Li Çîneyê ji bo kes pê nehese, patron ser nexweşîna sîlîkozîsê dinixumînin!
Li Çîneyê, şîrketên madenê ser nexweşîna sîlîkozîsê digirin. Ûgûr Aydogdû ku bi hinceta krîza aborî ji kar hat derxistin, gava ji bo karekî nû serlêdanê pêk tîne pê dihese ku bi nexweşîna sîlîkozîsê ketiye. Her wiha Bûrhan Ozdemîr jî anî ziman ku heta niha 50 karker mirine û bêyî ku zanibin ji ber nexweşîna pîşeyî mirine wan defin kirine.
Karkerên SF Tradeyê: Heta em vegerin ser karê xwe em ê têbikoşin
Karkerên ku ji ber endamên Sendîkaya Derîteksê bûn ji SF Tradeyê ji kar hatin derxistin, gotin heta vegerin ser karê xwe wê têbikoşin.
Nerazîbûna mêrdîniyan a ji bo buhabûna fiyeta avê: Ma me şaredarî xistiye bin deyna?
Qeyûmê Mêrdînê, fiyetê avê buha kiribû û ji 2 TL'yan kiribû 6.25 TL. Mêrdîniyan bertek nîşan da û ji bo qeyûmên ku şaredarî heta qirikê di nav deynan de hiştiye gotin: "Ma me deyn kiriye?"
'Ji bo jiyaneke mirovane em li Qada Gundogduyê bên cem hev'
Wê KESK, roja şemiyê bi dirûşmeya "meaşekî ji bo jiyaneke mirovane mafê her kesî ye" li Îzmîrê mîtîngekê li dar bixe. Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê ya Îzmîrê Hasan Alî Kiliç ji bo mîtîngê gazî her kesî kir.
Ajovanên mînîbusan: Em rojê 18 saetan dixebitin, heqdesta me 70 TL ye
Ajovanên rawestgeha mînîbusan a Artemêtanê ku ji ber bihabûnê nikarin ji bin barê prîmê sîgortayê, bac û sotemeniyê derkevin, rojê 18 saetan dixebitin lê belê heqdesta wan tenê 70 TL ye.
'Berpirsiyarê Întîxarê Şaredarê Uskudarê Hîlmî Turkmen e
Piştî şaredariya Uskudarê karker ji kar avêtin, Recep Kiliçarslan ji ber ku betal ma û dîsa nekarîbû li karê xwe vegere întîxar kir. Hevalên Kiliçarslan, ji bo helwesta şaredariyê şermezar bikin çalakî li dar xistin û gotin: "Berpirsiyarê întîxarê Şaredarê Uskudarê Hîlmî Turkmen e."
Çerkezoglû: İsrarkirina di şer de rê li ber feqîrî û bêkariyê vedike
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû diyar kir ku butçeya sala 2020’an ji polîtîkaya şer re tê veqetandin û israra polîtîkaya şer a îqtîdarê krîza aborî kûrtir dike û hin bêtir rê li ber feqîriyê vedike.
Ji bo bazara kevnefiroşan ji qeyûm destûra bi 'şert'
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku bazara kevnefiroşan a rojên yekşeman tê danîn rakiribû, li ser bertekên bazirganan bi 'şert' destûr da.
Karkerê ku Şaredariya AKP'ê ji kar avêt dawî li jiyana xwe anî
STENBOL - Karkerê ku Şaredariya AKP’î ya Uskudarê kar dikir Recep Kilinçarslan, piştî Şaredariya AKP'ê ew ji kar avêt dawî li jiyana xwe anî
‘Tirkiye êdî giştiye dawiya polîtîkayên aborî yên neo-lîberal’
Akademîsyên Prof. Dr. Atîlla Guney ê KHK’î, diyar kir ku li Tirkiyeyê berî 40 salan, dest bi polîtîkayên aborî yên neo-lîberal hat kirin û got: “Lê êdî Tirkiyeyê giştiye dawiya van polîtîkayan. Her ku diçe krîza aborî kûrtir dibe û bêkarî zêdetir dibe.”
Esnafên bazarê: Em berî kêçan didin
Esnafên bazarê yên Palandokenê, ji ber krîza aborî dam û dezgehên xwe rakirin. Esnaf Abdulcebar Yaşar, got: "Rojên yekşemê rojên herî qelebalix in, lê belê di vê rojê de jî em berî kêçan didin".
Roja destpêkê ya salê 115 karker bê kar man
Fîrmaya taşeron ku Miduriyeta Fîrmaya Lînyîtan a Afşîn-Elbistan a girêdayî Çelîkler Holdîngê jê re ragihand ku nikare bihayê asgarî yê nû hatiye diyarkirin bibersivîne, peymana kar 115 karkerî fesh kir û wan ji kar derxist.
Elok îsal nayên firotin
Li Amedê beriya sersalê elokên ku buhayê wan di navbera 200 - 250 tl de tên guhertin, nayên firotin.
Eleqeya ji bo sabûna zeytê ya Nîzîbê zêde dibe!
Her diçe eleqeya ji bo sabûna Nîzîbê zêde dibe. Wextekê 200 heb îmalatxane hebûn û her çû hejmara wan pir kêm bûbû. Lê belê niha ji ber eleqeya ji bo şampûanan û krema poran kêm dibe mirov berê xwe didin sabûna zeytê.
Aborînas Karatepe: Aboriya Tirkiye di sala 2019'an de têk çû
Prof. Dr. Yalçın Karatepe, aboriya sala 2019'an a Tirkiyeyê nirxand û anî ziman ku Tirkiye di sala 2019'an de di qada aborî de têk çû. Karatepe, da zanîn ku 2019 li gorî 2001'an cuda bû û wiha got: "Krîza aborî ya îsal bandor li ser tevahiya civakê kir. Bêtir qrîz kûr bû û têk çû."