Prof. Dr. Acemoglu: Pirsgirêka aboriya Tirk kûr e
Hîndekarê Zanîngehê Massachusetts Institute of Technology Prof. Dr. Daron Acemoglu, têkildarî aboriya Tirkiye diyar kir ku aboriya Tirk pirsgirêkên kûr dijî û wiha got: "Ji bo çareseriyê pêdivî bi reformên radîqal heye."
Ceryanê ji sedî 15 zem kirin
Ji sedî 15 zem hat ser ceryanê. Li gorî terîfeya nû ji bo 100 kWh ceryan dê 62 TL bê razandin. Beriya niha zem hatibû ser motorîn, çay û şeker jî.
Naklîyevanên Rihayê îflas kirin
Esnafên li Bazara Genim a Rihayê karê naklîyevaniyê dikin ji ber zêdebûna buhayê mazot û lastîkê maşîneyan îflas dikin. Nakliyevan Bozan Yahnîoglu, diyar kir ku îsal esnafên biçûk fetisîn û wiha got: "Kesên berpirsiarê aboriyê ne xema wan e. Lê yê zor û zahmediyê dijîn esnafên biçûk in."
SES’a Amedê xwest daxwazên wan ên TÎS’ê bên qebûlkirin
Şaxa SES’ê ya Amedê ji bo Girêbesta Komkar (TÎS) daxuyanî da û xwest daxwazên endamên wan ên têkildarî TÎS’ê bên qebûlkirin.
'Em bi zorê debara xwe dikin'
Masîvanên li perava Karadûvarê, diyar kirin ku ew masîwurk û masîpankan zevt dikin lê belê ji ber bihabûna fiyetê mazotê bi zorê debara xwe dikin.
Ji ber krîzê wesayîtên xwe difiroşin
Welatiyên ji ber krîza aborî wesayîtên xwe anîn bazarê, gotin: "Bazar qelebalix e, lê kes nakire. Dipirsin lê nakirin. Em ê wesayîtên xwe bifiroşin û pê lazmatiyên ji bo malê bikirin."
Motorîn 23 qurîş, çay jî ji sedî 15 giran kirin
Lîtreya motorîn 23 qurîş û çay jî ji sedî 15 giran kirin.
Li sîteya pîşesaziyê ya Mêrsînê di 6 mehan de 25 esnaf top avêtin
Serokê Sîteya Pîşesaziya Tirmilê ya Mêrsînê Îlhan Çokgun, diyar kir ku di şeş mehên ewil ên salê de nêzî 25 esnafên sîteyê top avêtine û got: "Per bi mirovan re nemaye. Ji ber krîzê mirov nikarin wesayîtên xwe jî tamîr bikin. Esnaf ketine heyra kelandina quşxaneya xwe ye êvarî."
Peymana 3 hekîman fes kirin
Li Amedê 1 jê reveberê Odeya Tabîban a Amedê bi giştî 3 Hekîmên Malbatî bi hinceta pûanên ceza, peymanên wan fes kirin. Rêxistinên tenduristiyê destnîşan kirin ku ev bêhiqûqiye û xwestin ku hekîm vegerin ser peywîra xwe.
Li bazara zad a Rihayê bêdengî heye
Esnaf û cotkarên li Bazara Genim a Îmam Keskîn a Rihayê diyar kirin ku cotkar nikarin hilberînin û êdî ne tiştek dikarin bikirin û ne jî dikarin bifiroşin.
Zarok li gel mûçeyên kêm jî di karên zor de dixebitin
Li Pişêsaziya Tirmil a Mêrsînê bi dehan zarokên temenê wan di navbera 12 û 17’an de diguhere li gel bihayê kêm jî neçarin di karên zor de bixebitin.
30 salin sera kirê dike û debarê dike
Emîne Yeşîltepe, 30 salin li Bajaroka Kazanli ya Navçeya Akdenîza Mêrsînê serayê kirê dike û bi çandiniya li sereyan debara malbatê dike.
Aysû: Bi çandiniyeke organîk dest bi hilberînê bikin
Serokê Giştî yê ÇÎFTÇÎ-SEN'ê Abdûllah Aysû, destnîşan kir ku wê bi kooperatîfvaniyeke rasteqîn wê çandinî bandora li ser guherandina avhewayê kêm bike. Her wiha Aysû, ji dêvla çandniya endustriyel, çandniya roganîk û bêderman pêşniyarî cotkaran kir.
Duyemin Serokê TTB'ê Çerkezoglu: Şer îro jî pirsgireka tenduristiya civakî ye
Di 70'emîn Kongreya Mezin a TTB’ê de ku bi dirûşmeya “Ji boTababetê Edalet" li dar xistin de 2'emîn Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Alî Çerkezoglu, diyar kir ku şer wekî her demê niha jî pirsgirêka tenduristiya civakî û gel e.
70'yemîn Kongreya TTB'ê dest pê kir
Serokê Konseya Navendî Prof. Dr. Sînan Adiyaman di 70'yemîn Kongreya TTB'ê de cezayên ku li wan hatine birîn bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Em bijîjk ku li aliyê jiyan û jiyandinê ne û xwedîderketina xwe ya dar, erd, daristan, bajar, tenduristiya gel û pêşiya xwe bidomînin."