Di Cotmehê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Meclisa ÎSÎG'ê rapora meha Cotmehê aşkera kir, li gorî raporê di meha Cotmehê de 182 û di 10 mehan de herî kêm hezar û 683 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Meclisa ÎSÎG'ê got ku "Di aboriyê de hilberîn tune, aborî ji çekan re tê veqetandin."
'Berxwedana karkerên Akkimê di roja 100'an de ye'
Karkerên Akkimê ku bi sedema sendikayî ne ji kar hatin avêtin 100 rojin ji bo mafê xwe biparêzin di çalakiyê dene. Karkeran diyar kirin ku ew bawer dikin ew dê bi ser bikevin.
Karkerên plaza: Karker girtekê digirin û diçin tuwaletê
Karkeren Kod-A yên ji kar hatin derxistin, diyar kirin ku karkerên Plaza di bin zextên pir dijwar de dixebitin. Karkeran anîn ziman ku vexwarina avê bi kontrol e û ji bo biçin tuwaletê girtekê digirin. Karkeran, destnişan kirin ku telefon jî qedexe ye.
Nobeta xwe diyarî karkerên Şirnexê kirin
Malbatên Karkerên Lêgerîna Edaletê, çalakiya xwe ya “Nobeta Wijdan û Edaletê” ya 66’emîn, diyarî karkerên di hezana Şirnexê û teqîna Fabrîqeya goleyên hewayî ya Endonezyeyê jiyana xwe ji dest dan, kirin.
Xebata zêde bandoreke xirab li ser bijîşkan dike
Serokê Odeya Bijîşkên Edeneyê Doç. Dr. Alî Îhsan Okten diyar kir ku ji ber zêdehiya kar bijîşk sendroma têkçûnê dijîn û wiha got: "Projeya Veguhestina Tenduristiyê karê kedkarên tenduristiyê zêde kir."
Ji DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê bang: Em ne OHAL demokrasiyê dixwazin
DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê daxuyaniya hevpar dan û xwestin li dijî OHAL'ê ji bo avakirina demokrasiyê têkoşîna hevpar bimeşînin. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, diyar kir ku dê li 81 bajaran kampanya "Ne OHAL'ê demokrasiyê dixwazin" pêk bînin.
'Piştî 7’ê hezîranê turîzma Wanê û welat têk çû’
Serokê TURSAB’ê yê bajarên heremê Cevdet Ozgokçe diyar kir ku piştî 7’ê hezîranê ji bilî turîstên Îranî turistên welatên din nehatine Wanê û turîzma bajêr bi saya turîstên Îranî xwe li ser piya digire.
Aborîzan Sonmez: Ev budçe xizmeta sermayeyê dike
Aborîzan Mustafa Sonmez ku ku budçeya 2018’an wek “çiravê” pênase kir wiha got: “Ev budçe, budçeyeke ku hewl dide deynan bide deynan.”
'Dewlet sewalkariyê tune dike'
Biryara hikumetê ya “Goştê îthal” li bajarên kurdan sewalkariyê anî asta xelaskirinê. Ebexiyan destnîşan kir ku tekane debara wan li ser sewalkariyê ye û bi destê dewletê tê xelaskirin û xwestin firotina goştê îthal bê rawestandin.
Karkerên Akkimê: Em ê bi ser kevin
Karkerên ku li ber Fabrîkaya Kîmyewiyên Avaniyê yên Akkîmê 94 roj in li ber xwe didin wiha gotin: “Em ê bi ser kevin.”
Gel birçî dihêlin milyaran ji bo ewlehiya xwe vediqetînin
Serokên rêxistinên kedê yên wekî KESK û DÎSK'ê, butçeya sala 2018'an nirxandin, diyar kirin ku hikumeta ku di warê zema kêm de xebatan dimeşîne ji bo xerçkirinên leşkeriyê beşeke zêde vediqetîne, lê fatûreya zêde jî li kedkaran dibire.
4 karkerên di binê hezazê de man sîgorteya wan tune
Derket holê ku ji 8 karkerên di binê hezaza li Şirnexê de man, 4 ji wan bê sîgorte ne. 2 karkerên bi sîgorteyî jî prîmên wan li ser fîrmayeke din hatine razandin.
Buhayê benzînê derket 5.50 TL, motorîn jî bû 5 TL
Hikûmet ku di warê aborî de ketiye tengasiyê, li ser benzînê 12 qirûş û motorînê jî 17 qirûş zem kir. Li Stanbolê piştî zem hat kirin, bûhayê benzînê derket 5.50 TL û yê mortorînê jî bû 4.93 TL e.
KESK’ê KHK nirxand: Dê têkoşîna me dewam bike
Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê bi civînekê KHK’a hejmara 675’an a di 29’ê cotmeha 2016’an de hat weşandin nirxand û got ku dê li dijî sepandinên antîdemokratîk têkoşîna xwe bidomînin.
‘Ji bo turîzm pêş bikeve, divê OHAL rabe'
Serokê Sendîkaya Dev Turîzm-Îş Mustafa Safvet Yahyaoglu, demsala turîzma 2017’an û krîza heyî nirxand û wiha got: “Ji bo turîzm baş bibe, divê OHAL rabe û pevçûnên li herêmê bi dawî bibin.”