Angaşta li Kooperatîfa Kredî ya Çandiniyê 15 milyon lîre pere hatiye xwarin
Li Farqînê 76 cotkarên endamên Kooperatîfa Kredî ya Çandiniyê angaşt kirin ku rayedarên Kooperatîfê kaxizên vala bi wan dane îmzekirin û 15 milyon lîreyê wan xwarine. Cotkar dê giliyê rayedarên kooperatîfê bikin.
Esnafan bertek nîşanî Bazara Şaredariya Akdenîzê da
Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê ku di destê AKP’ê de ye, ji ber fikra esnafan li ber çavan negirt û li gorî xwe bazara nû çê kir, esnafan bertek nîşan da. Esnafan bazara nû wekî "Axurê sewalan" pênase kir û bertekên xwe anîn ziman.
Esnafên Çarşiya Tûrîstîkê dikanên xwe digirin!
Li Çarşiya Tûrîstîkê, ji ber bizavdariya di kûra dowîzî de, gelek esnaf bêyî serfetih berê xwe didin malê. Her wiha heta niha gelek esnafan jî dikanên xwe girtiye.
Piştî 23 mehan peywira wî lê vegerandin
Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê Recep Orûç, ji ber ku tev li daxuyaniyeke çapemeniyê bûbû hatibû binçavkirin û wî ji peywirê kiribûn. Her çend di dozê de beraat kiribû jî lê wezaretê ew îxrac kiribû. Lê belê piştî Dadgeha Îdareyê biryara îxracê betal kir, peywira Orûç lê hat vegerandin.
KESK: Divê komîsyona OHAL'ê bê belavkirin
Hevseroka KESK'ê Aysun Gezen, bal kişand ser pirsgirêkên mexdûrê KHK'ê û xwest komîsyona OHAL'ê ya wekî perçeyekî îqtîdarê kar dike bê betalkirin.
Ji Metal-Îş a Yekbûyî bang: Grev li ber derî ye
Sendîkaya karkeran biryara MESS'ê ya dûrxistina komî red kirin û diyar kirin ku ger daxwazên wan pêk neyê dê di 5'ê Sibatê de dest bi grevê bikin. Serokê Metal-Îş a Yekbûyî Adnan Serdaroglu, anî ziman ku biryara grevê stendine û ger ku MESS daxwaza wan pêk neynîne dê di 5'ê Sibatê de dest bi grevê bikin.
'Ne bac, xeracê ji me digirin'
Li Wanê welatiyên ku ji ber buhabûna fiyetê ceryan û gaza xwezayî nikarin fatûreyên xwe bidin gotin: "Ne bac, xeracê ji me digirin".
Pîşesazan biryara ji kar dûrxistinê girt
Sendîkaya Pîşesazên Metalê ya Tirkiyeyê, li ser biryar girtina grevê ya 130 hezar karkerên metalê, biryara ji kar dûrxistinê girt û ji borsayê re ragihand.
Baroya Amedê zema avê ya qeyûm bir dadgehê
Baroya Amedê, ji bo betalkirina zema avê ya qeyûmê Amedê ya ji sedî 330'yî doz vekir.
Partiyên siyasî yên Wanê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
Nûnerên partiyên siyasî yên Wanê, anî ziman ku sedema krîza aborîji be rpolîtîkayên şer ên ê hikûmetê ye û ji bo çareseriyê jî pergaleke demokratîk pêşniyar kirin.
Li ser biryrara grevê MESS'ê pêşniyara zemê derxist ji sedî 10'an
Sendîkaya karsazan MESS ku daxwaza zemê ya 130 hezar karkerên metalê paşguh dike, li ser biryara grevê ya Sendîkaya Yekbûyî ya Metal-Îş'ê, pêşniyara xwe ya zemê ku di hevdîtinên TÎS'ê de weke ji sedî 8 anîbû ziman, derxist ji sedî 10'an.
Qeyûm cedwela zemkirina avê ji malpera şaredariyê rakir
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê fiyetê avê ji 2 TL'yan kiribû 6.25 TL. Piştî bertekan qeyûm cedwela zemkirina avê ji malpera şaredariyê rakir. Berdevkê Koma Meclîsê ya HDP'ê Mehmet Alî Amak, got: "Nelirêtî kirin. Li ser sûc hatin zevtkirin".
Piştî ava lehiyê ziwa bû zirara wan jî xuya bû
Li Mêrsînê piştî ava lehiyê ziwa bû, zirara cotkaran jî xuya bû. Serokê Hilberînerên Ortualtiyê yên Akdenîzê Tansel Îzgî, xwest herêma wan wekî herêma afetê bê îlankirin û deynên cotkaran bên xerakirin.
Her meh bi qasî nîviyê meaşê digire deyndar e!
Li Rêya Armûşê, kesekî ku li firinê dixebite, mehê 300 lîreyî heqê kirê dide, hezar lîreyî ji bo metbaxê xerc dike, 200 lîreyî heqê ceryanê dide, 130 lîreyî heqê tûp dide, 230 lîreyî heqê benzînê dide û ji bo 5 zarokên xwe yên diçin dibistanê jî hezar û 500 lîreyî xerc dike. Dûman, ji bo debara malbata xwe ya ku 9 kulfet in bike her meh 956 lîreyan deyndarê firinê ye.
'Qezenc tune, lêçûn pir in'
Welatiyên ku ji ber krîza aborî êdî nikarin ji bin fatûreyan derkevin, gazin kirin û gotin: "Qezenc tune, lêçûn pir in".