Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê: Bêcezatî şidetê zêdetir dike
Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê Omer Melîk bilêv kir ku polîtîkayên "Veguherîna Tenduristiyê" xebatkarên tenduristiyê hedef digirin û şideta ku tê kirin ji ber ku nayê cezakirin, hin derdor xwe dispêrên vê yekê û dibêjin "Em ê cezayê xwe bibirin."
ÎSÎG: Di meha Tîrmehê de 195 karkeran jiyana xwe ji dest dan
ÎSÎG, rapora cînayetên kar ên di meha Tîrmehê de pêk hatin, eşkere kir. Li gorî raporê, di meha Tîrmehê de herî kêm 195 karkeran jiyan xwe ji dest dan û di 7 mehên 2018’an de jî, herî kêm hezar û 103 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Ji HDP’ê hişyariya stagflasyonê
Cîgira Hevseroka HDP’ê Gunay Kûbîlay ji ber rewşa aborî ya li Tirkiyeyê hişyariya stagflasyonê kir û ev tişt anîn ziman: “Mayîndekirina Rewşa Awarte, tercîhkirina siyaseta şer û pevçûnê, zêdekirina xerckirinên ewlehiyê, bi awayekî lez û bez bû sedema bilindbûna enflasyonê.”
Karkerên Paksanê: Sendîkayê destek neda me
Endamê Sendîkayê Sendîkaya Metal Îş'ê Ugur Îlter diyar kir ku ew karkerê Paksan Makînayê ne û got: "Lê şirketê em ji kar avêtin. Ligel ku em endamê Sendîkayê bûn jî, li dijî şîrketê destek neda me û biryara çalekiyê me bi însiyatîfa xwe girt."
Esnafên Îdirê: Krîza dema Ecevît jî ne wisa bû
Esnafê Îdirê diyar kirin ku ew ji ber rewşa xirab a aboriyê nikarin kirêya dikanên xwe bidin û gotin: "Krîza niha em têde dijîn, ji krîza serdema Bulent Ecevît jî girantir e. Em hatin asta daxistina derebeyên xwe bigirin."
Karkerên Flormarê: Îktîdar tenê dengê me nabihîze
Çalakiya 132 karkerên Fîrmaya Kozmetîk a Flormarê yên bûn endamê sendîkayê û ji kar hatin derxistin di roja 79’emîn de didome. Karkeran diyar kir ku her kes dengê wan dibîhîze û gotin: “Tenê desthilatdarî dengê me nabihîze.”
Paylan: Dibe ku IMF deyn nede Tirkiyeyê
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan ku bi nasnameya xwe ya aborînasiyê tê zanîn diyar kir ku rewşa Tirkiyê ya aboriyê rewşa krîzê ye û got: "Îhtîmal mezin e IMF deyn nede Tirkiyeyê. Heke rewş were asteke wisa dê xetereya mezin dest pê bike."
Cejna Qurbanê jî hat lê kes naçe bazara heywanan
Ji Cejna Qurbanê re 3 hefte man û êdî dema ku heywanê qurbanê bên firotin e. Lê li gel cejn nêz dibe jî Bazara Heywanan a Wanê bêdeng e û kes naçe li bihayê qurbanan jî nanêre û napirse.
Li kesên îxracan protesto kirin cezayê pere birîn
Li kesên ku îxrackirina xebatkarên Şaredariya Kayapinarê şermezar kirin di çarçova OHAL'ê de li gorî xala 25/b-1’emîn di berdêla 30 rojan de 914 TL cezayê pere hat birîn.
ÎSÎG: Di OHAL’ê de cînayeta kar zêde bû
ÎSÎG rapora cînayeta kar a du salên OHAL’ê aşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku cînayetên kar di serdema OHAL’ê de ji sedî 14 zêde bûye û di du salên dawî de herî kêm 3 hezarû 960 karker jiyana xwe ji dest dane.
Qey li tevahiya Tirkiyê lêgerîna GBT'ê destpê kir?
Karkerên li Enqerê Nexweşxaneya Etlîk Şehîr çêdikin polîs wan du roj ser hev di lêpirsîna GBT’ê re derbas kirin. Polîsên karkeran di lêpirsîna GBT’ê re derbas kirin ji karkeran re gotin “Lêpirsîna GBT’ê li yekserên Tirkiyê dest pê kiriye” û heta nava odeyên karkeran çûn û lêgerîn pêk anîn.
Karkerên Superpak 37 rojin di grevê dene
Karkerên Fabrîkeya Dîlokê yên Ambalaja Superpak, karkerên fabrikeya Karman û şîrketa Îzmîrê bi hevre bi daxwaza mûçeyên wan bên zêdekirin 37 rojin di greva birçûbûnê dene. Ji karkeran Fatîh Anlar, diyar kir ku bi greva destpêkirin re, fêrî yekîtiya bi hevre bijîn jî bûn.
Şerê li herêmê bandora xwe li ser cotkarên rojava jî dike
Cotkarên tirî yên Manîsayê bertek nîşanî butçeya ji bo şer tê razandin dan û gotin “Em di bin deyn de mane. Şer bandora xwe li ser me dike. Bila êdî ji vê pergalê re bêjin rawest e.”
HDP nexşerêya xwe ya dema nû bi civînên pêk bîne dê şenber bike
HDP dawiya hefteyê bi armanca nexşerêya xwe ya dema nû diyar bike li hev kom dibe. Dê HDP bi vê civînê hewl bide ku xwe ji hilbijartina heremî ya muhtemel re amade bike.
Krîza aborî herî zêde li xizanan dixe
Bondora krîza aborî ya li Tirkiyeyê tê jiyîn, her roja derbas dibe mezintir dibe. Welatî û dikandarên Amedê, êdî kar nakin û ji krîza heyî herî zêde welatiyan xizan bi bandor dibin.