Zeytûnên Nîzîpê ji ber zuhabûnê hişk bûn
Navçeya Nîzîpê bi zeytûnê xwe tê nasîn. Ji ber zuhabûnê zeytûn hişk dibin.
Sewalkar îsal kayê peyda nakin
Ji ber her roj sotemenî tê zamkirin li Erziromê cotkar û sewalkar li ber îflasê ne. Ji ber zema zêdeş hin kes nikarin erdên xwe biajon û hin kes jî nikarin kayê ji sewalên xwe re bibînin.
Cotkar êdî nikarin mazotê bikirin
Îsal jî ji ber zêdebûna buhayên sotemenî, ceryan, tov gubre û zêdebûna baca salane, çotkarî nikarin çandiniyê bikin. Ji ber vê yekê cotkar ji neçarî berhem û zadên xwe bi buhayên sala par difiroşin.
Karkerê karê xwe dixwaze hat binçavkirin
Karkerê bi navê Mahîr Kiliç ji bo mafê xwe yê kadro û heqên xwe yên jiyanî bistîne, ji kar hat avêtin û 11 roj e di greva birçîbûnê de ye. Polîsan êrîşê Kilinç kir û ew binçav kirin.
2-3 sal şûnde li Tirkiye dê sewalkarî bi dawî bibe
Xweyîkerên sewalan ên li Îdirê anîn ziman ku ji ber goştê îthal ew bi rojên zor re rû bi rû ne. Xweyîkeran destnîşan kirin ku ev politikaya tunekirina sewalvaniyê ye û wiha got: “Wê 2-3 sal şûnde li Tirkiyeyê heywan neyên peydakirin. Divê dewlet polîtîkayên xwe rast bike."
‘Mahîr Kiliç li dijî neheqiyê têdikoşe'
Komek karker, bi armanca piştgiriyê bidin Mahîr Kiliç ê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê ve ji kar hat avêtin û 10 rojin di grevê de ye, li ber şaredariya Îzmirê daxuyaniyê dan. Karkeran diyar kirin ku Mahîr Kiliç li dijî neheqî û bê edaletiyê têdikoşe.
Karkerê 12 salî: Ji bo xeyala xwe dixebitim
Hasan Y.’yê 12 salî ku li Nîzîpê nane, bexdenûz û rokayê difiroşe, anî ziman ku hem alîkariya malbata xwe dike hem jî ji bo xeyala xwe ya ji bo bijîşktiyê pêk bîne dixebite.
Ji bo bêhna berê ji firingiyan bê, tovê herêmî belaş belav dikin
Li Seferîhîsarê, ji bo berbelavkirina tovê herêmî malbata Karahanoglû tev digere û ji bo kesên ku toxim dixwazin, bi şertê ku dê li wan vegerînin didin wan. Malbat, li hemberî toximên hîbrît û kîmyewî tev digerin û dixwazin vê tevgerîna ji bo toximê herêmî bi kooperatîfbûyînê zeximtir bikin.
'Îsal li gorî par rewşa narenciyeyê baştir e'
Cotkarên narenciyên ku par ji ber nebûna îxracatê nehatin jêkirin, îsal ji ber îxaracata ber bi başiyê ve diçe kêfxweş in.
Serokê TAR-VAK'ê: Divê girîngiyê bidin hilberîna genim
Serokê Giştî yê TAR-VAK'ê Abdullah Aysu diyar kir ku hikumetê bi polîtîkaya "goştê erzan" dê çareseriyê bi pêş nexe û aşkera kir ku piştgiriya ku didin şirketan nadin cotkaran û wiha got: "Divê girîngî bidin xwedîkirina sewal û hilberîna genim."
Têkoşîna li dijî OHAL’ê zêde dibe: Demokrasî nanê karkeran e
Rêxistinên pîşesazî û kedê li dijî OHAL’ê kampanya dan destpêkirin û xwe ji bo civînên girseyî amade dikin. Nûnerên rêxistinan got ku cihê demokrasî lê tune be mafê kedê jî tune ye û demokrasî nanê karkeran e.
Karkerên taşeron li ber wezaretê çalakî pêk anîn
Bi sedan endamên Sendîkaya Genel-Îşê li çar hêlên Tirkiyeyê li ber Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê çalakî pêk anîn û şertên xebatê şermezar kirin.
Rêjeya bêkariya ciwanan ji sedî 20'an derbas kir
Li gorî TUÎK'ê di meha Tîrmehê de rêjeya bêkariyê sedî 10,7 bûye, di meha Tebaxê de rêjeya bêkariyê bûye sedî 10,6. Rêjeya bêkariyê ya ciwanên bê kar, sedî 0.7 zêde bû û bû sedî 20.6.
Rewşa kar baş dibe, lê kesekî bixebite tune ye
Li Mûşê hosteyê sifirê Mehmet Cevat Aktaş, diyar kir ku bikaranîna sifir ji nû ve zêde bûye, rewşa karê wî baş e, lê belê şagirtek tune ye ku ew vî karî dewrî wî/ê bike.
Buhayên sotemeniyê pişta wan şikand
Hikûmeta AKP'ê buhayên sotemeniyê li ser hev du caran zem kir. Ji ber zemê buhayê mazotê 5 lîreyan derbas kir. Welatiyan bertek nîşanî vê yekê de û dest nîşan kirin ku ji ber şer zem çê dibin û heke dawî li şer bê dê buha dakevin.