'Di turîzmê de milyonek û 700 kes qaçax tên xebitandin’
'Di turîzmê de milyonek û 700 kes qaçax tên xebitandin’

Serokê Şaxa Dev Turîzm-Îş’ê ya Antalyayê Mustafa Safvet Yahyaoglu bal kişand ser pirsgirêkên milyonek û 700 karkerên bêsîgorta û bêqeyd di sektora turîzmê de dixebitin û her çiqas ev karkerên di vê sektorê de dixebitin jî sîgortayên wan bên çêkirin jî lêdê ji Yasaya Sîgorta ya Bêkariyê sûd wernegirin.

'Berdêla keda xwe em ji çêja dolmeyan distînin'
'Berdêla keda xwe em ji çêja dolmeyan distînin'

Malbata Karabaş di bin kelekela rojê de îsotên tuj bi ben ve dikin û hişk dikin. Malbatê, diyar kir ku ew zirareke mezin ji bihabûn û zama tê kirin dibînin û gotin: "Lê piştî ku em dolmê hişk kirî dixwin û çêja wan dikeve devê me, zirarê ji bîr dikin. Em keda destê xwe ji çêja dolman distîn in.”

Cotkarên Pirsûsê DSÎ’yê şermezar kirin
Cotkarên Pirsûsê DSÎ’yê şermezar kirin

Cotkarên Pirsûsê ji ber kêmbûna avê û fatûrayên ji wan re tên nivîsandin li ber DSÎ’yê çalakiya protestoyê li dar xistin.

Ji bo ku karkerê hê baş ne bûbû xebitandin xetera ameliyatê dijî
Ji bo ku karkerê hê baş ne bûbû xebitandin xetera ameliyatê dijî

Karkerê înşaetê Mustafa Karakuyu piştî qezaya kar derbas bike xwest gilî bike, lê karsazan jêre gotin 'Çi pêwîst be ewê bikin' û ew asteng kirin. Lê berî ku Karakuyu baş bibe û bêdarmankirin, karsazan ew dan xebitandin. Ji ber vê yekê Karakuyu niha xeteriya divê bê emeliyat kirin dijî.

Çalakiya karkerên marketên Real û Makro/Uyum didome
Çalakiya karkerên marketên Real û Makro/Uyum didome

Çalakiya karkerên marketên Real û Makro/Uyum didome. Karker li Umraniyeyê beriya bigîhîjin Marketa Medîa rêveberan derabeyan li wan girtin.

Li Antalyayê cînayeta kar
Li Antalyayê cînayeta kar

Li navçeya Fînîke ya Antalyayê li Fabrîqeya Plastîk karkerê bi navê Nûrettîn Aksongûr (61) ket makenîya hûrkirinê plastîk û bi xebitandina makînê re bi awayekî dilşewat jiyana xwe ji dest da.

Îhmalkariyê Şîmşek kuşt
Îhmalkariyê Şîmşek kuşt

Bavê Seray Şîmşek ê di hezana Santrala Termîkê ya Yataganê de jiyana xwe ji dest da Cemîl Şimşek diyar kir ku ji ber îhmalkariyê termîk li kurê wî bû gor û wiha got: “Kurê min tim digot ‘Ger di bantê de hezan pêk were, destpê kê ezê bimirim.’”

Kemal Turkler li ser gora hat bibîranîn
Kemal Turkler li ser gora hat bibîranîn

Damezrînerê DÎSK’ê Kemal Turkler, di 38’emîn salvegera qetilkirin xwe de, li ser gora xwe hat bibîranîn. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu di bîranînê de axivî û got: “Emê xwedî paşeroş û hemû danehava xwe derbikevin û têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Ji DÎSK’ê rapora OHAL’ê: Ev rejîm ji gel re zirar e
Ji DÎSK’ê rapora OHAL’ê: Ev rejîm ji gel re zirar e

Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu rapora OHAL û “Rejîma Serokatiyê” ku amade kiribûn aşkere kir û got: “Ev rejîm ji gel re zirar e.”

Bijîşkan tundî şermezar kirin
Bijîşkan tundî şermezar kirin

Odeya Bijîşkên Rihayê, bertek nîşanî êrîşa li ser Bijîşk Bahattîn Ahmet Yalçin ê ji aliyê xizmên nexweşekê ve pêk hat da û got: “Em dixwazin tedbîrên astengker û rast bên girtin.”

Çêkirina yemeniyan ji bo wî eşqek e
Çêkirina yemeniyan ji bo wî eşqek e

Denîz Ercellat ê hosteyê yemeniyan ku li Dîlokê dijî pîşeya ji bavê xwe fêr bûye bi eşqek mezin karê xwe dike û ji ber kes eleqeyê nîşanî yemeni nade di nav derdkêşiyê de ye.

Li santrala termîkê hezan: 11 karker birîndar bûn
Li santrala termîkê hezan: 11 karker birîndar bûn

Li navçeya Yataganê di qenala sewqkirina komirê ya santrala termîkê de hezan pêk hat û 11 karker birîndar bûn.

Çerkezoglu: Serokomar dikare mudaxaleyî heqê herî kêm bike
Çerkezoglu: Serokomar dikare mudaxaleyî heqê herî kêm bike

Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, diyar kir ku piştî Lijneya Venêrtina Dewletê (DDK) Komîsyona Tespîta Heqê Herî Kêm bi Serokomariyê ve hat girêdan, êdî Serokomarî dikare mudaxaleyî heqê herî kêm bike.

Ji ber maddeya sifir biha dibe karê sifirkeriyê jî xelas dibe
Ji ber maddeya sifir biha dibe karê sifirkeriyê jî xelas dibe

Li Dîlokê ji ber maddeyê sifir biha dibe, karê sifirkeriyê jî ber bi tunebûnê ve diçe. Esnafên ku sifirkeriyê dikin, diyar kirin ku sifir biha distînin û berhemên ku dineqişînin û teşe dikin nayê firatin û di destê wan de dimîne.

Di bazara semtê de, kesên dikirin jî û yên difiroşin jî îsyan dikin
Di bazara semtê de, kesên dikirin jî û yên difiroşin jî îsyan dikin

Di bazara semtê de, kesên dikirin jî û yên difiroşin jî îsyan dikin. Bazarvanan, diyar kirin ku li gorî salên derbasbûyî bûhayê hemû tiştan 3 qat giran bûne.

< 207 208 209 210 211 > Rupel 209 / 245