Jiyana wan di nava zeviyan û konan de asê maye
Jiyana wan di nava zeviyan û konan de asê maye

Penaberên sûriyeyî yên ku li Adanalioglûyê konên xwe li nêzî zeviya ku lê dixebitin vedane, jiyana xwe di şert û mercên xirab de didomînin. Jinên ku bandoreke mezin ji zor û zehmetiyên jiyana konî digirin, anîn ziman ku piltî karê nav zeviyê karê nav malê jî dikin.

Rojnamegerên ji Sputnik’ê hatin derxistin dest bi grevê kirin
Rojnamegerên ji Sputnik’ê hatin derxistin dest bi grevê kirin

Xebatkarên Sputnikê li dijî şert û mercên nebaş ên xebatê îro dest bi grevê kirin. Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Durmuş got ku xebatkar di daxwazên xwe de mafdar in û bang li Sputnikê kir ku dev ji çalakiyên xwe yên derhiqûqî berde.

Li Rihayê li nan zem hate kirin
Li Rihayê li nan zem hate kirin

Li Rihayê 170 gram nan, 150 gram nanê loş û 200 gram nanê somûn ku bi 5 lîre dihate firotin, bû 6 lîre.

Ji KESK’ê çalakiya karberdanê: Bûdçeyê ne ji bo şer lê ji bo karkeran veqetînin
Ji KESK’ê çalakiya karberdanê: Bûdçeyê ne ji bo şer lê ji bo karkeran veqetînin

KESK’ê ji bo protestokirina teklîfa zemê ya îktîdarê ya di hevdîtinên TÎS’ê de, li seranserî welêt çalakiya karberdanê li dar xist. Kedkaran got; “Em ê serî li ber heqdestê xizantiyê netewînin. Bûdçeyê ne ji bo şer lê ji bo karkeran veqetînin.”

Şaredariya Esenlerê gef li karkeran xwar: Nexwe hûn dê ji nanê xwe bibin
Şaredariya Esenlerê gef li karkeran xwar: Nexwe hûn dê ji nanê xwe bibin

Midûrê Parastina Hawirdorê yê Şaredariya Esenlerê yê AKP’î Fatîh Kalelî gefa “Li pariyê nanê xwe binêrin, nexwe hûn ê ji nanê xwe bibin” li karkerên paqijiyê xwar ku dev ji kar berdane.

Li Cizîrê ji sedî 30 zem li nan hate kirin
Li Cizîrê ji sedî 30 zem li nan hate kirin

Piştî zema ji sedî 30, bihayê nanê 220 gram bû 6 lîre û nîv.

Dîsa zem li benzînê kirin
Dîsa zem li benzînê kirin

Li gel zema nû hatiye kirin bihayê lîtreyeke benzînê nêzî 38 lîreyan bû.

Kedkarên cemaweriyê sibe dev ji kar ber didin
Kedkarên cemaweriyê sibe dev ji kar ber didin

Kedkarên cemaweriyê ku li ser maseya TÎS’ê daxwazên wan nehatin qebûlkirin, li ser banga KESK’ê dê sibe ji bo rojekê dev ji kar berdin.

Zema ji bo veguhestina komelî ya Stenbolê hatiye kirin kete meriyetê
Zema ji bo veguhestina komelî ya Stenbolê hatiye kirin kete meriyetê

Li Stenbolê ji bo veguhestina komelî ji sedî 51.52 zem hatibû kirin û ev zem kete meriyetê.

Cotkar: Serokê MHP’ê li TMO’yê şebeke ava kiriye, heqê me dixwe
Cotkar: Serokê MHP’ê li TMO’yê şebeke ava kiriye, heqê me dixwe

Cotkarên ku têkildarî pirsgirêkên li TMO’yê tên jiyîn axivîn, destnîşan kirin ku Cîgirê Serokê MHP’a Amedê yê berê O. Y. di TMO’yê de şebekeyek ava kiriye û anîn ziman ku O. Y. cotkaran neçar dihêle ku berhemên xwe bi awayekî erzan bifiroşin wî.

Ji bo motorînê zem hate kirin
Ji bo motorînê zem hate kirin

Ji bo bihayê motorînê lîreyek û 80 qirûş zem hate kirin.

KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin

Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl da zanîn ku li ser maseyên TÎS’ê ji mafên xwe yên şexsî bêpar tên hiştin û wiha got: “Em ê li dijî pergala ku hewl dide fatûreya krîzê bo kedkaran bibire têbikoşin.”

Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin

Di 10'ê hezîranê de li Mêrdînê ji bo veguhestina nava bajar ji sedî 42 zem hatibû kirin û niha dîsa ji sedî 50 zem hate kirin.

TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê

TUÎK’ê daneyên îstatîstîkê yên hêza kar a meha hezîranê parve kir. Hat gotin ku rêjeya bêkariyê derketiye ji sedî 9.6’an.

Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin

Karkerên FEDAŞ’ê bi sedema ka heqê wan kêm tê dayîn çalakî li dar xistin û xwestin ku mûçeyên wan bên zêdekirin.

< 47 48 49 50 51 > Rupel 49 / 245