerên KESK’ê Sevîl Fîgen Erol di salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.

Qesabên li welatê goşt li ber îflasê ne
Qesabên li welatê goşt li ber îflasê ne

Qesabên li Wanê ku weke navenda goşt tê zanîn piştî zemên li ser hev têne kirin, li ber îflasê ne.

Mîhrîcana Munzurê jî ji bo derdê esnafan nebû derman
Mîhrîcana Munzurê jî ji bo derdê esnafan nebû derman

Esnafên Dêrsimê diyar kirin ku mîhrîcan jî ji derdên wan re nebûye derman û wiha bertek nîşanî krîza aborî dan: “Her roj zem tên kirin. Êdî xelk nikare tiştekî bikire.”

Rapora ÎSÎG’ê: Di tîrmehê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Rapora ÎSÎG’ê: Di tîrmehê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Li gorî rapora Meclisa ÎSÎG’ê ya der barê cînayetên kar, di meha tîrmehê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Esnaf nikare bifiroşe, karker nikare mafê xwe bistîne
Esnaf nikare bifiroşe, karker nikare mafê xwe bistîne

Serokê Odeya Firinvanan ê Wanê Sabrî Işik, bi lêv kir ku esnaf û sinetkar bajarî li ser piyan dihêlin û wiha got: “Ji ber esnaf nikare bifiroşe, nikare mafê karkerî bide. Ji ber karker jî nikare mafê xwe bistîne ji van deran diçe rojavayê welat.”

Weqfa Diyanetê 4 milyar TL kom kir û dahata xwe ji sedî 93 zêde kir
Weqfa Diyanetê 4 milyar TL kom kir û dahata xwe ji sedî 93 zêde kir

Tabloya dahat û lêçûnên TDV’ê ku girêdayî Serokatiya Karên Diyanetê ye û venihêrîna wê nayê kirin, ji hêla çapameniyê ve hate parvekirin. Li gorî vê yekê; dahata weqfê li gorî sala 2020’ê ji sedî 218 û li gorî sala 2021’ê jî ji sedî 93 zêdetir bû.

Xelkê Wanê: Em li qûşxaneya vala, qûşxaneya vala jî li me dinêre
Xelkê Wanê: Em li qûşxaneya vala, qûşxaneya vala jî li me dinêre

Welatiyên Wanê zemên piştî hilbijartinê hatine kirin weke “zilm” pênase kirin û wiha gotin: “Em li qûşxaneya vala û qûşxaneya vala jî li me dinêre.”

‘Divê karker zêdetir xwe bi rêxistin bikin û dakevin kolanan’
‘Divê karker zêdetir xwe bi rêxistin bikin û dakevin kolanan’

Nûnerên tevgerên kedê bi lêv kirin ku bi milyonan karkerên mûçeyê kêmtirîn bi xizaniyê re li ber xwe didin û destnîşan kirin ku karkerên mûçeyê kêmtirîn îro ji bo bijîn deyndar dibin û destnîşan kirin ku divê karker zêdetir xwe bi rêxistin bikin û dakevin kolanan.

TUÎK: Di tîrmehê de enflasyon ji sedî 9,49 zêde bû
TUÎK: Di tîrmehê de enflasyon ji sedî 9,49 zêde bû

TUÎK’ê daneyên enflasyonê yên tîrmehê parve kir û diyar kir ku ji sedî 9,49 zêde bûye. Li gorî vê; enflasyona salane jî bû ji sedî 47,83.

ENAG: Enflasyona salane bû ji sedî 122
ENAG: Enflasyona salane bû ji sedî 122

Li gorî daneyên ENAG’ê, enflasyona 12 mehan ji sedî 122,88 e û enflasyona tîrmehê jî ji sedî 13,18 zêde bû.

Tenduristvanên dev ji kar berdayîn daxwazên xwe rêz kirin
Tenduristvanên dev ji kar berdayîn daxwazên xwe rêz kirin

Kedkarên tenduristiyê li gelek bajaran neçûn kar û bi daxuyaniyan daxwazên xwe rêz kirin.

Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê
Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê

TURK-ÎŞ’ê aşkere kir ku sînorê birçîbûnê yê mesrefa xurekê ya mehane ya malbateke ji çar kesan pêk tê, 11 hezar û 658 lîre ye.

< 48 49 50 51 52 > Rupel 50 / 245