Dadgehê dosyeya bavê wî kir hincet û doza wî ya ji bo kar betal kir
Kenan Gungordu ku piştî ji şaredariyê hatibû avêtin, li ber şaredariyê bi dirûşmeya "ez karê xwe dixwazim" dest bi çalakiyê kiribû. di roja 62'yan a çalakiyê de hatibû binçavkirin û 6 meh û 7 rojan girtî mabû. Gungordu, got: "Di 12'ê Hezîranê de ji ber çalakiya ku min li ber şaredariyê li dar xist, ceza li min hatibû birîn. Dadgehê ev ceza û dosyeya bavê min kir hincet û got 'Şaredariya Zeytînbûrnûyê mafdar e' û doza min betal kir."
Li Pasaja Pêlîstokan rewşa kar 5 qat kêm bûye
Li Pasaja Japonê ya Rihayê ku pêlîstok, amûrên malê û amûrên xişirî ji her deverên Tirkiyeyê re dişîne, rewşa kar ji 5 paran daket parekê. Esnafê pasajê Ethem Baygeldî, got: "Berê me bi pereyê di dest xwe de dikaribû 5 konteynr mal bikire, lê niha em pê dikarin konteynirekê bikirin."
Paleyiya sîran dest pê kir: Ne di dest hilberîneran ne jî di dest karkeran de tiştek nema
Li navçeya Erebanê paleyiya sîran dest pê kir. Lê belê ne cotkar ne jî karker ji rewşa heyî nerazî ne. Hilberînaren, got: "dema em ji pereyê bi dest me ketiye lêçûnan derxin, sifirek mezin di dest me de dimîne." Karkeran jî got: "Ma em ê bi 42 lîreyan çi bikin?"
Li herêmê rêjeya bandorgirtina ji krîza aborî 94.3 ye
Navenda Lêkolînên Qadî ya Polîtîk û Civakiyî, li Amed, Mêrdîn, Êlih û Wanê bi 500 malbatî re der barê krîza aborî de axivî. Ji beşdaran 94.3 jê diyar kirine ku tesîr ji krîza aborî girtine, 63.3 ji sedî jî destnîşan kirine ku ferdên malbatê betal mane
Esnafên Wanê: Heta aştî çênebe wê krîz hebe
Esnafan anî ziman ku sedema sereke ya krîza aborî pirsgirêka kurd û polîtîkayên hikûmetê ne û tekane rêya xelasiyê aştî ye.
‘Em ji Somayê dizanin, patron tenê bi awayekî nimûneyî tên girtin'
Nûnerên BAMÎS û DEV-TEKSTÎL'ê der barê mirina 4 karkerên ku li Çayirovayê jiyana xwe ji dest dan de axivîn û gotin: "Em ji Somayê dizanin. Patron û rêveberên bi awayekî aşkere girtiyan ber bi mirinê ve dişînin tenê bi awayekî nimûneyî tên girtin."
‘Heta krîz hebe wê zarokên karker jî bimirin'
Endamê Hewldana Meclîsa ÎSÎG'ê ya Îzmîrê Mûstafa Guven, bi boneya Roja Têkoşîna Li Hemberî Karkeriya Zarokan axivî. Guven, bilêv kir ku di 5 mehên ewil ên sala 2019'an de 26 zarok jiyana xwe ji dest dane û got, heta krîza aborî hebe wê zarokên karker jiyana xwe ji dest bidin.
ZMO: Şewitandina pirêzeyê zirarê dide axê
Serokê Şaxa ZMO ya Amedê Samet Ûcaman, diyar kir ku şewitandina pirêzeyan hem zirarê dide axê hem jî dide tenduristiya mirovan û bang li rayderan kir ku tevdîrê bigirin.
Gergerlîoglu: Li Kocaelî ne şewat komkujî çêbû
Li Fabrîqeya Tekstîlê ya Akpinar a Kocaeliyê di 7'ê Hezîranê de şewat derket û 4 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî mijarê Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu diyar kir ku ev ne şewat e ev komkujî ye. Gergerlîoglu, anî ziman ku patronê fabrîqeyê AKP'î ye û ji ber vê yekê venêrtin nehatiye kirin.
Hilberîner ji ber qedexeya li ber îxracatkirina arvan tengav bûne
Serokê Komeleya Dexl û Dan a Qoserê Mehmet Şerîf Oter, bal kişand ser zor û zehmetiyên li ber îxrackirina arvan û got, ji bo li herêmê îstihdam çêbibe divê qedexebûyîn bi dawî bibe.
Bi nanê sêlê debara xwe dikin
Gulendem Sari û Fatma Sevîm ku di vê germahiya havînê de li ser sêlê nan çêdikin û pê debara xwe dikin, anîn ziman ku ji ber krîza aborî karê wan jî ne wek berê ye.
Dema palehiyê dest pê kir: Cotkar bi gazinc in
Bi hatina demsala havînê re li Amedê cinîna nîsk û ceh dest pê kir. Bîçer û patoz ketine nav erdan hem diçine û hem jî li nava zeviyê dikin ka. Cotkar ji ber berhem erzan û lêçûn zêde ye, bi gazinc in û diyar kirin ku kar û xesara wan hevdû dernaxe.
TMO beyî vîna rençberan buhayê genim diyar kirRençber: Em nikarin deynê mazot û gubre bidin
Îsal TMO beyî vîn û pêşniyarên rençberan li ber çavan bigire buhayekî kêm li genim birî. Ji ber hem bereketa genim kêm e û hem jî TMO buhayê kêm li genim birî, rençberên ku çandiniya genim kirine nikarin deynê mazot û gubre bidin.
Cotkar di zorê de ne: Nikarin deyne bankayan û heqê karkeran bidin
Cotkarên ji ber krîza aborî demek dijwar derbas dikin diyar kirin ku ji ber şiliya îsal rêjeya xêr û bera îsal ji sedî 50 daketiye û gotin: “Her kes ji bankayan re deyndar e. Em ji aliyekî ve deyn didin ji aliyekî ve deyndar dibin.”
Têkildarî şewata ku 5 karker mirin 2 kes hatin binçavkirin
Li Çayirovaya Kocaeliyê di çarçoveya lêpirsîna li dijî şewata fabrîkayê ya 5 karkeran jiyana xwe ji dest da xwediyê kar û kesê avahiyê daye kirê hatin binçavkirin.